Selah Derwêş di daxuyaniya xwe de diyar kir ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibe û got: partiyên siyasî di vê mijarê de xwedî berpirsiyariyeke dîrokî û neteweyî ne.
Derwêş pêşniyar kir ku civîna awarte sibê (duşem) saet 12:00’ê li avahiya partiyê ya ku li Qamişloyê were lidarxistin û bal kişand ser wê yekê ku piştî civînê pêwîst e helwesteke hevpar bê girtin.

