Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku partiya wan berê ji aliyê nûnerên Komîteya Rêveber a Kongreya Azadiya Îranê ve bi fermî hatibû vexwendin. Her wiha ji bo bangeşeya ku dibêjin du partiyên din yên Kurd ên di kongreyê de amade ne ango Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) û Partiya Komeleya Kurdistan a Îranê, di pêvajoya jêbirina navê PJAK’ê ji lîsteya vexwendina kongreyê rol leyîstine, PJAK’ê ji wan daxwaza zelalkirinê kir.
Berfirehiya daxuyaniya PJAK’ê wiha ye;
“Wekî ku demek dirêje di medyayê de hatiye ragihandin, kongreyek bi navê Kongreya Azadiya Îranê tê plankirin ku di 28 û 29’ê Adarê de li Londonê were lidarxistin. Di rewş û atmosfereke siyasî ya pir hesas de, di çarçoveya pêşketinên Îranê de, me wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) hewl da ku bi hemî tevgerên siyasî yên ku îdîa dikin ku piştgirî didin demokrasî û azadiyê re diyalog û hevkariyê bikin. Di vê çarçoveyê de, di hefteyên dawî de me bi organîzatorên Kongreya Azadiya Îranê re civînek hevbeş lidar xist, ku ev yek bû sedema diyalogek avaker. Di vê nîqaşê de, me bi wan re li ser nêrîn, bername û projeyên siyasî yên PJAK’ê nîqaş kir. Nêrîn û bername ji aliyê din ve jî bi awayekî erênî hatin nirxandin. Piştre organîzatorên Kongreya Azadiya Îranê, mîna partî û rêxistinên din yên siyasî yên Kurd û Îranî, partiya me bi fermî vexwend ku beşdarî vê kongreyê bibe. Me jî li berçavgirtina diyalogên erênî yên ku çêbûne, her wiha bi nêrîna ku armanca vê kongreyê afirandina yekîtiyek berfireh di navbera hêzên siyasî û sivîl yên Îranê de ye, me biryar da ku bi awayekî erênî bersiva vê vexwendinê bidin û beşdarî kongreyê bibin.
NAVÊ ME JI LÎSTEYA VEXWENDINÊ HATE DERXISTIN
Ji naveroka nîqaşan û nivîsên fermî yên berpirsên kongreyê, me fêm kir ku atmosferek vekirî û demokratîk dikare li ser bingeha rêzgirtina hevbeş ji bo danûstandina raman û bernameyan were afirandin. Tê payîn ku bêyî her cûre ferzkirinê, ev pêvajo zelal, berfireh û demokratîk be. Lêbelê, ji destpêkê ve, bêyî ku em şêwir bikin û bêyî ku em agahdar bin, me bi awayekî ecêb şahidiya ragihandina damezrandina saziyek bi navê Encûmena Hemahengiya Kongreya Azadiya Îranê kir, ku li ser malpera fermî ya Kongreyê hate weşandin. Me ji destpêkê ve bi guman li vê nêrîna nezelal û nedemokratîk nêrî û fikarên xwe ji berpirsên Kongreyê re ragihandin. Wan bersiv da ku ev encûmen bi tu awayî ne biryardere û ne jî rêvebere. Lê paşê kiryarên vê encûmenê nîşan dan ku ev piştrastkirin ne li gorî rastiyanin.
Tevî ku şandeya Komîteya Rêveber a Kongreyê vexwendnameyek fermî ji partiya me re şandibû jî, lêbelê, me dît ku navên nûnerên partiya me, ji ber tevgerên bêberpirsiyartî û berevajî prensîbên zelal ên nêzîkbûn û demokrasiyê ji lîsteya vexwendî hatine derxistin. Ev kiryar ne tenê ji hêla siyasî ve bêkêr bû, lê bi eşkereyî berovajî prensîbên îlankirî yên Kongreyê bû.
MAFÊ TEVLÎBÛNÊ YA PJAK’Ê HATE ASTENGKIRIN
Mixabin, berevajî sernavê vê kongreyê, kiryara Encûmena Hemahengiya Kongreya Azadiya Îranê nêzîkatiya keyfî û ferzkirinê ya desthilatdarên wekî ‘Şûraya Negihban’ tîne bîra mirov. Di dawiyê de, tiştê ku qewimî ne nîşana xwesteka demokrasiyê, rastgotiya siyasî û exlaqî bû, ne jî nîşana beşdariya wekhev û azad bû. Belkû, encama ew tevgerên cudakar û berhema cûrek dûrxistinê û plana li pişt perdeyê nîşan da.
Li gorî lêkolîn û agahiyên hatine bidestxistin, rûniştina dengdanê di Encûmena Hemahengiya Kongreya Azadiya Îranê de bi awayekî qeyûmane hatiye lidarxistin û di encamê de, di heman demê de mafê PJAK’ê yê beşdarbûna vê kongreyê hatiye binpêkirin. Kesên ku me bi wan re civînên hevbeş lidar xistine, hîn jî xwedî niyeteke başin û bi xwe jî diyar kirine ku di pêvajoya derxistina PJAK’ê de destekî veşartî hebûye.
Lê pirsa sereke eve: çawa destên veşartî dikarin mudaxeleyî çalakiyên Kongreyekê bikin ku armanca wê avakirina baweriyê û nêzîkbûnê ye û bikaribin tevlî tevgerên wisa nezelal û wêranker bibin? Li gorî agahiyên ji hindirê Encûmenê hatine bidestxistin, hatiye îdiakirin ku du partiyên din yên Kurd ên di kongreyê de amade bûn, Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) û Partiya Komeleya Kurdistan a Îranê, di pêvajoya derxistina navê PJAK’ê de rol leyîstine. Ev îdia, bêyî ku rastbûna wê çi be, mijareke ku divê di çarçoveya têkiliyên di navbera partiyên Kurd de û di bin çavdêriya civaka Kurd de were lêkolînkirin; Lêbelê, ew berpirsiyarî û encamên çalakiya ji bo jêbirina navê me, PJAK’ê ji Kongreya Azadiya Îranê kêm nake.
EV HELWEST NAYÊ QEBÛLKIRIN
Pirsa me ji bo organîzator û berpirsên Kongreyê zelal û eşkere ye: Gelo ev rêbaza jêbirin û nêzîkatiya ferzkirî encama bandora sîstematîk an zexta hikûmetek diyarkirî an tevgerek siyasî ye? Di vî warî de, em li benda bersivek zelal û berpirsiyarane ne.
We di bangeşeyên xwe de behsa hevgirtin, berpirsiyarî û berfirehbûnê kir. Wate kîjan sedem an sedemek-wekî teşwîq, gef, an berjewendiyên demkî- we neçar kirin ku hûn dev ji îdiayên xwe berdin? Di demek de ku di nivîsên xwe yên fermî de we behsa dijberiya destwerdana biyanî û danûstandinên li pişt perdeyê kir., Lê delîl nîşan didin ku heman mekanîzmayên nezelaliyê û danûstandinên berjewendiyên kesane yên ku demek dirêje dîmena siyasî ya Îranê xerab kirine, di gava yekem a kongreya we de jinûve dubare serî hildaye.
Her wisa pirsek din jî ev kare wê bibe destpêkek a pêvajoya jêbirina dawî be? Ezmûna dîrokî ya Îranê nîşan daye ku jêbirinên nerm yên destpêkê di hin rewşan de di pêvajoyên pêşerojê de dibin sedema jêbirinên tundiyê.
We di malpera xwe de diyar kiriye ku ‘Ev Kongre ne ciheke ji bo hilbijartin an rewakirina rêberek an jî avakirina hevpeymaniyekê. Belkû, armanc ewe ku mekanîzmayên destwerdanê ji bo veguhestina desthilatdariyê bi awayên hevkariyê lêkolîn bike.’ Lê tiştê ku di pratîkê de qewimî ye, avakirina cûrek hevpeymaniya nenivîsandî ye ji bo astengkirina beşdariya azad û demokratîk. Belkû, ew pêvajoyeke ku ji destpêkê ve prensîbên demokrasî, wekhevî û tevlêbûnê binpê kiriye.
Em bi awayek zelal û eşkere dibêjini; Her cûre jêbirin, rakirin, bêserûberî û ferzkirina Encûmena Hemahengiya Kongreya Azadiya Îranê tu hincetek qebûlkirî tune ye û bi awayek zelal û berçav li dijî sernav û propagandaya ‘Kongreya Azadiya Îranê’ ye.
Bi van kiryaran, gelo ev Kongre ber bi hilberandina mînakek din ya “belavoka awarte” ve diçe? Bi vê nêrînê, gelo ew hîn jî xwe di rewşek de dibîne ku hêzên otorîter ên wekî alîgirên Pehlewî rexne bike, an hûn bi pratîkî heman rêbazên otorîterîzm û jêbirinê jinûve hildibirîne?
EM LI BENDA BERSIVÊN ZELAL Û BERPIRSYAR IN
Dema ku hûn behsa li ser jinûve avakirina baweriyê di civaka Îranê de dikin, hûn çawa hincetê ji bo vê têkdana baweriyê çêdikin? Bi dîtina me, tu hincet ji bo vê yekê nayê qebûlkirin. Ji ber ku we bi vî rengî prensîbên herî bingehîn yên têkiliyên demokratîk û siyasî binpê kirine. Hûn çawa dixwazin bi mirovan re li ser azadî, wekhevî, edalet, hemwelatîbûn, demokrasî û beşdarbûnê baxivin?
Encamên Encûmena Hemahengiya Kongreyê bi zelalî nîşan dan ku tenê îdiaya pejirandina Komara Îslamî pêkanîna nirxên demokratîk garantî nake, belkû, metirsiya dubarekirina nêzîkatî û kiryarên desthilatdarane, qeyûmane û ferzkirinê di nav kesên ku îdia dikin ku demokratîkin de hîn jî metirsîdare. Hişmendiya nezelal û nedemokratîk nikare rê li ber azadî û wekheviyê veke. Nêrînên bi vî rengî qet derfetan ji bo baweriya hevbeş, nêzîkbûn û hevkariyê peyda nakin.
Kongreya Azadiya Îranê di gava yekem de, li gor perspektîfa me li derveyî çarçoveya lihevkirinê û li dijî pîvanên demokratîk tevgeriyaye. Qebûlkirina vê rastiyê herî kêm gaveke ku rayedar dikarin ber bi reformê ve destnîşan bikin.
Em wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), li bendê ne ku bersivên zelal, eşkere û berpirsiyarane ji bo pirsên ku me raber kirine, werin dayîn.”

