Nûnerê Taybet yê Donald Trump yê Sûriye têkildarî hevdîtina li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Têkiliyên Karê Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed ya li Hewlêrê daxuyaniyek da.
Barrack kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtinê anî ziman û piştevaniya Amerîka ya ji bo pêvajoya entegrasyona 18’ê Çileyê ya di navbera QSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê destnîşan kir.
Barrack diyar kir ku hemû alî hemfikirin li ser agirbesta niha divê hewldanên baweriyê ya di navbera aliyan de bê xurtkirin ku aramiyek li herêmê pêk were.

