Jinan berteka herî xurt nîşanî êrîşên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê ku girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ne û ji aliyê Tirkiyeyê û hêzên emperyalîst ve tê piştgirîkirin ên li Helebê dest pê kir û heta Rojava dirêj bûye, dan. Jin hovîtiya çeteyên cîhadîst ên ku hewl didin destkeftiyên gelê Kurd bi sembol û rêbazên DAÎŞ’ê tune bikin, ji êrîşên li ser jinên Êzidî dizanin bê gefeke çiqasî mezin e. Herî dawî, jineke Kurd a ku taxa xwe ya li Helebê ji êrîşên çeteyan diparast ji hêla çeteyan ve ji avahiyekê hat avêtin, kabûsa 12 sal berê di hişê mirovan de vejand.
Jinên ku li ber Konsolosxaneya Sûriyeyê ya li Stenbolê xwepêşandan kirin û diyar kirin ku ew piştgiriya ku hikûmeta Tirkiyeyê dide van çeteyan qebûl nakin, ji ANF’ê re axivîn û banga hevgirtina ji bo Rojava kirin.
‘TEVGERA KURD BI TÊKOŞÎNA KU LI SÛRIYEYÊ DIDE JIYANA AZAD RIZGAR KIR’
Ji Partiya Tevgera Karkeran (EHP) Sîbel Uzun diyar kir ku pêwîst e li hember êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên ku ji aliyê Tirkiye û emperyalîstan ve tên piştgirîkirin ên li ser Rojava tên kirin bêdeng nemînin û got, “Rojava ne tenê navê cihekî ye; ew navê rêveberiyê ye, navê destketiyekê ye, navê azadiya jinan e, navê wekheviyê ye û ew tu carî ne bê xwedî ye.”
Sîbel Uzun bi bîr xist ku tevgera Kurd bi taybetî li Kobanê û Sûriyeyê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîneke bêhempa da û anî ziman ku tevgera Kurd bi vê têkoşînê jiyana laîk, sekuler û azad li cîhanê jî rizgar kir.
Sibel Uzun bêdengiya welatên Rojavayî ya li hemberî Kurdên ku li ser navê hemû mirovahiyê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşiyan û îro di bin êrîşê de ne, rexne kir û destnîşan kir ku ev bêdengî û bêxemiya wan nêzîkatiya giştî ya emperyalîzmê radixe ber çavan.
Sîbel Uzun anî ziman ku nêzîkatiyên “Me vê yekê hesab nekir” ne rast in û destnîşan kir ku divê têkoşîna gelê Kurd ê ku barê azadiya hemû gelan daye ser milê xwe ji hêla her kesî ve baş were fêmkirin.
‘EM Ê HETA DAWÎ LI CEM TEVGERA KURD BIN’
Sibel Uzun bi bîr xist ku li Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd komîsyonek hatiye avakirin û heta niha pêşketinên girîng çêbûne, wiha domand:
“Tezên Abdullah Ocalan ketine rojeva her kesî û çek hatine danîn. Di vê pêvajoyê de pêşketinên girîng çêbûne. Divê em xwedî li vê pêşketinê derkevin. Em dikarin vê yekê bi xwedîderketina Rojava bikin. Ji ber vê yekê, ew kesên ku îro piştgiriyê nadin Rojava, ew kesên ku bi tevgera Kurd re ne yek in, di rewşek pir xelet de ne.
Me hemû dil û hişê me bi wê derê ve hatiye girêdan. Divê em ne di nava bendewariyê de bin. Me gelek caran dîtiye ku emperyalîzm a ku di destê wê de çekên konvansiyonel hene bê çawa bi berxwedana gelên li Vîetnam û Iraqê têk çû. Vê carê, gelê Kurd dê dersê bide emperyalîzmê; em bi vê bawer in. Ji ber vê yekê, em ê li kêleka tevgera Kurd a ku îradeya xwe dniye holê bisekinin. Gelê Kurd û bi taybetî jinên Kurd, ne bi tenê ne û wê tu carî bi tenê nemeşin. Em ê bi berxwedana hevpar bi ser bikevin.”
‘DILÊ ME JI BO KURDÊN LI ROJAVA LÊDIDE’
Yek ji Dayikên Aştiyê Makbûle Yilmaz ku dema pêvajoya aştiyê dest pê kir hemû fikarên xwe dan aliyekî, diyar kir ku her çiqasî ew bi hêviyeke mezin li benda aştiyê bûn jî, mixabin careke hêviya wan şikest. Makbûle Yilmaz diyar kir ku êrîşa li ser Rojava kiryara herî mezin a dijminatiya li dijî Kurdan e û destnîşan kir ku piştgiriya çeteyên ku dijminê jin û zarokan in wê bibe sedema encamên pir xirab.
Makbûle Yilmaz, fikarên xwe yên kûr a li ser bûyerên ji HElebê heta Rojava anî ziman û got, “Çeteyên ku jinên Êzîdî li Şengal revandin û li bazarên koleyan firotin, îro heman hovîtiyê li Heleb û Rojava dubare dikin; jinekê ji avahiyekê diavêjin, jinan rehîn digirin û hovîtiyê li her derê belav dikin.”
Makbûle Yilmaz anî ziman ku gelê Rojava ne bi tenê ye û wiha domand: “Dilê ji bo Kurdên li Rojava lêdide. Bi hêvî me ku ev êrîş di zûtirîn dem de rawestin û aştiyeke mayînde pêk were. Em naxwazin dayik careke din bigirîn.”
‘YAN EM Ê LI ALIYÊ MIROVAHIYÊ BIN AN JÎ SÛRIYEYEKE KU TESLÎMÎ ÇETEYAN BÛYE’
Ji Tora Parastina Jinan Zeynep Çelik jî diyar kir ku helwesta jinan zelal û bê guman e û got: “Em jin li aliyê azadiya gelê Kurd ê berxwedêr, jinên Kurd û gelên Sûriyeyê ne. Jin pir baş dizanin ku tiştê ku jê re HTŞ tê gotin, lê di rastiyê de berdewamiya DAÎŞ’ê ye, zîhniyeteke Colanî ya ku dijminê jinan û destdirêjiyê temsîl dike. Em vê zîhniyetê ji çîrokên jinên li Kurdistanê, ji tiştên ku li Şengalê li ser jinên Êzidî hatine sepandin û ji ezmûna me ya wekî jinên ku zîhniyeta Hizbullahê li erdnîgariya xwe jiyane, dîtine û şahidî kirine, dizanin.
Em dizanin ku ev zîhniyeta hov ji jin û elan re azadiyê nayne. Ji ber vê yekê, di vê mijarê de dudilî nabe; em ê yan li aliyê wekhevî, azadî û mirovahiyê bin, an jî li aliyê Sûriyeyeke ku radestî van çeteyan hatiye kirin bin. Çawa ku emperyalîstan Afganistan radestî Talîbanê kirin, Sûriyeyê jî radestî HTŞ’ê kirin. Îro li Afganistanê, jin, keç û mirovên ji baweriyên cuda ne azad in. Rejîmeke bi tevahî Şerîetparêz û paşverû bi heman awayî li Sûriyeyê jî heye. Em ê Sûriyeyeke wisa li binê Tirkiyeyê qebûl nekin.”
‘DIVÊ EM RÊ NEDIN ZÎHNIYETA DAIŞ’Ê’
Endama DEM Partiyê Arzû Firat komkujiyên ku ji aliyê HTŞ’ê ve li du taxên Kurdan ên Helebê hatin kirin û jin ji avahiyan hatin avêtin bi bîr xist û anî ziman ku ne pêkan e ku cîhan û raya giştî ya Tirkiyeyê çavên xwe ji vê hovîtiyê re bigirin. Arzû Firat bi bîr xist ku tiştê ku li Heleb û Rojava li ser gelê Kurd tê kirin, ne di warê ol, exlaq û ne jî wijdanî de cihê wan tunene û got:
“Banga me ji bo tevahiya raya giştî ya cîhanê ew e ku ji bo Rojava bibin yek. Nabe ku Sûriye di bin desthilatdariya van çeteyan de were hiştin. Di sala 2014’an de, me bi çavên xwe dît ku DAÎŞ’ê çawa mirovan dikuje û jinan li bazarên koleyan difiroşe. Tevahiya cîhanê bûyerên tirsnak ên ku jinên Êzidî jiyan kirine dît. Êzidiyan ev hovîtî bi gotinên ‘Me kefen nedît û em neçar ma ku miriyên xwe bi betaniyên xwe veşêrin’ kurteber kirin. Îro, heman gefê li jinên Rojava dixwe.
Divê tevahiya cîhanê bi vê hişmendiyê tevbigerin û bi taybetî jinên li welatê me divê qet rê nedin vê yekê. Ev zîhniyeteke paşverê û qirker e. Rêya jiyaneke aştiyane û demokratîk ji vir derbas dibe.”
‘GELÊ KURD ZILMA KU LI SER KURDÊN ALITÊ DIN TÊ KIRIN TU CARÎ QEBÛL NAKE’
Arzû Firat bertek nîşanî kiryarên Tirkiyeyêya ku di heman demê de êrîşên xwe yên dijminane li dijî Rojava û destkeftiyên Kurdan didomîne, da û got, “Kurd ji destpêkê ve alîgirê aştiyê ne. Tiştê ku desthilata Tirkiyeyê îro dike nayê qebûlkirin. Kurdên li Tirkiyeyê û Kurdên li Rojava xizmên hev in û kes nikare li hember van êrîşan bêxem bimîne.
Gelê Kurd wê tu carî ev zilma li ser Kurdên li aliyê din ê sînor tê kirin wê qebûl neke û qebûl nake. Divê ev helwest demildest were guhertin û divê rêyên navbeynkariyê, danûstandin û diyalogê di navbera aliyan de werin vekirin.”

