Hat ragihandin ku şîrketa mezin a teknolojiyê ya DYE’yê Meta amadekariya ku xebatkarên xwe bi pergaleke zekaya çêkirî bişopîne, dike. Li gorî Reutersê pergala ku jê re “Model Capability Initiative (MCI)” tê gotin, wê kompûtera xebatkarên xwe her kêlî bişopîne.
Pegala ku tê gotin wê tevgera mouse û bikaranîna klavyeyê analîz bike û her wiha wê dîmenên ekranê bikşîne û bi vî awayî bê xebatkarên xwan çi dikin, bi berfirehî lêkolîn bike. Rêveberiya Metayê diyar dike ku ev dane wê ji bo baştirkirina modelên zekaya çêkirî bên bikaranîn.
Lê ev sepan di nav şîrketê de rê li ber nîqaşan vekir. Hin xebatkar projeyê wekî “dîstopîk” bi nav kirin û bertek nîşan dan ku şîrket bêhtir bala xwe dide zekaya çêkirî.
Ji rêveberên teknolojiyê yê Metayê Andrew Bosworth diyar kir ku armanca şîrketê ew e ku pergalên zekaya çêkirî beşek mezin a xebatê bigire ser xwe. Li gorî vê yekê rola xebatkaran wê rêvebirin û kontrolkirina van pergalan be.
Gelek pispor destnîşan dikin ku her çiqasî armancên van sepanan zêdekirina hilberînê bin jî, di heman demê derbarê nepeniya xebatkaran û mafên a li kargehê rê li ber nîqaşên nû vedike.

