Zeynep Umut geşedanên 6’ê Çileyê yên li Helebê nirxandin û êrîşên HTŞ’ê yên li ser Kurdan, ne tenê di warê leşkerî de, her wiha di warê psîkolojîk û îdeolojîk de girt dest. Umut anî ziman ku bi taybetî hedefgirtina saziyên tenduristiyê, rewakirina komên çekdar û krîmînalîzekirina Kurdan, beşek ji stratejiyeke berfireh e ku armanca wê şikandina vîna berxwedanê ya gelan e.
‘NÎŞANEYEKE EŞKERE YA RIZÎBÛNA EXLAQÎ Û SIYASÎ YA SERDEMA ME YE’
Zeynep Umut di nirxandina xwe ya li ser bûyerên Helebê de diyar kir ku êrîşên HTŞ’ê yên li ser Kurdan wekî pevçûneke asayî nayê dîtin û hedefgirtina nexweşxaneyekê nîşaneya şikestineke ne tenê leşkerî, di heman demê de exlaqî û siyasî ye:
“Tiştên ku di 6’ê Çileyê de li Helebê qewimîn, ne nûçeyeke pevçûnê ya asayî bû ku mirov jê derbas bibe. Êrîşa HTŞ’ê ya li ser Kurdan ne tenê pêngaveke leşkerî bû; nîşaneyeke eşkere ya rizîbûna exlaqî û siyasî ya serdema ku em tê de dijîn bû. Îro rastiya ku komên di bin navê HTŞ’ê de tê belavkirin, yek ji rêxistinên herî bi xwîn û hov ên cîhanê ye, ne cihê nîqaşê ye. Ya ku divê em li ser bisekinin ev e ku ev komên ku serjêkirinê kirine rêbaz, înfazê kirine siyaset û tirsê kirine awayê rêveberiyê, çawa ji nişka ve wekî ‘aktorekî rewa’ têne nîşandan. Ya hîn girantir jî ew e ku, gelê Kurd ê ku li dijî vê hovîtiyê li ser navê mirovahiyê li ber xwe dide, di medyaya Tirk de bi awayekî hemwext bi etîketa ‘terorê’ tê krîmînalîzekirin.”
‘ŞERÊ ESAS, BERIYA AVAKIRINA ENİYÊ ŞIKANDINA VÎNA GELAN E’
Zeynep Umut diyar kir ku ew van qewimînan wekî xeletî an jî kêmasiya agahiyê nabîne, lê belê ev encam tercîheke bi zanabûn e. Umut destnîşan kir ku îro şer ne tenê di qada leşkerî de tê meşandin û armanca bingehîn a hêzên hegemonîk şikandina vîna berxwedanê ya gelan e:
“Ev tablo ne xeletiyek, ne kêmasiya agahiyê û ne jî qezayeke ragihandinê ye; berevajî vê, tercîheke bi zanabûn a serdema me ye. Îro hêzên hegemonîk wekî DYE û Rûsya ne tenê bi serdestiya xwe ya leşkerî hukim dikin. Şerê esas, beriya ku enî were avakirin tê xwestin ku were qezenckirin. Navê vê ‘şikandina vînê’ ye. Doktrînên şerê modern armanc dikin ku gelan îkna bikin ku berxwedan bêwate ye. Gefên çekên kîmyewî, sîmûlasyonên moşekan ên teknolojiya dawî, senaryoyên şer ên bi piştgiriya zekaya çêkirî (AI) û dîmenên tirsê yên di medyaya civakî de têne belavkirin, hemû heman peyamê didin: ‘Heke hûn li ber xwe bidin, hûn ê bên tunekirin.’ Ev, ji stratejiyeke leşkerî zêdetir, teknîkekî îmhakirina psîkolojîk e. Têkçûn, beriya ku bi fîzîkî pêk were, tê qebûlkirin; bi vî rengî mirov serî ranakin, deng dernaxin û hînî tiştên diqewimin dibin.”
‘NE TENÊ REFLEKSEKE PARASTINÊ YE’
Zeynep Umut bal kişand ser helwesta ku Kurd îro nîşan didin û destnîşan kir ku ev ne tenê wekî reflekseke parastinê dikare were xwendin, ev helwest li dijî fikra teslîmiyetê ya ku serdem ferz dike, îtîrazeke bi hêz e:
“Tam ji ber vê yekê, helwesta ku Kurd îro nîşan didin ne tenê reflekseke parastinê ye; sekneke ku derewa herî mezin a vê serdemê hildiweşîne ye. Vîna ku nîşan dide li dijî tank, top û balafirên bêmirov hîn jî berxwedan pêkan e, li holê ye. Em behsa gelekî dikin ku tevî gefa ‘hûn ê bên tunekirin’ paşve gav navêje û li hemberî senaryoyên tirsê teslîm nabe.”
‘KURD NE Bİ SERÎ TEWANDINÊ, Bİ BERXWEDANÊ HENE’
Zeynep Umut bi bîr xist ku ev berxwedan ne derketineke kêliyî ye û bal kişand ser tecrubeya dîrokî ya Kurdan:
“Tiştê ku em li vir behs dikin ne teqîneke cesaretê ya kêliyî ye; çandeke berxwedanê ya ku bi dîrokî hatî avakirin e. Kurd ne bi tewandinê, bi berxwedanê hene. Li dijî tunehesibandin, tepisandin û serûbinkirinê, her carê bi rabûna ser piyan xurtir bûn. Sedema ku îro hîn jî ewqas di hedefê de ne, tam ev e.
Rewakirina HTŞ’ê û krîmînalîzekirina Kurdan, ji vê çarçoveyê serbixwe nayê xwendin. Ev ne kaoseke ku tê de qencî û xerabî tevlihev bûye; ev hewildaneke sîstematîk e ji bo şikandina çanda berxwedanê. Ji ber ku gelekî ku li ber xwe dide, ne tenê gefeke çekdarî, di heman demê de gefeke îdeolojîk e jî.
Ne tesaduf e ku tiştên diqewimin ewqas eşkere ne; ev encama stratejiyekê ye ku tê de tê hêvîkirin ku em hîn bibin, normal bikin û dev ji pirsiyarkirinê berdin. Lê belê, girtina mijarê bi gotina ‘Cîhan jixwe wisa ye’ hêsankariya herî mezin e. Tam di vê xalê de, ji her demê zêdetir hewcedarî bi ramana dîrokî û teorîk heye. Tenê wê demê mirov dikare bibîne ku ev şaşitiya wekî tiştekî xwezayî ji me re tê pêşkêşkirin çawa hatî avakirin û mirov dikare bi bîr bîne ku vîn, tiştekî ku hîn nehatiye teslîmgirtin e.”

