Komên çete yên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, li Stasyona Basilê ya li ser rêya Girê Spî û Reqayê li hev kom bûn û amadekarî ji êrişekê re dikirin. Hêzên QSD, YPG û YPJ’ê êrişa çeteyan şikandin û operasyonek pêk anîn. Di encama operasyonê de 5 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn. Wesayitek bi tîpa Kîrpî û gelek cebilxane hatin bidestxistin.

