Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê di encama lêkolîna xwe de diyar kir ku êşkence û miameleya nebaş li zarokên keçik hatiye kirin û mafên wan ên mehremiyetê hatine binpêkirin. Baroyê civîneke çapemeniyê li dar xist û rapora xwe ji raya giştî re parve kir.
Buşra Guger a Berdevka Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê anî ziman ku di pêvajoya raporkirinê de di navbera Îlona 2023’yan û Çileya 2024’an de bi 9 zarokên keçik re 15 hevdîtin pêk anîne.
Gugerê diyar kir ku zarok li rastî gelek binpêkirinên mafan ên wekî êşkence, muameleya nebaş, mehremiyet, xwarin, ragihandin, tenduristî û şert û mercên girtîgehê yên xerab, tên.
Buşra Gugerê diyar kir ku lêgerîna tazî li zarokên keçik hatiye kirin û mafên wan ên mehremiyetê tên binpêkirin û anî ziman ku personelên girtîgehê li dijî binpêkirina mafên wan kiryarên neqanûnî pêk tînin.
Her wiha Gugerê da zanîn ku di derbarê lêgerîna tazî û binpêkirina mafên din de jî lêpirsîna qanûnî hatiye destpêkirin û ev pêvajo tê şopandin.
Di dewamê de Gugerê destnîşan kir ku zarok li girtîgehên ji bo jinan hatiye çêkirin tê ragirtin û wiha pê de çû: “Ev yek jî rê li ber binpêkirinên mafan vedike. Li her qawîşekê 11 zarok tên ragirtin. Qawîş baş nayên germkirin. Ji bo paqijiya qawîşê bi qasî tê xwestin amûrên hîjyenê nayên dayîn. Ji bo paqijiya şexsî û hîjyenê bi qasî tê xwestin amûran nadin zarokan û ji ber ku tiştên li kantînê pir biha ne, zarok bandora xizaniya mezin dijîn û xizaniya reglê dijîn.”
Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê destnîşan kir ku divê ji bo zarokên dikevin hundirê pergala edaletê modêleke înfazê ya alternatîf were afirandin ku zarok ji azadiya xwe bêpar neyên hiştin. Me pêşniyara vê kir. Em li dijî hemû binpêkirinên mafan in. Em ê pêvajoya qanûnî ya hatiye destpêkirin bişopînin.”