Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît beşdarî Bernameya Taybet a televîzyona Medya Haber TV bû û li gel salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî pêvajoya heyî nirxand ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo destpê kir.
Di destpêka axaftina xwe de hêzên komploger hemû şermezar kir, Rêber Apo ku 27 sal in pêşengiyê ji têkoşîna li dijî komployê re dike silav kir û di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hemû şehîdên têkoşîna li dijî komployê bi bîr anî.
Hêlîn Umît anî ziman ku di têkoşîna li dijî komploya navneteweyî de gel her tim li pêş bû û got, “Gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, li her derê daket qadan. Her kesî bi vî rengî bi şênberî dît, ev hêrs ti carî kêm nebû. Têgihiştina bi Komploya Navneteweyî re rû da her roj hêrsa gelê Kurd hîn xurt kir, ji bo netewebûna demokratîk û tevgera gelê weke weke neteweyekê bû hişmendiyek. Lewma gelê me û her kesên tevlî van çalakiyan bûn pîroz dikim, spasiya wan dikim. Hêza ku dan me, çavkaniya bingehîn e ku me li ser piyan dihêle.”
Hêlîn Umît anî ziman ku divê ew komploya navneteweyî ne weke bûyerekê binirxîne, lê weke pêvajoyekê bibînin ku dewam dike.
Endama Tevgera Azadiyê ragihand ku li ser bingeha dîlgirtina Rêber Apo hate xwestin ku gelên herêmê bê kontrolkirin, pêngava dîrokî bê tepisandin û got, “Hêzên navneteweyî têkildarî herêmê xwedî stratejiyekê ne. Ev nû nîne. Ji seferên bi Xaç û vir ve em zanin ku berê wan li Rojhilata Navîn e. Em bi êriş û hewldanên sîstema kapîtalîst a global zanin. Li ser vê bingehê şer tê meşandin. Lê belê stratejiyeke cewherî ya kku gelên herêmê temsîl dike nîne. Hewldana ku dixwaze bibe amûreke stratejiya sîstema kapîtalîst a serwer a heyî, wergirtina parekê ji vê yekê stratejî nîne. Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê û vir ve hewl hate dayin ku bibe parçeyek ji planên cîhana Rojava. Halbûkî pêwîstiya herêma me û gelên me bi stratejiya xwe heye.
Ji ber vê yekê nikare bê gotin ku komploya navneteweyî rû da û bi dawî. Bi tevdana ji derve lîstik û plan dewam dikin. Li hemberî vê yekê pêwîstî bi stratejiya cehwerî ya gelên me heye. Ev yek jî di serî de tifaqa Kurd-Tirk nûkirin û jinûve avakirina têkiliyên xwe dispêre tifaqa gelên herêmê ye. Di têkoşîna sala 28’an a komploya navneteweyî de divê ev lîstik bêne dîtin, tifaqa gelan bê avakirin û sîstemeke cewherî bê afirandin ku bersivê dide pêwîstiya azadî û demokrasiyê ya gelên herêmê. Li ser vê bingehê her kesên ku di sala 28’an de têkoşînê dimeşînin re serketinê dixwazim. Pîvana bingehîn a vê jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Dixwazim careke din destnîşan bikim ku ev yek jî tenê bi projeya neteweya demokratîk, civaka demokratîk û komara demokratîk a Rêber Apo dikare bê pêkanîn.”
Têkildarî mijarê Hêlîn Umît diyar kir ku ew bûyerên li Rojava ji çapemeniyê dişopînin, hewl didin fêhm bikin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Herî dawî li Munchenên konferansek hate lidarxistin û Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed beşdarî wê civînê bûn. Li wir daxuyanî dan. Daxuyaniyên diyarker ew in. diyar e li Rojava lihevkirinek heye. Civaka Kurd ev êrişên weke komploya duyemîn a 15’ê Sibatê, nûkirina komployê nirxand. Bi rastî jî bi metirsiyeke cidî re rû bi rû ma. Di demekê de ku rêveberiya li Rojava û rêveberiya Şamê di nava hevdîtinê de bû êrişên li Helebê ketin rojevê. Di heman demê de li Parîsê civînek hate lidarxistin. Di 6’ê Çileyê de li çapemeniyê belav bû. Ev sernav gelekî hatin nîqaşkirin. Di vir de ya girîng ew e ku alî kî bûn. Yên li Parîsê bûn kî bûn, li ser çi di berdêla çi de li hev kirin? Divê ev yek baş bê fêhmkirin.
Sîstema modernîteya kapîtalîst sîstemeke bê wijdan, sîstemeke bê exlaq e. Sîstemeke welê ye ku bazarî li ser her tiştî tê kirin. Nirxên herî pîroz, nirxê herî pîroz çi ye? Mînak di nava civakê de jin e. Di nava vê sîstemê de ya ku herî zêde pêşkêşî bazarê tê kirin jin e. Ti normeke xwe nîne, pîvaneke xwe nîne. Sîstema kapîtalîst bi vî rengî ye. Rastiyeke xwe ya bi vî rengî heye. Li Rojava civakek heye ku 13-14 salan li hemberî zilma DAÎŞ’ê li ber xwe da. Darbe li hemberî vê yekê hate kirin. Belê, komployek hate kirin. Divê bi vî rengî bê fêhmkirin. Di berdêla çi de? Li ser bingeha parvekirina xakê ev yek bû. Girîng e ev yek baş bê fêhmkirin. Mînak li Sûriyeyê para ku ji Îsraîlê re hatiye dayin çi ye? Îsraîl jî di civîna Parîsê de aliyek e. Di berdêla para ku jê re hate dayin xwestin ku Kurdan careke din bixin gorê, Kurdan bi komkujiyê re careke din rû bi rû bihêlin. Ev yek bi hewldanên Rêber Apo, bi hewldanên hêzên cuda û hin derdorên ji Tirkiyeyê hate rawestandin.
Ji bo pirsa, gelo Tirkiye bi rengekî yekbûyî çiqasî di nava vê pêvajoyê de bû, bersiva min a şênber nîne. Dikarim vê bibêjim. Destwerdana Rêber Apo bi rastî jî gelekî bi bandor bû û ev komplo hate rawestandin. Şerê navbera gelan rawestand. Komkujî jî rawestand. Ji xwe tenê hêzek hebû ku dikarîbû rawestîne, ew jî Rêber Apo bû. Wekî din kesî nikarîbû rawestîne. Divê her kes vê baş fêhm bike. Timî tê gotin ku hate xwestin, ji vê derê şerekî Kurd-Ereban bidin destpêkirin. Belê, dibe ku ew jî bû. Ji ber ku hêzên global, hêzên kapîtalîst xwe ji xwînê xwedî dikin. Xwe ji şerê navbera gelan xwedî dikin. Hebûna xwe, hebûna li herêmê li ser vê hincetê didin rûniştandin. Bi vê hincetê li herêmê dimînin. Serweriyê dikin. Vê dikin bahane û li herêmê hebûna xwe dewam dikin. Dibe ku ev be. Îtiraza min li vê nîne. Lê belê vê nirxandinê kêm dibînim. Ji ber ku piştre me ev yek dît.
Rewşeke welê derkete holê ku hinekan bi israr hewl dan şerê Tirk-Kurd ji ser wê derê bidin destpêkirin, neteweperestiya Kurd kûr bikin, êrişî Projeya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo bikin, êrişî xeta aştî û civaka demokratîk bike, wê têk bibe. Me ji vê derê bêhna vê girtin. Bila her kes bi vê zanibe. Armanca esasî ya li wê derê ji aliyê her kesî ve hate dîtin, vaye civaka Kurd çawa rabû ser piyan? Ez her kesî pîroz dikim. Li Ewropa, Bakurê Kurdistanê, Başûr û Rojhilat bi wê welatparêziyê xwedîderketin li Rojava çêbû, ruhekî neteweyî afirî. Ez vê pîroz dikim. Meyleke xurt hebû ku xwest vê potansiyelê, vê danheviyê, daxwaza azadî û hebûnê ya gelê Kurd, yekbûna wê bi neteweperestiyê ber bi şerê Tirk-Kurdan ve bibe. Rêber Apo bêguman pêşî li vê yekê jî girt.”
Hêlîn Umît anî ziman ku di Konferansa Munchenê de hate gotin, sîstema global hilweşiya ye û got, “Sîstema ku hilweşiya ye kîjan e? Sîstema netewe dewletê ye. Ji ber ku netewe dewlet li her devera ku lê ye şer dibe wê derê. Her devera ku xwe digihîne wir, dike derya xwînê. Çareseriya me neteweya demokratîk e. Çareseriya jiyana bi hev re ya gelan e. Lewma em di vê çareseriya xwe de bi israr in. Em bi biryar in ku vê pêk bînin.”
Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît di dewama axaftina xwe de rêveçûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û diyar kir ku nîqaş li ser hin gavan têne kirin, lê belê ev nîqaş bi rengekî şermokî, bi rengekî dudil têne kirin. Hêlîn Umît got, “Ev yek dibe sedema fikaran. Weke şexs ez ji bo xwe bibêjim, ev yek bi min re fikar û gumanan diafirîne. Wê ewqasî gotinên bi îdîa bêne kirin. Wê bê gotin, sedsala Tirkiyeyê. Wê bê gotin, nûkirina tifaqa Tirk-Kurd. Wê bê gotin, Kurd bêyî Tirk, Tirk bêyî Kurd nabe. Wê bê gotin, em eniya navxweyî xurt bikin. Wê qala pirsgirêka mayindebûna Tirkiyeyê bê kirin. Wê bê gotin ku lîstikên li Rojhilata Navîn li ser Tirkiyeyê ye. Wê ewqas gotinên radîkal bêne gotin, lê belê bi nîqaşên sist bersiv jê re bê dayin. Ev yek berevajî giraniya van gotinan e. Lewma dikarim bibêjim ku li Tirkiyeyê îradeya siyasî lawaz e. Belê Bahçelî di axaftinên xwe de girîngiyeke mezin dide Rêber Apo. Em gelekî girîng dibînin. Ev yek weke zemîneke muxatabiyê, zemîneke nîqaşê tê dîtin. Lê belê îradeya siyasî lawaz e. Ev lawazî li nava desthilatdariyê heye. Eger dawî li vê yekê neyê anîn metirsî heye ku lîstik li ser pêvajoyê bêne lîstin.”
Hêlîn Umît bi bîr xist ku Rêber Apo di pêkanîna entegrasyona demokratîk de bi israr e, wan jî ragihandin ku bi pêşengî û rêveberiya Rêber Apo ji pêvajoya entegrasyona demokratîk re vekirî ne û got, “Wê demê divê ev pêvajo li ser pîvanên demokratîk bimeşe. Bi nîqaşê bimeşe. Mînak, divê rêveberiya Tirkiyeyê li rexneyan vekirî be. Ji vê aciz nebe. Aliyek wê li gorî dilê xwe, bi her awayî zimanê xwe bi kar bîne. Lê belê dema mijar bibe aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd, dema mijar bibe Rêbe Apo wê oto-sansurê pêk bîne, bê xwestin ku fikrê xwe, daxwazên xwe nîne ziman. Ev nabe. Ev yek li dijî ruhê pêvajoyê ye. Beriya her tiştî divê her kes li gorî ruhê pêvajoyê tevbigere. Vê girîng dibînim.
Di rojeva me de entegrasyona demokratîk heye. Komîsyon li ser çi dixebite em bi wê nizanin, lê belê em li ser entegrasyona demokratîk dixebitin. Lewma dikarim vê bibêjim; ji bo em karibin entegrasyona demokratîk pêk bînin divê li Tirkiyeyê qanûn bêne derxistin. Ji bo entegrasyona demokratîk pêwîstî bi komareke demokratîk heye. Ya ku karibe vê pêk bîne, ya ku entegrasyona demokratîk bi cih bîne demokratîkbûna li Tirkiyeiyê ye, afirandina qanûnên li gorî vê yekê ye. Divê bi vî rengî bê nîqaşkirin û di rojevê de bê hiştin. Bi israra li ser rêbazên asîmîlasyon û îmhayê entegrasyona demokratîk nabe. Bala xwe bidinê, her roj di medya Tirk de tê gotin, ‘Qediya, me qedand, teror, terorîst’. Ev ziman, ev nirxandin nabe.
Eger tu her roj bibêje qediya, me qedand, eger tu van bibêje wê ji te re jî be gotin, tu dixwaze van biqedîne, tine bike, îmha bike, asîmîle bike. Ji ber vê divê ev ziman tavilê bê terikandin.”
Hêlîn Umît destnîşan kir ku li Tirkiyeyê valahiyeke demokrasiyê heye û got, “Valahiya eniya demokrasiyê heye. Qada siyaseta demokratîk vala ye. Çawa ku em dibêjin di damezrandina komarê de Kurd li derve hatin hiştin, Îslamî li derve hatin hiştin, sosyalîst jî li derve hatin hiştin. Li Tirkiyeyê çep jî li derve hate hiştin. Em amade ne li Tirkiyeyê bibin baskê çep. Em dikarin baskê çep a demokratîk a Komara Tirkiyeyê ava bikin. Di vê mijarê de em bi israr in, danheviya me heye. Ev wê bibe ku Tirkiye gaveke mezin biavêje. Wê Tirkiyeyê gelekî bi pêş ve bibe. Çareseriya ji bo hemû pirsgirêkên civakî, aborî, exlaqî û hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bi vî rengî wê pêk were. Yekalî, rastgirî û neteweperestiyê Tirkiye xistiye rewşeke welê ku neyê naskirin. Civaka Tirk ji Tirkbûnê derxist. Ez bi civaka Tirkiyeyê zanim, nas dikim. Mirovên Tirk ne bi vî rengî bûn. Kirin ku mirovên Tirkiyeyê neyên naskirin. Ji nirxên wê qut kirin.”
Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ew ketin atmosfera 8’ê Adarê û got, “Bi vê wesîleyê 8’ê Adarê ji niha ve pîroz dikim. Bang li jinan hemûyan dikim ku li hemberî mejiyê kujerê kastîk têbikoşin. Divê jin li qadan bin, têbikoşin. Bêguman mesele ne tenê ew e ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan û çalakiyê bikin. Pirsgirêkên me yên bingehîn hene. Weke jin em bi gelek pirsgirêkên cidî, bi êrişên cidî û xeteriyan re rû bi rû ne. Divê em vê fêhm bikin û çareser bikin.
Li cîhanê ti zindî nîne ku weke jinê li jiyaneke zehmet û giran hatiye mehkûmkirin. Ez dibêjim zindî, ne tenê mirov. Jiyana herî giran ji jinan re rewa hatiye dîtin. Ji ber ku sîstema heyî ya cîhanê, sîstema bi serweriya mêr li ser koletiya jinê bilind bûye. Sîstemeke milkiyetê ya ku jin lê hatiye mehkûmkirin bingeha şaristaniya heyî ye. Eger jin nebe parçeyek ji vê sîstemê yan jî nebe amûreke ku bê talankirin, ev sîstem nikare dewam bike. Çawa ku hem jin hem jî nirxên jinê beriya 30 hezar salî hatin desteserkirin, di vê serdemê de jî bi heman mejiyê kujerê kastîk, bi mejiyê komkujer êriş dewam dike.”
Hêlîn Umît destnîşan kir ku weke jin tiştekî ku ew winda bikin nîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Em bi zordarî û tundiyê têne ragirtin. Eger ev tundî nebe pêwîstiya bi azadiya jinê, meyla azadiya jinê, meyla civakîbûna jinê wê sîstemeke cuda biafirîne, wê sîstemeke şaristaniyê ya cuda ava bike, wê modernîteyeke cuda biafirîne. Lê bala xwe bidinê, bi faşîzma rojane ya li hemberî jinê, bi qirkirina jinê re me dikin parçeyek ji vê pêvajoyê. Ji ber vê yekê weke jin pêwîstiya me hîn bêhtir bi zanebûnê, rêxistinbûnê, kombûna li hev û nîqaşê heye.”
Hêlîn Umît anî ziman ku li Tirkiyeyê, li nava civaka Tirkiyeyê eger jinên rewşenbîr, jinên femînîst, jinên aştîxwaz hebin û ev jin dixwazin bi rolekê rabin, divê bi rengekî hîn çalak beşdarî pêvajoya aştî û civaka demokratîk bibin, xwedî lê derkevin.
Hêlîn Umît got, “Îdeolojî û xeta azadiya jinê ya ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, Rêber Apo danî holê, bi rengekî giştî zanebûneke gelekî cidî li nava civakê afirand. Ez nabêjim azad bû. Azadî tiştekî cuda ye. Tiştek e ku divê mirov li ser zemîneke cuda nîqaş bikin. Lê belê di nava jin û mêr de hişmendiyeke girîng afirand. Mînak li Kurdistanê bi qasî jinan, mêr jî bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dadikevin qadan.”

