În, 20 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta JES’ê ya li Gimgimê di roja 200’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo Komîsyona Şopandinê ya Meclîsê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê di rojên pêş de biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatimogullari li Edeneyê bi keyayan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Yildirim ê piştî 32 salan hate berdan: Pêwîstiya Kurdan bi statuyê heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê Mehdî Roşanî bi cezayê darvekirinê didarizîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Serdeştê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger mafê çarenûsiyê ji gelên din re hatibe nasîn, çima ji Kurdan re neyê dayîn?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sêrt û Şirnexê çalakiyên ji bo berdana girtiyên jin ên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên herêma Cizîrê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên KESK’î banga ji bo 25’ê Mijdarê: Em xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ekvadorê 9 mehan 323 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kezban Dogan: Li dijî kuştina jinan pêwîstî bi têkoşîna civakî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji bo bidestxistina mafên xwe neçar in travmaya giran jinûve vebêjin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Stêrk Gulo: Şehîd Seyîd zarokê şoreşê bû
Rojava

Stêrk Gulo: Şehîd Seyîd zarokê şoreşê bû

Rojnamevan Stêrk Gulo diyar kir ku şehîd Seyîd Evran ji bo pêşxistina xebatên Ragihandina Azad ji nifşên nû re derfetek mezin ava kir got: “Bi rihê welatparêzî û yekîtiyê xwe xemilandibû û bibû Kurdistanî."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Îlon 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rojnamevan û nivîskar Seyîd Evran yek ji pêşengên avakirina Çapemeniya Azad, di sala 1969’an de li navçeya Hênê ya Amedê ji dayik bû, zêdeyî 30 salan di xebatên Çapemeniya Azad de bi awayekî çalak cih girt. Evran di 22’yê Îlona 2023’yan ji ber nexweşiya dil li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû.

Derbarê salvegera şahadeta rojnamevan û şoreşger Seyîd Evran de, rojnamevan û hevala wî ya têkoşînê Stêrk Gulo ji ANF’ê re axivî.

Rojnamevan Stêrk Gulo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna şehîd Seyîd Evran û wiha got: “Demeke dirêj bû ku me heval Seyîd Evran nas dikir. Malbata wî di serhildanên Kurdistanê de, berxwedaniyek mezin meşandiye. Wî bi rihê welatparêzî yekîtiyê xwe xemilandibû û bibû Kurdistanî. Hem wek şoreşgerekî, hem jî wekî rojnamevanekî çapameniya azad xwe gihandibû lûtkeyeke mezin. Di derheqê serhildanên Kurdistanê de xwedî agahiyek mezin bû. Heval Seyîd hewl dida ku rastiya Kurdistanê derxîne rûyê erdê û bibe dengê rastiyê.” 

ŞEHÎD SEYÎD BÎR Û MEJIYÊ CIVAKÊ BÛ

Stêrk Gulo anî ziman ku Seyîd Evran kesayetek pir herikbar û bi tevger bû û wiha domand: “Jiyan ti cara li gel heval Seyîd nedisekinî û pir jêhatî bû. Ew bîra civakê bû. Di Çapemeniya Azad de xwedî bîr û bawerî bû. Dijmin hewl dide ku bîr û mejiyê gelê Kurd vala bike û qir bike. Hevalê Seyîd li hemberî wê berxwedaniyeke mezin karê rojnamevaniyê dida meşandin. Her tim dixwest ku dîrokê nas bike û bide naskirin jî. Ji ber wê diçû kîjan herêmê bi erdnigariya wir û gelê wir re dijiya. Bi berfirehî lêkolîn dikir û dinivîsand. Heval Seyîd fedekar bû û ji hevalên xwe hez dikir, xwe nêzî dilê mirovan dikir. Hevaltiya wî pir paqij û xwezayî bû. Heval Seyîd zarokê şoreşê bû û bi xwe wek kesayet şoreş bû.”

SEYÎD EVRAN MAMOSTEYÊ JIYANÊ BÛ

Di dewama axaftina xwe de Stêrk Gulo ev tişt anî ziman: “Hevalê Seyîd Evran pişta xwe spartibû çiyayên azad. Li her girê ku şopa gerîlayên azadiyê tê de berxwedanî pêşxistibe, pênûsa xwe têhiştîbû. Hevalê Seyîd ne tenê rojnamevan û şoreşger mamosteyê jiyanê bû. Heval Seyîd rastî di rûyê gerîla de dît. Heval Seyîd pir hewl da ku Çapemeniya Azad pêş bikeve. Di damizerandina rojnameya Ozgur Ulkeyê de cih girt. Pîşeya heval Seyîd endazyarî bû, lê xwestek û pêşketina wî hemû kar û xebatê jiyanê de xwe dida pêş. Heval Seyîd kesayetek ku her tim xwe zindî dikir. Tevgera hevalê Seyîd a fizîkî derbas dikir. Enerjiya wî ya rih û fikrê wî bû. Her tim hest û fikrên azad dijiya. Li her 4 parçeyên Kurdistanê xebat meşand. Başûrê Kurdistanê herêm bi herêm malbat bi malbat nas dikir. Di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê bû pêşengekek şoreşê. Hevalê Seyîd ji gel hez dikir, li wan guhdar dikir û nîqaş dikir. Heval Seyîd stûnek ji çapemeniya azad bû. Hezaran şagirtên heval Seyîd bi kesayeta xwe û bi kar û xebatê xwe da avakirin.”

JI 7 SALÎ HETA 70 SALÎ HER KESÎ HEVAL SEYÎD NAS DIKIR

Rojnamevan Stêrk Gulo biranînek xwe û şehîd Seyîd Evran dema bûyerek dişopandin wiha vegot: “Me bi hev re wek rojnamevan Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo dişopand. Baran dibarî û kameraya heval şil dibû. Kamera ji ber baranê diparast û digot;  ‘pêwiste ev kêliyên niha ev şervan û milîtanên Rêber Apo dijîn, em bi hemû detayên wê bi cîhanê bidin guhdarkirin’. Hewl dida hovitî û terora DAIŞ’ê zindî derxîne pêşiya hemû cîhanê. Pir qetliamên çeteyên kujer ên DAIŞ’ê bi wênekeş û kamerayê kişand û bi temaşevanan da pêşandan. Hevalekî wêrek bû û her tim dengê rastî û heqîqetê bû. Hevalê Seyîd hemû erdngariya Rojavayê Kurdistanê geriya û nas kir. Her gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê geriya û gel re nîqaş dikir. Zarokê 7 salî û heya kalê 70’ê salî heval Seyîd nas dikirin û jê hez dikirin. Heval Seyîd her tim li hemberî neheqiyê têdikoşiya.”

HEVAL SEYÎD STÛNEK JI ÇAPEMENIYA AZAD BÛ

Stêrk Gulo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heval Seyîd stûnek ji çapemeniya azad bû. Bi hezaran şagirtên heval Seyîd ava bûn. Heval Seyîd  gelek nifşên nû ava kir. Ciwanên Rojavayê Kurdistanê di beşa rojnamevaniyê de hevalê Seyîd wek xetekê dibînin. Çêkirina nûçeyekê heya kişandina wêneyekê bi şêwaza heval Seyîd Evran dikşînin. Endamên Ragihandina Azad, ji Dêrikê heya Efrînê li ser şopa Seyîd Evran, Gulistan Tara, Rizgar Adamiş û hwd. dimeşin. Heval Seyîd her tim digot; ‘Ez şagirtê Gurbetellî Ersoz im.’ Kêlî bi kêlî rihê şehîdan re dijiya û ji bo pêşxistina şoreşê her tim di nava liv û tevgerê de bû. Em ti cara nahêlin ku pênûs û kamereya heval Seyîd û hevalên ji bo pêşxistina Ragihandina Azad şehîd bûne li erdê bimîne. Em hêz digirin ku em bi hevalên wek hevalê Seyîd Evran re jiyane. Bi mebesta salvegera şehadeta sala yekemîn de em wek hevrêyên wî yê Ragihandina Azad û têkoşînê, bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber şehîdan ditewînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Helebê li dijî tecrîda Îmraliyê meşiyan
Nûçeya Pişt re ROJEVA 22’Ê ÎLONA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Polîsan derdora Şaredariya Akdenîzê bi bendan girtin: Ev telaşa çi ye?

Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê li derdora avahiya xizmetê ya Şaredariya AKP'ê  polîsan bi bendan…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê ji sedî 94 astengdar hate sirgûnkirin

Girtiyê nexweş Emîn Guler ê ji sedî 94 astengdar, ku li Rihayê rehîn tê girtin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xurmatuyê kampanyaya alîkariyê didome

Xelkê bajarokê Xurmatu 4 roj in ji bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 121 milyon dînar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xwendekarên li Qamişlo û Dêrikê ji bo Kurdî û Zanîngeha Rojava meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Til Temirê mayinek teqiya, kesek birîndar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dirbêsiyê û Amûdê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan li Qamişloyê komxebata diyalogê lidar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?