Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç ê di 14’ê Çileyê de li taxa Nûr a Cizîrê dema ku nûçe dişopand bi lêdanê hat binçavkirin û paşê hat girtin, piştî nêzî çar mehan îro ji Girtîgeha Şirnexê hat berdan. Tevî malbat û hevalên wî yên rojnameger, hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes Nedîm Orûç li pêşiya girtîgehê bi coş pêşwazî kirin.
Rojnamevan Nedîm Oruç hate berdan
Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç ê ku îro der barê wî de biryara berdanê hatibû dayîn, ji Girtîgeha Şirnexê derket.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike

