Komên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Şamê êrîş birin ser herêmên Dêr Hafir û Meskenê yên Helebê ku QSD’ê ragihand ku wê hêzên xwe jê vekişîne. Li herêmê hîna şer didome.
Ber bi saetên nîvro ve QSD’ê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku hîna pêvajoya vekişînê temam nebûyî, komên çeteyên Şamê ketin bajarê Dêr Hafirê û li ser vê yekê şer diqewime.
Hêzên QSD û YPJ’ê bi rengekî xurt bersiva êrîşan didin.
Di dîmenên hatine qeydkirin de, kêliyên şer û wesayîtên çeteyan ên derb xwarine, tên dîtin.




