Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi peywendiya telefonê bi Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî re axivî.
Her du aliyan li ser pêşdeçûnên li Sûriyeyê, bandorên bûyeran li ewlehî û aramiya herêmê û Iraqê nîqaş kirin.
Sûdanî girîngî da xurtkirina diyalogê di vê qonaxa krîtîk de ku mafên tevahî Sûriyeyeyiyan û yekitiya welat û ewlehiya wê diparêze û rê li pêş reva teroristan ji girtîgehan digire.

