Ji bo şermezarkirina êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ ên bi palpiştiya dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, li navçeya Teqteq a Hewlêrê bi sedan kes li hev kom bûn.
Di çalakiyê de ji bo Rojava dirûşmên piştevaniyê hatin avêtin û bang li gelê Başûrê Kurdistanê hate kirin ku tevlî seferberiya li Rojava bibe.

