Komeleya Çand û Zimanê Kurdî Arsîsayê di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de li navçelya Erdîşê ya Wanê panelek li dar xist. Nivîskar Mutullah Dag, Salih Serhedî, Kadîr Kiliç, Dîba Keskîn, Civaknas Mecît Sargût û Semîra Çakir wekî axêver tevlî panelê bûn. Panel, bi moderatoriya Îzzet Akbaş pêk hat. Dayikên Aştiyê, rêveber û hevserokên DEM Partiyê yên Erdîşê, Hevşaredarên Şaredariya Erdîşê, Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li panelê bûn. Di eywanê de pankartên “Kurdî nasnameya me ya neteweyî ye”, “Asîmilasyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye”, “Her dem Kurdî li her derê Kurdî”, “Ziman hebûn û xwebûn e” û “Kurdî xwebûn û nasnameya me ya neteweyî ye” hatin daliqandin.
‘KURDÎ XWEDÎ DÎROKEKE QEDÎM Û KEVNAR E’
Di panelê de destpêkê nivîskar Mutullah Dag axivî. Dag destpêkê bal kişand ser diroka zimanê Kurdî û dewlemendiya zimanê Kurdî û got: “Kurdî zimanekî xwedî dîrokeke qedîm û kevnar û dewlemend e. Di dîrokê de berhemên zimanê Kurdî gelek caran rastî talanê hatine. Di serdema Moxolan de, di serdema Îskenderê Mezin de, di serdema destpêka belavbûna Îslamiyetê li Kurdistanê de pirtûkxaneyên li Kurdistanê hatine şewitandin, berhemên wêjeya Kurdî hatine talankirin.”
Mutullah Dag behsa girîngiya zimanê dayikê kir û wiha pê de çû: “Ziman dergûşa dîrokê ye, ziman nasnameya hevpar a gelan e. Ji bo ku pêşiya bişaftina ziman bêgirtin divê zimanê Kurdî bibe zimanê aboriyê, zimanê bazarê. Di sed salên dawiyê de 3 hezar ziman ji ber politikayên bişaftinê tune bûne. heke em li zimanê xwe xwedî dernekevin, zimanê me jî tehlûkeya tunebûnê re rû bi rû ye.”
Civaknas Mecît Sargût bi Kurtasî behsa dîroka wêje û romana Kurdî kir û li ser etîmolojiya peyva wêjeyê sekinî û got : “Peyva wêjeyê ji salên 1970’î şûn ve di lîteratorê de cih girtiye. Wêjeya nûjen xemilandina dîrok û çanda kevnar û qedîm e. Wejeya me bi piranî li ser trajediyan hatiye honandin.
‘WÊJE ZIMANÊ HEQÎQETÊ YÊ HERÎ XURT E’
Mecît Sargût behsa nirxandinên Rêber Apo yên der barê wêjeyê de kir û got: “Birêz Ocalan wêjeyê ne tenê wekî amûreke hunerî, wekî ‘zimanê herî xurt ê heqîqetê û nasnameya civakî’ pênase dike. Li gorî Ocalan wêje û azadî ji hev nayê qutkirin, wêje heqîqetê bi hest, can û ruh ve girê dide.”
Piştî axaftina Mecît Sargût, dayika bi navê Kezban Çelebî helbesteke Melayê Cizîrî ji bo beşdaran xwend.
‘KURDÎ BI SALAN HATIYE QEDEXEKIRIN’
Piştre nivîskar Kadîr Kiliç li ser rewşa zimanê Kurdî axivî. Kadîr Kiliç, bal kişand li ser polîtîkayên înkar û bişaftinê yen dewletê û ev tişt gotin. “Ev ji sed salî zêdetir e zextên giran li ser zimanê Kurdî hene. Bi îlankirina komarê re saziyên zimanê Kurdî hatin girtin, Kurdî hat qedexekirin. Gelek Kurd hatin sirgunkirin. Kurdî li qada gelemperî bi temamî hate qedexekirin.”
Kadîr Kiliç bilêv kir ku di sala 1925’an de bi Qanûna Şark Islahatê navê bajar, gund û çiyayên Kurdan hatine guherandin, lê van qedexeyan nikaribûye pêşî li zimanê Kurdî bigire.
‘ZIMAN NE TENÊ AMÛREKE RAGIHANDINÊ YE’
Kadîr Kiliç bal kişand ser nirxandinên Rêber Apo û got: “Birêz Ocalan dibêje; ‘ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, ziman çand û nasname ye, hişmendî ye ji bo me.’” Kiliç di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî ya îroyîn û wiha dawî li axaftina xwe nî: “Divê hemû zarokên me bi zimanê xwe mezin bibin, di vê mijarê de berbirsyariya bingehîn ya malbatan e.”
‘ROMANÊN KURDÎ YÊN DESTPÊKÊ LI SURGUNÊ HATINE NIVÎSÎN’
Dû re nivîskar Salih Serhedî li ser dîroka romana Kurdî axivî. Salih Serhedî got ji ber parçebûna Kurdan bi kar anîna alfabeyên cuda di nav Kurdan de di warê wêjeyê de jî bi xwe re parçebûnek aniye. Romana yekem ya Kurdî li Sovyetê ji aliyê Erebê Şemo ve hatiye nivîsandin. Erebê Şemo li Sovyetê bi zext û zordariyan re rû bi rû dimîne. Lê dîsa jî di xebatên wêjeyê israr dike û berhemên girîng diafirîne. Romanên Kurdî yên destpêkê li Surgunê hatine nivîsandin.”
‘BI AVABÛN KOMARÊ RE 36 ZIMAN HATIN QEDEXEKIRIN’
Herî dawî nivîskar û siyasetmedar Dîba Keskîn mafê axaftinê girt. Dîba Keskînê li ser giringiya ziman axivî û got: “Heke em li zimanê xwe xwedî dernekevin em ê di nav dîrokê de bihelin. Di dema Osmaniyan de li Tirkiyeyê 36 milet û ziman hebûn. Lê Mixabin bi avakirina Komara Tirkiyeyê re ji bilî Tirkî ev ziman hemû hatin qedexekirin. Wekî tu di baxçeyekî gulan de hemû gulan tune bikî tenê yekî bihêlî. Li ruxmê van qedexe û zextên li ser ziman û wêjeya Kurdî jî îro ziman û wêjeya Kurdî hebûna xwe diparêze. Celadet Alî Bedirxan bi Kovara Hawarê gelek nivîskaran li dora xwe kom dike. Di nav şert û mercên zehmet de hewl dide Kovara Hawarê derdixe. Hevjîna Bedirxan Rewşen Xanim ji bo ku mesrêfên kovarê gustilka xwe dide û dibêje; ‘ez bê guhar û gustîl dibim lê gelê me bêyî wêje nabe.’ Dîba Keskînê herî dawî bal kişand ser rola medreseyan jî û got: “Medreseyên Kurdan di demek dirêj ji bo çandi ziman û wêjeya Kurdî xebatên girîng pêk anîn. Heke îro Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Ebûl Cizirî ku di dinyayê de yekemîn car robot çêkiriye heta roja me hatibin ev di saya medreseyên Kurdan e.”
BEDLÎS
Komaleya Ziman û Wêje (MEDYA-DER) û Komeleya Wêjekarên Kurd bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Tetwanê li salona konferansê bi sernavê “Rewşa Perwerdehiya Kurdî” panelek li dar xistin. Li salona ku panel lê hat lidarxistin, pankarta “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hat daliqandin. Di panelê de Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê, pêkhateyên wê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên bajêr û gelek welatî amade bûn.
Di panela bi moderatoriya Bêrîvan Canbey Dûrsûnê hat lidarxistin de, nivîskar Faîk Taç li ser mijara “Wêjeya Kurdî û Netewe” pêşkêşiyek kir. Taç diyar kir ku wêjeya nivîskî ya Kurdî li paş wêjeya devkî ya Kurdî ye û got: “Dema ku em nêzîkî wêjeya nivîskî dibin, divê em ne tenê wekî şêweyeke hunerî, lê bi hişmendiya Kurdbûnê, bi hişmendiya ku ew romana Kurdî hebûna me ye, nêzîkî wê bibin. Divê em bi vî rengî, di nav têkoşîna hebûnê de, nêzîkî Kurdî bibin. Em ji bo Kurdî bedêl didin; lê piraniya me di jiyana xwe de bi Tirkî diaxivin. Bê guman, em ne li dijî tu zimanî ne. Lê zimanê me di nav êgir de ye, di şerê hebûnê de ye. Ji ber vê yekê, divê em vî zimanî li sûkê, li bazarê, li malê bi kar bînin. Divê em li gorî wê tevbigerin û xwedî li Kurdî derkevin.”
ASÎMLASYON Û OTOASÎMLASYON HATIN NÎQAŞKIRIN
Nivîskar Orhan Sakçi di pêşkêşiya xwe ya bi sernavê “Ziman û Wêje” de bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî. Sakçi diyar kir ku hewl tê dayîn ku di navbera her du zaravayên Kurdî, Kirmanckî û Kurmancî de dabeşbûn çêbibe û bi taybetî Kirmanckî ji zimanê din ê Kurdî tê veqetandin, ev yek jî xetereya jibîrkirina wê zêde dike.
Elîf Gemîcîoglû Yavîçê jî di pêşkêşiya xwe ya li ser “Jin û Wêje” de destnîşan kir ku jin di dîroka Kurdan de hem hilgirên çandê û hem jî yên ziman bûne. Elîf Gemîcîoglû Yavîçê diyar kir ku zimanê Kurdî ji nifşekî bo nifşekî din hatiye veguhastin û ev bi piranî bi rêya dayik û dapîran çêbûye.
Mamosteyê zimanê Kurdî Abdulhekîm Kartal bi sernavê “Zimanê Dayikê û Girîngiya Wê” de axivî û diyar kir ku divê her kes bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne. Kartal bal kişand ser xetera otoasîmîlasyonê di civaka Kurd de û girîngiya bikaranîna Kurdî di hemû aliyên jiyanê de destnîşan kir.
Panel bi xwendina helbestên Kurdî yên Sakçi û pirs û bersivan bi dawî

