Navenda Ragihandina QSD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir û agahiyên nû parve kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî komên hikûmeta demkî ya Suriyeyê êrişî şervanên QSD’yên xwe paşve dikişandin, alozî berdewam dike.
Hat diyarkirin ku komên çeteyan êrişî herêmên ku li derveyî deverên ku QSD xwe ji wir dikişîne jî kiriye û pevçûn derketine.
Li gorî daxuyaniyê zeviyên neftê yên Thawra ku dikevin başûrê Tebqayê jî li derveyî herêmên lihevkirinê dimînin, lê çeteyan êriş kirine.
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku li Thawrayê di navbera şervanên QSD’ê komên girêdayî hikûmeta demkî de pevçûnên dijwar diqewimin.

