Lîderê YNK’ê Bafil Talabanî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev parvekirin kir:
“Bûyerên li Sûriye û Rojava diqewimin nayên qebûlkirin û divê tavilê bêne rawestandin. Em vê êrişa barbarî ya li hemberî gelê Kurd bi rengê herî xurt şermezar dikin.
Gelê Kurd wê bêdeng nemîne, wê bûyerên diqewimin jinedîtî ve neyê.
Rojava di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de bi hezaran ewladên xwe ji dest da; berdêlên gelekî giran da û cîhan parast. Hurmet, rûmet û parastineke rasteqîn mafê gelê Kurd e.
Bang li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û gelê Emerîkayê dikim ku ji bo parastina sivîlan û aramiyê bi rengekî eşkere bi berpirsyariyê rabe.”

