Êzidî ne tenê di rojên taybet, cejn an jî rê û resmên olî de serdana quban dikin; di heman demê de van deveran weke cihên aramiya manewî dibînin û di nava jiyana xwe ya rojane de jî serdana wan dikin.
Mirov dema bala xwe didin ser dîroka çêkirina quban, dibîne ku her qubek li cihê herî bedew, li cihê herî bilind û stratejîk hatiye çêkirin. Ev yek hem ji aliyê parastinê, hem ji aliyê xwezayê hem jî ji aliyê nêzîkbûna li ezmanan girîng e.
Dema ku mirovên serdana quban dikin dikevin hundirê hewşa quban, ji barê cîhana derve dûr dikevin û li atmosfereke aram rast tên. Her qubek bûyereke girîng, karakterek an jî qonaxeke girîng a dîroka Êzidiyan nîşan dide.
PAK, RONAHÎ Û FELSEFEYA AŞTIYÊ
Yek ji taybetmendiyên herî mezin ê ku civaka Êzidî ji civakên din cuda dike, dilsoziya wan a bi rengê spî ye.
Di baweriya Êzidiyan de kincê spî ne tenê rêbazeke lixwekirinê ye, her wiha semboleke herî pîroz e ku pakbûna dil, pakbûna ruh, ronahî, aştî û azadiyê nîşan dide.
Ji bo nîşandana xweseriya baweriyê û yekîtiya civakê di her rê û resmên olî, dua, serdana quban û merasîmên olî de kincê spî li xwe tê kirin. Ev reng têkiliya yekser a roj û ronahiyê ya di ruh û mejiyê mirovan de zindî dihêle. Di herikîna dîrokê de gelek ferman, zor, zehmetî û guherîn li ser civaka Êzidî hatibe ferzkirin jî vê çandê zêdeyî hezar sal in xweseriya xwe parastiye. Di nava malbat û civakê de hîn biçûkanî rê û resmên baweriya Êzidiyan, pîrozmendî û felsefeya wê hînî zarokan tê kirin.
Dem çiqasî di ser re derbas bibe jî, rêbaza jiyanê çiqasî bê guhertin jî dilsoziya nifşê nû li qubên pîroz û kevneşopiya spî dike ku ev bawerî neyê jibîrkirin û weke mîrateyekê dewam bike.

