Şervanên QSD’ê ku li Reqayê Girtîgeha Eqtanê diparêzin ku çeteyên DAÎŞ’ê lê têne ragirtin, bang li hêzên navneteweyî kirin ku tavilê destwerdanê bikin.
Şervanan diyar kir ku ew girtîgeha ku bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê lê têne girtin, diparêzin û da zanîn ku madeyên lojîstîk jî gelekî kêm in.
Şervanan destnîşan kir ku çeteyên hikumeta demkî bi dijwarî êrişî derdora girtîgehê dikin û got: “Ji 6 rojan ve em bê navber israr dikin ku cîhanê ji wan çeteyan biparêzin. Madeyên lojîstîk jî kêm in. Divê destek were pêşkêşkirin.”
Şervanan got ew amade ne berpirsyariya parastina girtîgeha Eqtanê radest bikin, lê bi şertê ku garantiyên navneteweyî hebin ku kontrolkirinê bidomînin û rê li ber gefan bigirin.
Çeteyên hikumeta demkî êrişî derdora girtîgehê dikin û girtîgeh dorpêç kiriye.

