Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Foza Yûsif li ser hesabê xwe yê X derbarê êrîşên çeteyên hikumeta demkî û ên giredayê Tirkiyeyê de yên li ser Reqayê daxuyaniyek da.
Foza Yûsivê anî ziman ku êrişên li Reqayê ji bo ewlehiya girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê tê de girtî ne xetereyan derdixîne û got: “Em hişyariyeke taybet dikin. Berdewamkirina êrişan ji bo girtîgehan xetereyên mezin derdixîne. Ew yek ji bo tevahî herêmê xetereyan tînê. Divê koalîsyona navneteweyî demildest mudaxale bike.”

