Duşem, 27 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Balûken: Nabe ku çareseriya mayinde bi çek danînê were sînordarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Em ê bi têkoşîna xwe azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê di êrişên çekdarî de 24 saetan 3 jê jin 6 kes hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê Konferansa Herêma Serhedê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Çareseriya mayinde bi garantiya destûra bingehîn dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    TJA’yê li dijî tiryakê bang kir: Têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êşkence li Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Erkol kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata li Pênciwênê nayê vemirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Pêşketinên demokratîk her tim bi têkoşîna civakî bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Mexmûrê koma nû dewr girt: Em bi hêvî li benda encamên pêvajoyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan pankarta li dijî tiryakê daxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DBP’ê: Jin kirdeya damezrîner a aştî û civaka demokratîk in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Balîsanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Heta ku destketiyên me werin misogerkirin divê çalakî berdewam bikin’
Kurdistan

‘Heta ku destketiyên me werin misogerkirin divê çalakî berdewam bikin’

Evîndar Ararat diyar kir ku gefên li ser Şoreşa Rojava berdewam dikin û got, “Heta ku destketiyên Şoreşa Rojava, nasnameya gelê Kurd û şoreşa jinên Kurd werin misogerkirin, divê gelê me çalakiyên xwe bidomîne.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Çile 2026 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Evîndar Ararat diyar kir ku êrîşên li ser Şoreşa Rojava di çarçoveya planeke qirêj a li dijî gelê Kurd hatiye pêşxistin. Evîndar Ararat anî ziman ku dewleta Tirk pêşengiya vê planê dike û hêzên koalîsyonê û hêzên hegemonîk jî hevkarên vê yekê ne. Ararat destnîşan kir ku gelê Kurd bi komployek mezin re rû bi rû ye û bi bîr xist ku hewl didin di vê sedsalê de jî Kurdan bê nasname û statu bihêlin.

Ararat anî ziman ku dijminên Kurdan yên ku sîstema Rojava wekî gef dibînin, dixwazin bi rêya Colanî û HTŞ’ê zîhniyeta DAIŞ’ê rewa bikin û li ser gel ferz bikin. Ararat diyar kir ku avakirina yekîtiay Kurdan wê bersiva herî mezin a li hember van hemû êrîşan.

 

Nirxandinên endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat wiha ne:

“Gelê me yê welatparêz, ciwanên me yên berxwedêr û dostên me yên hêja, ji 6’ê Çileyê ve êrîşek pir giran li ser Şoreşa Rojava tê kirin. Em dizanin ku di encama planeke hêzên navneteweyî de komployek nû ya navneteweyî li dijî gelê Kurd tê kirin. Ev plan di encama peymanên pir qirêj ên ku li ser Rojhilata Navîn hatine kirin de hatiye çêkirin. Armanc ew e ku destketiyên ku li Rojava bi berxwedaneke mezin a bi pêşengiya jinan û bi 13,000 şehîdan hatine bidestxistin, ji holê werin rakirin. Dixwazin gelê Kurd di vê sedsalê de jî bêstatu û bênasname bimînin. Gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd îspat kirine ku ew ê tu carî jiyanek bênasname, bêstatu û koletiyê qebûl nekin. Wek Tevgera Jinên Azad, wek tevgera gelê Kurd me tu carî dijminatiya li hember gelên din qebûl nekiriye.

HEWL DIDIN DI ŞEXSÊ COLANÎ Û HTŞ’Ê DE DAÎŞ’Ê REWA BIKIN

Em ne dijminê kesî an welatekî ne. Armanca Rojava ev bû; jiyaneke aram, li ser bingeha yekîtiya gelan jiyaneke aştiyane,  wekhev, azad û demokratîk e. Bi pêşengiya jinan ê yekê mayînde bikin. 14 sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî têkçûna DAÎŞ’ê li ser bingeha yekîtiya gelan tê birêvebirin. Jiyaneke demokratîk hate damezrandin. Lê mixabin ev pergala ku dijminê gelan û bi taybetî dijminên jinan, yekîtiya gelan û jinan û jiyana azad wekî gefekê ji bo xwe dîtin. Çawa ku wan 20 salan li Afganistanê Talîban wekî rêxistineke terorîst îlan kirin, bi wan re şer kirin û piştre wan anîn ser desthilatdariyê, niha jî dixwazin bi rêya Colanî û HTŞ’ê zihniyeta DAÎŞ’ê rewa bikin û bi gel bidin qebûlkirin. Şer li ser vê bingehê tê meşandin. Ne ji ber ku ew berjewendiyên gel esas digirin. Armanca wan a sereke ew e ku rizgariya jinan û şoreşa jinan hilweşînin û gelê Kurd mehkûmî koletiyê bikin.

Armanceke wan a din jî ew e ku li gorî berjewendiyên hêzên hegemonîk di navbera gelan de şer bimeşînin. Êrîşên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin, niha li Kobanê, Hesekê, Qamişlo û Dêrikê, yanî li herêmên ku bi piranî Kurd lê dijîn berdewam dikin. Dewleta Tirk bi hêzên koalîsyonê û hêzên navneteweyî re wekî hevkar vî şerî rêve dibe. Li hemberî vê yekê, ciwanên Kurd, jinên Kurd û gelê me li seranserê Kurdistan û cîhanê bi têkoşînek mezin, berxwedan û çalakiyên bihêz xwedî li gelê Kurd û Şoreşa Rojava derdikevin. Di serî de ciwanên Kurd, jinên Kurd, dostên xwe yên enternasyonalîst û her kesê li kêleka gelê Kurd radiweste û xwedî li destketiyên Şoreşa Rojava silav dikin. Çalakiyên wan pîroz in û piştgiriya didin pîroz û dîrokî ye.

YEKÎTIYA NETEWEYÎ CARA YEKEM EWQASÎ RADIKAL DERKETIYE HOLÊ

Berxwedana YPG-YPJ, gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd a li her kolanê Rojava li dijî êrîşan tê meşandin pîroz e û dîrokî ye. Em di şexsê Ziyad Heleb û Denîz Çiya de hemû şehîdên Rojava bi rêzdarî bi bîr tînin. Ruhê berxwedana Ziyad, Feraşîn û Denîzan êdî ruhekî neteweyî ava kiriye. Ev ruhê fedaî roj bi roj bi pêşengiya jin, ciwan û dostên wan li kolanên Kurdistanê û li seranserê cîhanê mezin dibe. Di vê pêvajoyê de cara yekem e ku xwedî li yekîtiya gelê Kurd, ruhê neteweyî, azadiya Kurdistanê û axa Kurdistanê derdiekev û yekîtiya neteweyî ewqas zindî, berfireh û radîkal tê jiyîn. Divê jin û ciwanên Kurd her roj pêşengiya vê têkoşînê xurt bikin û belav bikin.

Ji bo misogerkirina agirbestek mayînde hevdîtin tên kirin û ji bo parastina mafên gelê Kurd û destketiyên Şoreşa Rojava û şoreşa jinên Kurd diyalog tê meşandin. Lê hîn jî me van destkeftiyan misoger nekiriye.Ji ber ku planeke pir qirêj tê meşandin. Divê çalakiyên gel, jin û ciwanan qet lawaz nebin. Heta ku destketiyên Şoreşa Rojava, nasnameya gelê Kurd û şoreşa jinên Kurd werin misogerkirin û xwtwrî ji holê rabe divê ev çalakî berdewam bikin. Bê guman agirbestekjî bibe, li ser bingeha berjewendiyên gelê Kurd lihevkirineke çêbibe – ev yek wê bi têkoşînê pêk bikeve û bi xwedîderketina li YPG-YPJ’ê û gelê Rojava pêkan e- niha li Sûriyeyê zîhniyeta DAÎŞ’ê desthilatdar e. Dixwazin şovenîstekî bi navê Colanî wekî lîderê Sûriyeyê bidin naskirin.

Şerekî taybet ê pir qirêj tê meşandin. Di serî de ji hêla çapemeniya Tirk û çapemeniya dewletên Ereb ve şerekî taybet ê pir dijwar tê meşandin. Dixwazin destketiyên Şoreşa Rojava, hêvî û îradeya gelê Kurd, jinên Kurd û şervanên Kurd têk bibin. Gelê Rojava û tevahiya Kurdistanê niha li ser qada navneteweyî têkoşînek mezin dimeşîne. Divê em baweriya xwe bi vî şerê taybet neynin; divê em baweriya xwe bi hêza gelê me yê Kurd, jin û ciwanên xwe bînin. Eger em yekîtiya xwe xurt bikin, têkoşîna xwe xurt bikin, wê bi berfireh bikin, wê bidomînin û baweriya xwe bi hêza xwe bînin, wê demê em ê van planên qirêj têk bibin, azadiya gelê xwe misoger bikin û destketiyên şoreşê biparêzin.

Em bi taybetî bang li jin û ciwanên Kurd û gelê Kurd dikin ku van çalakiyan her roj li ser asta neteweyî mezin bikin û bidomînin. Ji ber ku ev xeter ne tenê li ser Rojava ye. Hemû gel û jinên Rojhilata Navîn eleqedar dike. Ger Rojava têk biçe, Rojhilata Navîn jî têk diçe. Ger zîhniyeta DAÎŞ’ê serdest bibe, Iraq jî wê belav bibe, Tirkiye jî wê belav bibe û cîhan jî wê belav bibe.

HÊZÊN KOALÎSYONÊ HEVKARÊN PLANA QIJRÊJ KU DEWLETA TIRK SERKÊŞIYA WÊ DIKE

Li Rojhilat û Îranê serhildanên gel çêbûn. Gelê Kurd, gelê Îranê û jin rabûne ser piyan; agahiyên ku komkujiyên mezin hatine kirine hene. Hêzên navneteweyî li hember vê rewşê bêdeng dimînin. Çawa ku dema gelê Filistînî li Xezeyê dihat qirkirin bêdeng man, çawa ku jinên Efganî li Efganistanê radestî hovîtiya Talîbanê kirin, niha jî dixwazin Şoreşa Rojava û jinên Rojava radestî zîhniyeta DAÎŞ’ê bikin. Îran jî di heman rewşê de tê hiştin. Divê em jî hişyar bin. Wek gelê Kurd, wek jin û ciwanên Kurd û wek dost û hêzên enternasyonalîst, divê em li dijî pergala kapîtalîst û rejîmên faşîst têkoşînek hevpar û gerdûnî bidin. Zîhniyeta DAÎŞ’ê niha ji nû ve zindî dibe. Mînakên vê yekê koçberkirina gelê me, qirkirina sivîlan, êşkencekirina cenazeyên şervan û sivîlan, avêtina şervanekî YPJê ji avahiyekê, teşhîrkirin û birîna porê şervaneke YPJ’ê.

Bi rastî ev zîhniyet xwe teşhîr dike; ev zîhniyet sûcên şer ên giran dike. Erka her ciwanekî Kurd, her welatparêzekî Kurd e ku van sûcên şer ji cîhanê re teşhîr bike û raya giştî seferber bike. Divê em banga seferberiyê tenê bi çalakiyan sînordar nekin; bêguman ev pir girîng e, bi mîlyonan, bi sed hezaran mirov beşdarî van çalakiyan bibin girîng e, lê têrê nake. Ji ber ku planeke pir qirêj heye. Hêzên navneteweyî hevkarên vê planê ne, ew pêk tînin û dewleta Tirk pêşengiya wê dike. Ji ber vê yekê, divê em polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk û sûcên şer ên ku ji hêla hêzên hegemonîk ve têne kirin hîn bêtir teşhîr bikin. Divê em çapemenî û medyaya dîjîtalî bikar bînin, dost û cîranên xwe seferber bikin, wan hişyar bikin, agahdar bikin û her kesî li dijî vî şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd tê meşandin têxin nava tevgerê.

Divê em parlamenterên li hemû welatan, hemû demokratan, parêzvanên jiyana azad û wekhev, beşên femînîst, yên ku li dijî pergala kapîtalîst in, hemû hêzên bi ruhê Kobanê ya 2014’an seferber bikin. Ev ruh ji nû ve tê vejandin. Li welatên cuda, dostên me, yên ku li dijî pergala kapîtalîst in, bi pêşengiya gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd, seferber bûne. Lê divê em vê xurt bikin. Ji ber ku xetere hîn jî berdewam dike û divê em vê yekê vebêjin. Hedef gelê Kurd e rast e, lê paşê hemû gel û jin bi xetereya zîhniyeta DAÎŞ’ê re wê rû bi rû bimînin. Ji ber vê yekê, çalakiyên jin, ciwan, gelê me û dostên me divê her tim berdewam bikin. Divê ev çalakî heta ku statu û azadiya gelê Kurd bi awayekî mayînde were misogerkirin berdewam bikin.

BERSIVA HERÎ MEZIN A KU EM DIKARIN BIDIN DIJMIN WÊ AVAKIRINA YEKÎTIYA KURDAN BE

Tolhildana me ya herî mezin li dijî dijmin dê afirandina yekîtiya gelê Kurd be. Li ser vê bingehê, em careke din şehîdên Şoreşa Rojava yên ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Bersiva me ji bo şehîdên me avakirina yekîtiya gelê me, parastina yekîtiya neteweyî û berdewamiya têkoşîna me li dijî van êrîşan e. Ciwanên me yên li ser banga seferberiyê çûn Rojava pîrêz dikim û silavên xwe ji wan re dişînim. Ez bawer dikim ku, li ser bingeha seferberiyê bi giştîtir, bi girseyîtir, kom bi komên ji çar aliyên cîhanê, bi taybetî ciwanên Kurd û dostên me yên enternasyonalîst, divê berê xwe bidin Rojava û  li dijî zîhniyeta DAÎŞ’ê û polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd bisekinin. Divê em vê plana qirêj a li dijî jin û gelan tê meşandin vala derxin. Serketin dê ya me, gelê me, jinên Kurd û ciwanên Kurd be.

Li ser vê bingehê, ez berxwedana gel, ciwan û jinên me yên ku bi ruhê seferberiyê beşdarî têkoşînê bûne silav dikim û ji wan re serketinê dixwazim. Şoreşa Rojava li ser felsefeya Jin Jiyan Azadî hatiye damezrandin, ew ê têk neçe, berxwedana jinên Kurd vê vê zîhniyeta DAÎŞ’ê yên ku dixwazin vê zîhniyetê vejîne têk bibe. Yekîtiya gelan, yekîtiya gelê Kurd û berxwedana jin û ciwanên Kurd wê bi ser bikeve û di dîrokê de were nivîsandin. Em ê dijminê xwe têk bibin. Li ser vê bingehê, em hemû berxwedêrên li eniya şer, hemû çalakvanên ku xwedî li Şoreşa Rojava û şehîdên derdikevin silav dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin. Serketina Jin, Jiyan, Azadî wê bibe ya jinên Kurd, ciwanên Kurd û gelê Kurd.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN NAVENDA NÜÇEYAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li gundên Kobanê şer û pevçûnên dijwar
Nûçeya Pişt re Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrişê dibin ser gundên Kobanê, şer dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amedê li nava kolanê qetlîama jinan

Li navçeya Rezan a Amedê Hîlal Kar a 33 salî ji aliyê hevjînê ku bi…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê Hatim Abu Şeqra bê darizandin ne erkdarkirin’

Macîde Hesûn têkildarî erkdarkirina kujerê Hevrîn Xelefê nerazîbûnên xwe nîşan dan û got, divê kesên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li herêma Bêtkar a Qilêbanê rojane nêzî 700 ton dar têne birîn

Dewleta Tirk a dagirker li herêma Bêtkar a navçeya Qilêbanê bi destê cerdevanan rojane derdroa…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

TJA’yê li dijî tiryakê bang kir: Têkoşînê mezin bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê êşkence li Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Erkol kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şewata li Pênciwênê nayê vemirandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karasû: Pêşketinên demokratîk her tim bi têkoşîna civakî bûye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?