Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê cenazeyê şehîd Celal Amed (Celal Baymîş) ku di 10`ê Çile de ji ber krîza dil şehîd bû, li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik veşartin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Suad Mustafa axivî. Sûdad, şehîd bi bîr anîn û diyar kir ku şehîd Celal jiyana xwe ji bo doza Kurd û gelê xwe terxan kiriye û li ser şopa şehîdan û felsefeya Rêber Apo, ji bo azadiyê têkoşiya.
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Elîf Hemed got ku şehîd rêya azadiyê ronî dikin û ji bo ewlehiya gel jiyana xwe feda kirin. Elîf destnîşan kir ku Şehîd Celal xwedî îradeyek xurt û biryardariyek mezin bû û bi salan ji bo doza Kurd xebitî.
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk li Dêrikê, Ebdilselam Faris jî axivî û got: “Silav li giyanê şehîdên ku xwe ji bo azadiya gelê xwe feda kirin. Wan jiyana xwe ji bo welat feda kirin, bi baweriya ku axa bi xwînê hatiye avdan qet namire.”
Di dawiya merasîmê de, belgeya Şehîd Celal Amed hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşmên “Şehîd Namirin” hate veşartin.

