Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 21’an de dewam dikin, li beramberî daxwazên gel hêzên rejîma Îranê êrişên xwe jî zêdetir kiriye. Di vê çarçoveyê de li gorî malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî, jinek Kurd ya bi navê Dilara Kazemî ya xelkê bajarokê Geylan Xerbî ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê, li Kirmaşanê di dema xwepêşandanan de hatiye binçavkirin.
Çavkaniyê ragihand ku Dilara dema hatî binçavkirin, ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve bi êşkenceyê hatiye qetilkirin.
Hat ragihandin ku Dilara zewiciye û dayika du zarokane, her wiha tê gotin di dema êşkenceyê de hêzên rejîmê du dest û didanên Dilara şikandibûn.

