Piştî bangewaziya seferberiya giştî ya ku QSD’ê ragihand, li Rojava bi deh hezaran kes seferber bûn. Li Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbesiyê, Hesekê û Kobanê bi deh hezaran kes derketin kolanan û piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan dan.
Gelê ku li dijî êrîşan nerazîbûn nîşan dide, çek hildaye û li kêleka şervanên QSD’ê cihê xwe girtiye.

