Tevgera Nifşê Nû li ser êrişên komên çete yên dewleta Tirk û HTŞ’ê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de êriş û komkujiyên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tûndî hatin şermezarkirin û hat gotin: “Di vê demê de pêwîste civaka navdewletî li şûna temaşekirin û bêdengiyê piştgiriya gelê Kurd bike. Mîna ku Kurdan di dema herî xurt a çeteyên DAIŞ’ê de bi hewara mirovahiyê ve çûn.”
Di dewamê de hat diyarkirin ku ev demek dîrokiye gelê Kurd têde derbas dibe û wiha dom kir: “Niha ji her demê zêdetir pêwîstî bi yekgirtin û yekitiya Kurdan a li seranserî cîhanê heye.”

