Sêşem, 11 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kêmasiyeke girîng e ku di Qanûna Çarçoveyê de statuya Birêz Ocalan nehatiye diyarkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûn gava destpêkê ya pêvajoyê ye, ji bo çareseriyê divê dewlet hîn bi berpirsyariyê rabe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK: Bi awayek veşartî destwerdanê pêvajoya Kongreya Azadiya îranê hat kirin
Kurdistan

PJAK: Bi awayek veşartî destwerdanê pêvajoya Kongreya Azadiya îranê hat kirin

PJAK’ê ragihand ku di pêvajoya amadekariya Kongreya Azadiya Îranê de navê wan ji lîsteya vexwendinê hatiye derxistin û destnîşan kir ku "destwerdaneke veşartî" li pêvajoya amadekariyê hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Adar 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku partiya wan berê ji aliyê nûnerên Komîteya Rêveber a Kongreya Azadiya Îranê ve bi fermî hatibû vexwendin. Her wiha ji bo bangeşeya ku dibêjin du partiyên din yên Kurd ên di kongreyê de amade ne ango Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) û Partiya Komeleya Kurdistan a Îranê, di pêvajoya jêbirina navê PJAK’ê ji lîsteya vexwendina kongreyê rol leyîstine, PJAK’ê ji wan daxwaza zelalkirinê kir.

Berfirehiya daxuyaniya PJAK’ê wiha ye;

“Wekî ku demek dirêje di medyayê de hatiye ragihandin, kongreyek bi navê Kongreya Azadiya Îranê tê plankirin ku di 28 û 29’ê Adarê de li Londonê were lidarxistin. Di rewş û atmosfereke siyasî ya pir hesas de, di çarçoveya pêşketinên Îranê de, me wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) hewl da ku bi hemî tevgerên siyasî yên ku îdîa dikin ku piştgirî didin demokrasî û azadiyê re diyalog û hevkariyê bikin. Di vê çarçoveyê de, di hefteyên dawî de me bi organîzatorên Kongreya Azadiya Îranê re civînek hevbeş lidar xist, ku ev yek bû sedema diyalogek avaker. Di vê nîqaşê de, me bi wan re li ser nêrîn, bername û projeyên siyasî yên PJAK’ê nîqaş kir. Nêrîn û bername ji aliyê din ve jî bi awayekî erênî hatin nirxandin. Piştre organîzatorên Kongreya Azadiya Îranê, mîna partî û rêxistinên din yên siyasî yên Kurd û Îranî, partiya me bi fermî vexwend ku beşdarî vê kongreyê bibe. Me jî li berçavgirtina diyalogên erênî yên ku çêbûne,  her wiha bi nêrîna ku armanca vê kongreyê afirandina yekîtiyek berfireh di navbera hêzên siyasî û sivîl yên Îranê de ye, me biryar da ku bi awayekî erênî bersiva vê vexwendinê bidin û beşdarî kongreyê bibin.

NAVÊ ME JI LÎSTEYA VEXWENDINÊ HATE DERXISTIN

Ji naveroka nîqaşan û nivîsên fermî yên berpirsên kongreyê, me fêm kir ku atmosferek vekirî û demokratîk dikare li ser bingeha rêzgirtina hevbeş ji bo danûstandina raman û bernameyan were afirandin. Tê payîn ku bêyî her cûre ferzkirinê, ev pêvajo zelal, berfireh û demokratîk be. Lêbelê, ji destpêkê ve, bêyî ku em şêwir bikin û bêyî ku em agahdar bin, me bi awayekî ecêb şahidiya ragihandina damezrandina saziyek bi navê Encûmena Hemahengiya Kongreya Azadiya Îranê kir, ku li ser malpera fermî ya Kongreyê hate weşandin. Me ji destpêkê ve bi guman li vê nêrîna nezelal û nedemokratîk nêrî û fikarên xwe ji berpirsên Kongreyê re ragihandin. Wan bersiv da ku ev encûmen bi tu awayî ne biryardere û ne jî rêvebere. Lê paşê kiryarên vê encûmenê nîşan dan ku ev piştrastkirin ne li gorî rastiyanin.

Tevî ku şandeya Komîteya Rêveber a Kongreyê vexwendnameyek fermî ji partiya me re şandibû jî, lêbelê, me dît ku navên nûnerên partiya me, ji ber tevgerên bêberpirsiyartî û berevajî prensîbên zelal ên nêzîkbûn û demokrasiyê ji lîsteya vexwendî hatine derxistin. Ev kiryar ne tenê ji hêla siyasî ve bêkêr bû, lê bi eşkereyî berovajî prensîbên îlankirî yên Kongreyê bû.

MAFÊ TEVLÎBÛNÊ YA PJAK’Ê HATE ASTENGKIRIN

Mixabin, berevajî sernavê vê kongreyê, kiryara Encûmena Hemahengiya Kongreya Azadiya Îranê nêzîkatiya keyfî û ferzkirinê ya desthilatdarên wekî ‘Şûraya Negihban’ tîne bîra mirov. Di dawiyê de, tiştê ku qewimî ne nîşana xwesteka demokrasiyê, rastgotiya siyasî û exlaqî bû, ne jî nîşana beşdariya wekhev û azad bû. Belkû, encama ew tevgerên cudakar û berhema cûrek dûrxistinê û plana li pişt perdeyê nîşan da.

Li gorî lêkolîn û agahiyên hatine bidestxistin, rûniştina dengdanê di Encûmena Hemahengiya Kongreya Azadiya Îranê de bi awayekî qeyûmane hatiye lidarxistin û di encamê de, di heman demê de mafê PJAK’ê yê beşdarbûna vê kongreyê hatiye binpêkirin. Kesên ku me bi wan re civînên hevbeş lidar xistine, hîn jî xwedî niyeteke başin û bi xwe jî diyar kirine ku di pêvajoya derxistina PJAK’ê de destekî veşartî hebûye.

Lê pirsa sereke eve: çawa destên veşartî dikarin mudaxeleyî çalakiyên Kongreyekê bikin ku armanca wê avakirina baweriyê û nêzîkbûnê ye û bikaribin tevlî tevgerên wisa nezelal û wêranker bibin? Li gorî agahiyên ji hindirê Encûmenê hatine bidestxistin, hatiye îdiakirin ku du partiyên din yên Kurd ên di kongreyê de amade bûn, Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) û Partiya Komeleya Kurdistan a Îranê, di pêvajoya derxistina navê PJAK’ê de rol leyîstine. Ev îdia, bêyî ku rastbûna wê çi be, mijareke ku divê di çarçoveya têkiliyên di navbera partiyên Kurd de û di bin çavdêriya civaka Kurd de were lêkolînkirin; Lêbelê, ew berpirsiyarî û encamên çalakiya ji bo jêbirina navê me, PJAK’ê ji Kongreya Azadiya Îranê kêm nake.

EV HELWEST NAYÊ QEBÛLKIRIN

Pirsa me ji bo organîzator û berpirsên Kongreyê zelal û eşkere ye: Gelo ev rêbaza jêbirin û nêzîkatiya ferzkirî encama bandora sîstematîk an zexta hikûmetek diyarkirî an tevgerek siyasî ye? Di vî warî de, em li benda bersivek zelal û berpirsiyarane ne.

We di bangeşeyên xwe de behsa hevgirtin, berpirsiyarî û berfirehbûnê kir. Wate kîjan sedem an sedemek-wekî teşwîq, gef, an berjewendiyên demkî- we neçar kirin ku hûn dev ji îdiayên xwe berdin? Di demek de ku di nivîsên xwe yên fermî de we behsa dijberiya destwerdana biyanî û danûstandinên li pişt perdeyê kir., Lê delîl nîşan didin ku heman mekanîzmayên nezelaliyê û danûstandinên berjewendiyên kesane yên ku demek dirêje dîmena siyasî ya Îranê xerab kirine, di gava yekem a kongreya we de jinûve dubare serî hildaye.

Her wisa pirsek din jî ev kare wê bibe destpêkek a pêvajoya jêbirina dawî be? Ezmûna dîrokî ya Îranê nîşan daye ku jêbirinên nerm yên destpêkê di hin rewşan de di pêvajoyên pêşerojê de dibin sedema jêbirinên tundiyê.

We di malpera xwe de diyar kiriye ku ‘Ev Kongre ne ciheke ji bo hilbijartin an rewakirina rêberek an jî avakirina hevpeymaniyekê. Belkû, armanc ewe ku mekanîzmayên destwerdanê ji bo veguhestina desthilatdariyê bi awayên hevkariyê lêkolîn bike.’ Lê tiştê ku di pratîkê de qewimî ye, avakirina cûrek hevpeymaniya nenivîsandî ye ji bo astengkirina beşdariya azad û demokratîk. Belkû, ew pêvajoyeke ku ji destpêkê ve prensîbên demokrasî, wekhevî û tevlêbûnê binpê kiriye.

Em bi awayek zelal û eşkere dibêjini; Her cûre jêbirin, rakirin, bêserûberî û ferzkirina Encûmena Hemahengiya Kongreya Azadiya Îranê tu hincetek qebûlkirî tune ye û bi awayek zelal û berçav li dijî sernav û propagandaya ‘Kongreya Azadiya Îranê’ ye.

Bi van kiryaran, gelo ev Kongre ber bi hilberandina mînakek din ya “belavoka awarte” ve diçe? Bi vê nêrînê, gelo ew hîn jî xwe di rewşek de dibîne ku hêzên otorîter ên wekî alîgirên Pehlewî rexne bike, an hûn bi pratîkî heman rêbazên otorîterîzm û jêbirinê jinûve hildibirîne?

EM LI BENDA BERSIVÊN ZELAL Û BERPIRSYAR IN

Dema ku hûn behsa li ser jinûve avakirina baweriyê di civaka Îranê de dikin, hûn çawa hincetê ji bo vê têkdana baweriyê çêdikin? Bi dîtina me, tu hincet ji bo vê yekê nayê qebûlkirin. Ji ber ku we bi vî rengî prensîbên herî bingehîn yên têkiliyên demokratîk û siyasî binpê kirine. Hûn çawa dixwazin bi mirovan re li ser azadî, wekhevî, edalet, hemwelatîbûn, demokrasî û beşdarbûnê baxivin?

Encamên Encûmena Hemahengiya Kongreyê bi zelalî nîşan dan ku tenê îdiaya pejirandina Komara Îslamî pêkanîna nirxên demokratîk garantî nake, belkû, metirsiya dubarekirina nêzîkatî û kiryarên desthilatdarane, qeyûmane û ferzkirinê di nav kesên ku îdia dikin ku demokratîkin de hîn jî metirsîdare. Hişmendiya nezelal û nedemokratîk nikare rê li ber azadî û wekheviyê veke. Nêrînên bi vî rengî qet derfetan ji bo baweriya hevbeş, nêzîkbûn û hevkariyê peyda nakin.

Kongreya Azadiya Îranê di gava yekem de, li gor perspektîfa me li derveyî çarçoveya lihevkirinê û li dijî pîvanên demokratîk tevgeriyaye. Qebûlkirina vê rastiyê herî kêm gaveke ku rayedar dikarin ber bi reformê ve destnîşan bikin.

Em wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), li bendê ne ku bersivên zelal, eşkere û berpirsiyarane ji bo pirsên ku me raber kirine, werin dayîn.”
 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevanên Erfîn: Êrîşên Newrozê di medyayê de hat paşguhkirin
Nûçeya Pişt re Çeteyan li Siqêlbiyê yê Hemayê êrîşê gel kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Enqereyê çalakî dewam dikin

Çalakiyên şermezarkirinê yên piştî girtina Îmamoglû destpê kirin, bênavber dewam dikin. Li Enqereyê polîsan êrîş…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Gava hatî avêtin berpirsyariyeke giran dide me û civakê!’

Ji ÎHD’ê Gulseren Yolerî diyar kir ku Tevgera Azadiyê bi şewitandina çekan nîşan da ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê wê bi Wezîrê Edaletê re rûnên

DEM Partiyê got, "Hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re wê ji aliyê Serokwekîlên komê Sezaî Temellî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Şewba Ebolayê: Li Kongoyê zêdetirî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê fuze avêt baregeha Komele

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kanek terikandî ya li Efrîkaya Başûr hilweşiya: 14 madenkar mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?