Şemî, 7 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aslan: Divê sermuzakerevanê pêvajoyê Ocalan azad bixebite!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Dumlu ava vexwarinê nayê dabînkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê Berxwedana Koçgiriyê bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê piştî êrîşê, girtiyên siyasî hatin veguheztin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê rojnamevana ku talankirina daran kiribû nûçe, lêpirsîn hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê Sûdanî û Nêçîrvan Barzani bi telefonê axivîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koyê partiyên Rojhilat 4 car hatin bombebaran kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî Helebce, Soran û Gare hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanaz Îbrahîm: Kurd wê êdî nebin amûrê kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîşî du cihên Hewlêrê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star: Heya destkeftiyên jinan mîsoger nebin em ê têkoşîna xwe bidomînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saziyên Jinan yên Rojhilatê Kurdistanê peyama 8’ê Adarê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo ji tevgera jinan re name şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Ev 8’ê Adar divê veguhere referandûmê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo ji bo 8’ê Adarê danezan amade kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Sibatê de 4 rojnamevan hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet: Têkçûna dagirkeriyê
Rojane

Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet: Têkçûna dagirkeriyê

Bi her operasyonekî gerîla re dagirkeriya Tirk ber bi têkçûnê ve diçe. Di heman demê de di her operasyonekî de hêzên gerîla danehevên xwe zêde dikin û encamên mezintir bi dest dixin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Di pêvajoya payîz-zivistanê de derfetên pêkanîna çalakiyên berfereh ji aliyên gerîlayên azadiyê ve zêdetir dibe. Ev yek di pêvajoya 2 mehên derbasbûyî de bi awayekî zelal derket holê. Li Metîna, Zap û Xakurkê Operasyonên Şoreşgerî yên berfireh pêk hatin û ji sedî zêdetir kuştiyên artêşa Tirk çêbûn. Bi heman performansê û bi derxistina tecrubeyan ji operasyonên derbasbûyî de hêzên gerîla carekî din di 12’ê Çileya 2024’an de Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk pêk anîn. Bandora vê operasyonê ne tenê li heremê, li giştî cîhanê û bi taybet li Tirkiyeyê pir eşkere derket holê. Ango operasyonekî serkeftî ya li gorî tarzê serdemê pêk hatiye.

NAVÊ HELMET LI OPERASYONÊ HAT KIRIN

Operasyon li ser navê canbexşê nemir Helmet Dêreluk pêk hat. Gerîla Helmet di 23’yê Kanûna 2023’yan li qada berxwedanê ya Amediyê di operasyona şoreşgerî ya ku darbekî giran li dagirkeriyê xist şehîd bû. Gerîla Helmet zarokê Zapê û Dêrelukê bû. Li heman herêmê mezin bibû û tehemul nekir ku dagirkeriyê li ser axa xwe bibîne. Ji ber vê û ji bo ku derbekî li dagirkeriyê bixe û tola hevrêyên xwe hilîne beşdarî operasyona şoreşgerî bû. Ew xwedî seknekî zelal bû û li hemberî dagirkeriyê bi kîn bû. Heya dawiyê bi serkeftinê bawer dikir û xwe pêva kilît kiribû. Ji ber van xisletên gerîla Helmet û ji bo ku tola wî were rakirin Operasyon li ser navê wî hat diyar kirin. Ango serkeftina vê operasyonê mijarekî ku bivê nevê bû.

TEVGERA AZADIYÊ GOTIBÛ

Rêveberên Tevgera Azadiyê gelek caran helwesta gerîla ya li hemberî dagirkeriyê diyar kiribûn. Fermandarê Navenda Parastina Gel gotibû; “Yan wê leşkerên dagirker biçin yan wê bimirin.” A rast di van operasyonên dawî de ev pir bi eşkere derket holê. Pêlekî berfereh a çalakiyên gerîla bi ser dagirkeriyê ve hat û wan tarûmar kir. Nemaze operasyona dawî ya li girê Amediyê mîna şeqemekî li rûyê pergala faşîst xist û wan di şoqê de hişt.

QELAYÊN BERXWEDANÊ YÊN AMEDIYÊ

Tê zanîn ku herema Amediyê ya girêdayî Zapê ev 3 sal in di berxwedanê de ye. Ango ev çalakiyên ku hatin lidarxistin bi carekî de çênebûn. Hebûna gerîla ya li vê heremê tu carî kêm nebûye û serwerî neketiye destê dewleta Tirk. Li vê heremê û di her girekî de qelayên berxwedanê yên neketî hene. Qelayên wisa ne ku artêşa dagirker li hemberî wan bê hêz maye û neçarî dijî. Em baş li rabirdûya salên dawî binêrin wê were dîtin ku çalakvaniya hêzên gerîla her hebûye û serweriyekî bê qisur li ser herêmê heye. Esas ê ku li van herêman kilît bûye artêşa Tirk bi xwe ye.

TAKTÎKÊN AFIRÎNERÎ TEDBÎRÊN DAGIRKERIYÊ BÊWATE KIR

Operasyona şehîd Helmet Dêreluk bi awayekî pir plankirî pêk hat. Plana operasyonê, hem têgihiştina gerîla, taktîk pêşxistin û di şertên zehmet de afrînerî raber kirin pir bi awayekî zirav pêk hatine. Tevahî faktorên serkeftina şer bi rêkûpêk hatin bicihanîn. Gerîla performansekî pir bilind a êrîşê diyar kir. Esas tiştên ku em di salên dawî de dibin şahid berhema projeya jinûve avabûna HPG û YJA Starê ye ku di mehên dawî de gihiştiye lûtkeyê.

Di vê operasyonê de pêşxistina taktîk pir mijarekî diyarker e. Di serî de ruxmî hemû teknîk, mayîn û têlên risiyayî hêzên gerîla bê ku bandorê li ketina nava çeperan bike van hemûyan derbas dike. Ango di vir de hosteyiyekî heye. Bi vî awayî heya dikeve nava çeperan û heya kêliya despêkirina êrîşê nîvê çalakiyê bi ser xistine.

RUHÊ TÎMÊN BIKOORDÎNE

Mijarekî din ku di vê çalakiyê de derdikeve pêş, hejmara zêde ya tîmên gerîla û koordînekirina wan e. HPG û YJA Starê di vê operasyonê de bi hejmarekî zêde ya tîmên pispor ev çalakî lidar xist. Li vir mijara koordîneyê pir li pêş e. Bi awayekî hemwext êrîş birina bi ser dagirkeriyê yek ji faktorên girîng ên vê çalakiyê ne. Bi taybet tarzê lêdanê ya mîna brûskê ku şoqê ava dike pir diyarker e. Ev yek nîşan dide ku projeya HPG û YJA Starê ya jinûve avabûnê gihiştiye astekî pir bilind.

ZEHMETÎ NE ASTENG IN

Çalakî di nava şert û mercên pir zor de pêk hat. Ji aliyekî rewşa hewayî ya sar û bi bahoz û ji aliyekî din li ser van herêman ambargoyekî berfereh a hêzên PDK a ku armanc dike tevahî riyên lojistîkî bigire heye. Di nava van şertan de çalakiyekî di vê astê de lidarxistin ne mijarekî ji rêze ye. Ruxmî vê, hêzên gerîla ji xwe re nake asteng û bi erkên xwe yên parastina axa Kurdistanê bi israr e. Lê em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker û çapemeniya wê ya şerê taybet binkeftina artêşa xwe bi rewşa hewayî nîşan didin. Di esasê xwe de mijara ku di qirika wan de maye û nikarin bînin ziman jî ew e ku leşkerên wan bê îrade û nikarin şer bikin. Ev wêneya ku li heremê ev 3 sal in hatiye neqşandin îro pir zelal ji rayra giştî re eşkere dibe.

Di encam de girê ku hatibû hedef girtin ji aliyê hêzên gerîla ve bi giştî hat paqijkirin û çeperên dagirkeran ji holê hatin rakirin. Ango ev gir di vê operasyonê de bi giştî ket destê gerîla. Bi giştî 14 çek tên rakirin û 15 dûrbînên şev, roj, bi termal û gelek alavên leşkerî dikeve destê gerîla. Di vê operasyona şoreşgerî de yê ku hêzên gerîla tespît kiriye 61 dagiker tên kuştin, heman demê 2 gerîlayên azadiyê ku bi fedayîtî şer kirin gihiştin şehadetê.

ŞOQA MEZIN NE LI AMEDIYÊ LI ENQEREYÊ BÛ

Bandora vê çalakiyê li ser dewleta Tirk a dagirker di kêliyên despêkê de xuya bû. Şoqa mezin ne li Amediyê li Enqereyê bû. Tevahî rayadarên dewletê ji nişkava sar û şîn bûbûn. Çawa efsaneya wan a teknîka hewayî têkçû, çawa leşkerên wan ên taybet li hemberî hêzên gerîla nekarîn şer bikin. Di roja yekemîn de tevahî planên dewletê li binguhê hev ketin û civînên ewlekariyê yên awarte hatin lidarixistin. Jixwe ji tirşbûna rûyê wan a di civînê de zelal bû ku şeva wan a derbasbûyî ne tu şev bû. Artêşa ku yekane hêviyên wan a desthilatê li ser lingan dihêle bêprestîj li holê mabû.

Vê carê çapemeniya şerê taybet carekî din ket dewrê û bi ragihandina nasnameyên gerîlayên ku di salên borî de şehîd bûn weke ku di encama operasyonekî MÎT’ê de hatine şehîdxistin servîsî raya giştî kir. Lê ev hewldana wan bi nûçe û daxuyaniyên tevgera azadiya hatin pûçkirin û encam bi dest ne xistin. Ji bo wê niha hewldana dewleta dagirker ew e ku li hin koşeyan derbê li gerîla bide û bi vî awayî xwe li ser lingan bigire.

XELKÊ BEHDÎNÎ CAREKE DIN PIŞTGIRÎ DA GERÎLA

Bandora vê operasyonê li ser xelkên herêmê pir zêde bû. Bi taybet xelkên herema Amediyê, Dêreluk û Şêladizê moralekî pir mezin girtin. Gelek kes piştgiriya xwe ji gerîla re raber kirin û helwesta xwe ya neteweyî di civatan de nîşan dan. Ango mîna berê xelkê vê herêmê tu carî hêviyên xwe yên rizgarbûnê ji şerê ku gerîla dike qut nekiriye. Lê weke ku dihat payîn hêzên PDK ên ku hewl didin di hemû detayan de xwe bişibînin dewleta Tirk gelek niştecihên vê herêmê girtin û avêtin zindanê. Di heman demê de çavkaniyên xwe yên istixbaratê li qadên ku gerîla lê hene zêde kir. Rasterast kordînatên ku tespît dike bi dewleta Tirk re parve dike. PDK carekî din isbat kir ku ew hevkarê sereke ya dagirkeriya li vê heremê ye.

Di encamê de bi her operasyonekî gerîla re dagirkeriya Tirk ber bi têkçûnê ve diçe. Di heman demê de di her operasyonekî de hêzên gerîla danehevên xwe zêde dikin û encamên mezintir bi dest dixin. Ji bo me weke gelê Kurd cihê şanaziyê ye ku em xwedî artêşekî perwerdekirî û pispor ê bi vî awayî ne. Hêzên HPG û YJA Star isbat kirin ku têkbirina dagirkeriyê ne dûr e. Peyama ku ji vê operasyonê derketî holê ew e ku divê her kes rola xwe di vê pêvajoyê de bilîze û di şoreşa Kurdistanê bibe ferdekî aktîf. Di heman demê de gerîla peyam da ku di her kêliyê de û li cihê ku artêşa dagirker hêzên xwe yê bijare jî seferber dike dikare wan têk bibe û pergala dewleta faşîst bihejîne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG: Li Sîdayê derb li kepçeyekî hate xistin
Nûçeya Pişt re Meşvanên Azadiyê li Kopê hatin pêşwazîkirin: Bijî Serok Apo!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi ruhê Kizildereyê banga têkoşîna hevpar hat kirin

Li Enqere û Mêrsînê Mahîr Çayan û hevrêyên wî yên li Kizildereyê hatin qetilkirin, hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Birêxistinbûna jinan bersiva êrîşên dagirkeriyê ye’

Jinên ku li navçeya Amûdê beşdarî meşa 8’ê Adarê bûn, peyama ‘Birêxistinbûna jinan bersiva êrîşên…

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora binpêkirina mafên mirovan a li 20 girtîgehan

Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û TUAY-DER'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Aslan: Divê sermuzakerevanê pêvajoyê Ocalan azad bixebite!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 7’Ê ADARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Girtîgeha Dumlu ava vexwarinê nayê dabînkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

FEDA û DAKB’ê Berxwedana Koçgiriyê bi bîr anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?