Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve 2 hezar û 30 serlêdanên hevdîtinê hatin kirin, ji van serlêdanan tenê 366 bi erênî bi encam bûn. Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku zilmkariyek heye ku bêhiqûqî jî derbas kiriye û got ku ew nizanin ka li Îmraliyê çi diqewime.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdê de tê girtin. Ev sê sal û nîv ên dawî, bi ti rengî agahî ji Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din nayê girtin. Ji bo ku hevdîtin bi Abdullah Ocalan re were kirin, ji sala 1999’an û vir ve 2 hezar û 30 serlêdan hatin kirin, ji van tenê 366 serlêdan bi erênî bi encam bûn. Ji hin serlêdanan re bi hincetên cuda bersiv hate dayîn, hin serlêdanên din jî bêyî ti sedem were nîşandan, bêbersiv man. Tevî hemû serlêdanên parêzeran ji sala 2023’yan û vir ve sedemê ti cezayê disîplînê nehate ragihandin. Serlêdanên ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji sala 2015’an ve li AYM’ê dane, bêencam hatin hiştin.
Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez ku parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye ser xwe, got ku piştî Adara 2021’an hevdîtina bi telefonê re hat qutkirin û şûn de, ew ti agahiyê ji Îmraliyê nagirin. Bîlmez diyar kir ku zilmakariyek heye ku keyfiyet jî derbas kiriye û got: “Ji bo ku hevdîtinên bi malbatê re asteng bikin, cezayên disîplînê; ji bo ku hevdîtinên bi parêzeran re jî asteng bikin biryarên dadgeriya înfazê hincet nîşan didin. Em nizanin ka li Îmraliyê çi diqewime, em wan biryaran jî nabînin. Ew cezayên disîplînê tên dayîn, çima tên dayîn, em wê jî nabînin. Dadgeh wê biryarê jî ji me vedişêre. Lewma naxwazin ti agahî ji Îmraliyê derkeve.”
JI PIRSGIRÊKA KURD CUDA NÎNE
Bîlmez destnîşan kir ku tecrîd pirsgirêka çêkerî ya bingehîn a Tirkiyeyê ye, divê ji pirsgirêka Kurd cuda neyê fikirîn û wiha domand: “Sedemê ku Tirkiye demokratîk nabe, sedemê pêkneanîna hêmanê dewleta hiqûqî û bingehê pirsgirêkên aborî, neçareserkirina vê pirsgirêkê ye. Tecrîd tê wateya bêçareserî hiştina pirsgirêka Kurd e. Ev pirsgirêk wê di dawiyê de çareser bibe, lê ya girîng ew e ku hîn fatûraya wê mezintir nebûyî, bê çareserkirin û divê Birêz Ocalan weke hêza çareseriya vê pirsgirêkê bê dîtin. Ocalan ji bo gelên Tirkiyeyê şansek e, divê sûd ji vî şansî bê girtin. Lewma divê tecrîd bi dawî bibe.”
EM Ê DOZÊN NÛ VEBIKIN
Bîlmez ragihand ku weke Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ew ê doz û îtîrazên ku heta roja îro kirine, bidomînin û wiha got: “Di hiqûqê de şert û merc diyar in. Em serî li hemûyan didin. Bêyî ku em dest jê berdin, em ê dozên nû vebikin. Em ê dozan bişopînin. Ji xeynî vê em ê li dijî bêdengiya YE û NY’ê kar û xebatên dîplomatîk bidomînin. Li Tirkiyeyê û qada navneteweyî li dijî tecrîdê piştevanî mezin dibe, eger ev dewam bike ez bawer dikim ku wê tecrîd bişikê.”
QEDEXEYÊN KU SAL BI SAL HATINE PÊKANÎN
Li gorî daneyên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê sala 2011’an jî di nav de kronolojiya hevdîtinên parêzeran bi vî rengî ye:
*Sala 1999’an 62 serlêdan hatin kirin.
*Sala 2000’an 54 serlêdan hatin kirin, destûr ji 34 hevdîtinan re hat dayîn.
*Sala 2001’an 52 serlêdan hatin kirin, destûr ji 32 hevdîtinan re hat dayîn.
*Sala 2002’yan 52 serlêdan hatin kirin, destûr ji 32 hevdîtinan re hat dayîn.
*Sala 2003’yan 55 serlêdan hatin kirin, destûr ji 20 hevdîtinan re hat dayîn.
*Sala 2004’an 53 serlêdan hatin kirin, destûr ji 23 hevdîtinan re hat dayîn.
*Sala 2005’an 51 serlêdan hatin kirin, destûr ji 16 hevdîtinan re hat dayîn.
*Sala 2006’an 60 serlêdan hatin kirin, destûr ji 24 hevdîtinan re hat dayîn.
*Sala 2007’an 60 serlêdan hatin kirin, destûr ji 30 hevdîtinan re hat dayîn.
*Sala 2008’an 56 serlêdan hatin kirin, destûr ji 38 hevdîtinan re hat dayîn.
*Sala 2009’an 61 serlêdan hatin kirin, destûr ji 50 hevdîtinan re hat dayîn.
*Sala 2010’an 65 serlêdan hatin kirin, destûr ji 43 hevdîtinan re hat dayîn.
*Sala 2011’an 84 serlêdan hatin kirin, destûr ji 24 hevdîtinan re hat dayîn.
*Sala 2012’an 104 serlêdan hatin kirin; 73 serlêdan bi hinceta keştî xirabûye, 14 serlêdan bi hinceta rewşa hewayê, 16 serlêdan bi hinceta keştî di tamîrê de ye, 1 serlêdan jî bi hinceta betlaneya fermî hatin qedexekirin.
*Sala 2013’an 102 serlêdan hatin kirin; 82 serlêdan bi hinceta keştî xirabûye, 9 serlêdan bi hinceta keştî tamîrê de ye, 4 serlêdan jî bi hinceta betlaneya fermî hatin qedexekirin.
*Sala 2014’an 104 serlêdan hatin kirin; 86 serlêdan bi hinceta keştî xirabûye, 9 serlêdan bi hinceta keştî di tamîrê de ye, 6 serlêdan jî bi hinceta betlaneya fermî hatin qedexekirin.
*Sala 2015’an 100 serlêdan hatin kirin; 24 serlêdan bi hinceta rewşa hewayê, 20 serlêdan bi hinceta keştî bi ariza ye, 37 serlêdan bi hinceta keştî xirabûye, 20 serlêdan jî bi hinceta keştî di tamîrê de ye hatin qedexekirin.
*Sala 2016’an 126 serlêdan hatin kirin; ji van 66 serlêdan di dîrokên 15’ê Tîrmeh û 28’ê Kanûna 2016’an de hatin kirin. 2 serlêdan bi gotina ‘dema şert û merc çêbûn, wê destûr bê dayîn’, 1 serlêdan bi gotina ‘dozgeriyê daxwaz neşandiye girtîgehê’, 64 serlêdan bi biryara dadgehê, 46 serlêdan jî bi gotina keştî xirabûye, 7 serlêdan jî bi hinceta rewşa hewayê, 2 serlêdan jî bi hinceta keştî bi ariza ye hatin qedexekirin. Ti bersiv ji 2 serlêdan re jî nehat dayîn.
*Piştî sala 2017’an jî ti bersivek erênî yan jî nerênî ji serlêdanan re nehat dayîn. Ji sala 2017’an heta dawiya 2023’yan 791 serlêdan hatin kirin.
HEVDÎTINÊN MALBATÊ
*Sala 1999’an 12 serlêdan hatin kirin, 12 hevdîtin hatin kirin.
*Sala 2000’an 11 serlêdan hatin kirin, 11 hevdîtin hatin kirin.
*Sala 2001’an 6 serlêdan hatin kirin, 4 hevdîtin hatin kirin.
*Sala 2002’an 9 serlêdan hatin kirin, 9 hevdîtin hatin kirin.
*Sala 2003’yan 26 serlêdan hatin kirin, 8 hevdîtin hatin kirin.
*Sala 2004’an 33 serlêdan hatin kirin, 15 hevdîtin hatin kirin.
*Sala 2005’an 34 serlêdan hatin kirin, 17 hevdîtin hatin kirin.
*Sala 2006’an 25 serlêdan hatin kirin, 13 hevdîtin hatin kirin.
*Sala 2007’an 20 serlêdan hatin kirin, 8 hevdîtin hatin kirin.
*Sala 2008’an 13 serlêdan hatin kirin, 9 hevdîtin hatin kirin.
*Sala 2009’an 17 serlêdan hatin kirin, 15 hevdîtin hatin kirin.
*Sala 2010’an 13 serlêdan hatin kirin, 8 hevdîtin hatin kirin.
*Sala 2011’an 11 serlêdan hatin kirin, 2 hevdîtin hatin kirin.
*Sala 2012’an 4 serlêdan hatin kirin, 1 hevdîtin hate kirin. Abdullah Ocalan jî bi gotina ‘pêvajo hesas e’ ne derket hevdîtinekî.
*Sala 2013’an 25 serlêdan hatin kirin, 14 hevdîtin hatin kirin.
*Sala 2014’an 18 serlêdan hatin kirin, 6 hevdîtin hatin kirin.
*Sala 2015’an 47 serlêdan hatin kirin, bi hinceta keştî xirabûye destûr nehat dayîn.
*Sala 2016’an 77 serlêdan hatin kirin, hevdîtinek hate kirin, 76 caran jî bi hincetên mîna keştî xirabûye, rewşa hewayê hatin qedexekirin.
*Sala 2017’an 46 serlêdan hatin kirin, bi hinceta biryara dadgehê destûr ji hevdîtinê re nehat dayîn.
*Sala 2018’an 45 serlêdan hatin kirin, bi hinceta biryara dadgehê destûr ji hevdîtinê re nehat dayîn.
*Sala 2019’an 51 serlêdan hatin kirin, 2 caran destûr ji hevdîtinê re hat dayîn, 49 serlêdan jî bi biryara dadgehê destûr nehate dayîn.
*Sala 2020’an 57 serlêdan hatin kirin, destûr nehat dayîn, tenê carekî ji hevdîtina bi telefonê re destûr hat dayîn.
*Sala 2021’an 55 serlêdan hatin kirin, bersiveke erênî yan nerênî nehat dayîn.
*Sala 2022’yan 51 serlêdan hatin kirin, bersiveke erênî yan nerênî nehat dayîn.
*Sala 2023’yan parêzeran 110 serlêdanên hevdîtinê, malbatê jî 59 serlêdanên hevdîtinê kirin. Ti bersiv nehat dayîn.