Sêşem, 21 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kurtulmuş bi Kiliçdaroglu re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Qanûna çarçoveyî divê berfireh be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kurtulmuş tûra ‘qanûna çarçoveyî’: Bi Koma Yenî Yolê re jî civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Kurtulmuş û DEM Partiyê 45 deqeyan dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şîrketeke din a petrolê karê xwe sekinand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Heta ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite pêvajo bi pêş ve naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Wargeha Mexmûrê 3 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Êrîşên li ser Rojava li bajarên Serhendê hatin protestokirin
Kurdistan

Êrîşên li ser Rojava li bajarên Serhendê hatin protestokirin

Li bajarên Serhedê, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Çile 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Êrişên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Serhedê hatin protestokirin.

WAN

Li navçeya Artemêtê ya Wanê, xelk li xaçerêya Hala Sebzeyan kom bûn û hewl dan ber bi qada bajêr ve bimeşin. Polîsan bi gaza rondikrêj û ava şid êrişî girseyê kir. Piştî êrişê, girse li kuçeyan belav bû, lê meşa xwe domand. Dema ku komek gihîşt navenda bajêr, komeke din ber bi Xaçort û 2 Nîsanê ve meşiya û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Kujer HTŞ, hevkar AKP” berz kirin. Dema ku kolanên bajêr veguherî deverên xwepêşandanê, komeke mezin ji Kolana Orhan Dogan ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di vê êrişa duyemîn de, gelek kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Piştî vê yekê, polîsan careke din mudaxile li girseya li ber Rêxistina Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kom bûbû kir û gelek kes binçav kirin.

AGIRÎ

Li Qada Tahir Elçî ya Agiriyê, girseya kombûyî gelek caran dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava ne bi tenê ye” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Piştî daxuyaniyê, polîsan rê li ber meşa girseyê girt. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Agiriyê Heval Bozdag ku li vir axivî, diyar kir ku hedefgirtina Rojavayê ne tesaduf e û got ku êriş li dijî îradeya jiyana pevre ya gelan e.

COLEMÊRG

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Colemêrgê ji bo vexwendina mîtînga “Em ji bo Rojavayê dimeşin” ku dê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li navenda bajêr bê lidarxistin, civîneke çapemeniyê li dar xist. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, parlamenterên DEM Partiyê û gelek welatî beşdarî civîna ku li avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê hat lidarxistin, bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Behçet Kanat di civînê de axivî û her kesî vexwend meşê. Kanat got: “Ev berxwedana dîrokî ya ku li Rojavayê derket holê, ne tenê ya gelê Kurd e, ya hemû mirovahiyê ye û li dijî barbarîzm û înkarê bûye wijdanê hevpar a li ser bingeha jiyana hevbeş a gelan, rizgariya jinan û civaka demokratîk. Di qonaxa niha de, tevî gelek agirbestên li Rojavayê hatine îlankirin jî, êriş ranewestiyane û bermahiyên DAIŞ’ê û avaniyên ku vê zîhniyeta tarî xwedî dikin dîsa hatine bicihkirin.”

Piştî daxuyaniyê, li navenda Colemêrgê belavok hatin belavkirin û welatî ji bo meşê hatin vexwendin. 

BEDLÎS

Li Tetwanê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê ve li dijî êrişan meş û civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Polîsan hewl da ku rê li ber meşa girseya ku li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Tetwanê kom bûbû bigire. Girseyê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rûmeta me ye” û çepikan dorpêça polîsan şikand û meşa xwe berdewam kir. Di tevahiya meşê de, girseyê bi dirûşme û çepikan êrişan şermezar kir û welatiyên ji derdorê jî tevlî meşê bûn. Bi hilgirtina pankarta bi nivîsa “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, teslîm nayê girtin” girse ber bi Parka Filistînê ve meşiya û li wir daxuyaniyek da.

Rêveberê DEM Partiyê yê Tetwanê Rûmet Dûrsûn ku daxuyanî da, got: “Cidîbûna îradeya ji bo çareseriyeke siyasî bi kiryaran tê pîvandin, ne bi gotinan. Krîza li Sûriyeyê siyasî ye.”

Dûrsûn got: “Parastina aştiyê li Sûriyeyê di heman demê de parastina wekhevî û pêşeroja hevpar a gelên Rojhilata Navîn e. Em bi raya giştî re parve dikin ku em ê li ser vê xetê israr bikin.”

Piştî vê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan diyar kir ku gelê Kurd li Rojavayê li dijî DAIŞ’ê şerekî bênavber dimeşîne û destnîşan kir ku gelê Kurd bêyî destkeftiyan sedsaleke din bi dawî nake. Piştî daxuyaniyê, girse bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava wê bibe goristana DAIŞ’ê” meşiya.

MÛŞ

Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê li dijî êrişan meş û civîna çapemeniyê li dar xist. Piştî meşê ku ji Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê dest pê kir û heta Qada Kobanê berdewam kir, daxuyaniyek hat dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê Îlyas Aslan, got: “Îro Rojava bi komkujiyekê re rû bi rû ye ku ji hêla hêzên navneteweyî ve li hev hatiye kirin. Kurdan di vê têkoşînê de bedelên giran dane. Îro, em ji vir radigihînin ku gelê Rojavayê li hember vê komkujiyê ne bi tenê ye; em bi wan re ne.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

 

 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mesûd Barzanî: Em qebûl nakin ku zererê bidin xwişk û birayên me yên li Rojava
Nûçeya Pişt re Yekîneya Antî Teror a Silêmaniyeyê gihîşt Rojava
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sozdar Avesta: Encamstandin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bal kişand ser girîngiya têkoşîna 52 salan…

Ji aliyê Stêrk TV

Gultekîn Ozturk ê ku polîs lê dabû, jiyana xwe ji dest da

Li navenda Peyas a Amedê Gultekîn Ozturk ê ku polîs bi motosîkletê lê dabû, jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Elmanyayê grev: Li gelek bajaran çûnûhatin xitimî

Li Elmanyayê xebatkarên çûnûhatinê yên herêmî dest bi grevê kirin. Li gelek bajaran çûnûhatina otobus,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?