Îro li navçeya Koyeyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji bo piştgiriya berxwedana gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din yên Kurdistanê xwepêşandanek hate lidarxistin. Daxwaza bidawîanîna êrişên çeteyan û parastina serweriya Kurdistanê hate kirin.
Yek ji çavdêrên çalakiyê Hawkar Rendîxanî daxuyanî da çapemeniyê û wiha got; “Em peyama xwe ji Netewên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan re dişînin. Ji ber ku careke din beşek ji axa me li Rojavayê Kurdistanê hat dagirkirin, gelê me ji cih û warên xwe hat koçberkirin û îşkence lê hatiye kirin.”
Yek ji beşdarên meşê Rewand Bekir jî têkildarî mijarê nêrînên xwe ji ajansa me re bi van gotinan anî ziman; “Wek welatiyên Başûrê Kurdistanê, em piştgiriyê didin Kurdên li Rojava û Rojhilatê welatê xwe. Ji ber ku gelê Kurd niha di bin zextê de ye, lewra ferqa me Kurdan nîne û em xwe wekî kurên her çar perçeyên Kurdistanê dibînin.
Beşdarên meşa girseyî tekez kir ku pêşmerge, gerîla û şervan sembolên berxwedana gelê Kurdin. Her wiha destnîşan kirin ku ji ber zextên rejîma Îranê, gelek Kurd li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûne, hatine girtin û windakirin.
Meşê ji Parka Xwişka Firîşteyan destpê kir û ber bi Parka Şehîdên Qureberaze ya li navenda navçeya Koyeyê berdewam kir. Çalakî piştî xwendina dirûşmeyên yekîtî û parastina destkeftiyên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi dawî bû.

