Di peyamê de hate diyarkirin ku Rojavayê Kurdistanê bi êrîşên giran ên çete re rû bi rû ye û bang li ciwanên Başûr hate kirin ku beşdarî seferberiyê bibin.
Şervanên ciwan ên Başûr di peyama xwe de wiha gotin:
“Em wek şervanên ku li Rojava Kurdistanê ax û gelê xwe diparêzin, bang li hemû ciwanên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dikin. Werin Rojava. Dem dema azadiyê ye.”
Şervanên ciwan bal kişandin ser êrîşên giran û metirsiya komkujiya ser gelê Rojava û diyar kirin ku ji bo parastina gel divê têkoşîna hevpar were meşandin.
Di peyamê de her wiha hate destnîşankirin ku divê sînorên çêkirî yên ku dijmin li her derê Kurdistanê ferz kirine bên derbaskirin û wiha hate gotin:
“Em gelê xwe bi hev re biparêzin, em van sînoran bi hev re bişkînin. Rojavayê Kurdistanê li benda we ye.”
Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê careke din bang li ciwanên herêmê kirin ku beşdarî têkoşîna şoreşgerî bibin û Rojavayê Kurdistanê biparêzin. Peyam bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava!” bi dawî bû.

