Li Başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê roj bi roj mezin dibe. Ji 7 salî heya 70’ê salî bi rojane daketine qadan û berxwedana Rojava silav dikin.
Divê çarçoveyê de li Hewlêrê jî meşek hate lidarxistin. Bi sedan kesên kombûn bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê re qêriyan.
Welatiyan di meşê de ragihandin ku dixwazin Kurdan têk bidin, lê Kurdistan yeke û ticarî jî nabe çar parçe.
Welatiyan ragihandin ku wê berxwedana gel ya hemberî dagirkeriyê dewam bike û nabe Herêma Kurdistanê bibe temaşevanê rewşê. Welatiyan banga parastina Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê kirin û dan zanîn ku parastina Rojava parastina nasnameya netewiye.

