Di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî her sal li gelek deveran çalakî têne lidarxistin. Çalakiyên ji bo zimanê dayikê ku piştî hilbijartinên xwecihî li şaredariyan zêde bûn, îsal jî li Amedê wê ji aliyê gelek saziyan ve bêne birêxistinkirin. Şaredariyên ku gelek karên weke meş, panel, dîmen, konser û guhertina navê kolanan bi Kurdî meşandin, di mijara zimanê dayikê de ji bo avêtina gavên şênber kêm ma. Kêm kreş hatin vekirin û projeyên ku weke armanc hatin danîn bi cih nehate anîn. Li Amedê xebatên ji bo xizmeta zimanê dayikê zêde dibin.
Midûrê Şaxê Parastina Ziman Tahîr Baykûşak karên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên ji bo parastina zimanên li ber tinebûnê yan jî ne xwedî statu nirxand û diyar kir ku li gel xizmeta bi çar zimanî wan kursên bi Suryanî û Ermenî dane destpêkirin. Tahîr Baykûşak işaret bi projeyên xwe yên ji bo zimanê dayikê kir û anî ziman ku ji bo pêşvebirina feraseta xizmeta bi pir zimanî ew têdikoşin.
Baykûşak diyar kir ku karên wan ji bo pir zimanî dabûn destpêkirin bi pêvajoya qeyûm re hatin astengkirin, lê belê bi şaredariyên ku ji nû ve bi dest xistin ev feraset ji nû ve bi cih hate anîn.
‘KURSÊN BI ERMENÎ Û SURYANÎ JÎ HENE’
Baykûşak ragihand ku di nava du salên dawî de hewldaneke taybet ji bo ziman heye. Baykûşak diyar kir ku di nava du salan de li qada ziman kar kirin û bi Kurmancî, Kirmanckî, Tirkî û Îngilîzî parvekirin kirine.
Baykûşak anî ziman ku li beşên şaredariyê karên zimanê dayikê dewam dikin, hem ji bo mirovên bi temen hem jî ji bo zarokan kurs û perwerde tê dayin û got, “Li serokatiyên xwe yên daîreyan hem ji aliyê civakî hem jî ji aliyê çandî ve em kar dikin. Li gel Kurmancî û Kirmanckî di bin sîwana şaredariyê de em kursên Suryanî û Ermenî jî didin. Ev herdu ziman ji bo me gelekî girîng in; her çend nifûsa xwe li gorî berê kêm bû be jî nîşandana ziman û rengê herdu gelên li bajêr ji bo me gelekî girîng e.”
‘PIR ZIMANÎ Û PIR ÇANDÎ YA BAJÊR JI HER ALÎ VE GIRÎNG E’
Baykûşak diyar kir ku karên wan ne tenê kurs e û işaret bi projeyên ji bo zarokan kir û got, “Kreşên Zarokistanê û qadên lîstikê yên ji bo zarokan jî hene. Ji bilî van em hewl didin ku li sûkê û bazarê rengê Kurdî nîşan bidin. Ji bo navê kolan û taxan bibin Kurdî em dixebitin. Pir zimanî û pir rengîniya bajêr dike ku eleqeya ji bo zimanê dayikê zêde bibe.”
Baykûşak destnîşan kir ku ji bo zimanê dayikê hîn berfireh bibe pêwîstî bi kadroyan heye û ji bo vê jî personelên şaredariyê hatin perwerdekirin.
Baykûşak got, “Zimanê dayikê weke mirov, weke jiyanê zindî ye; eger statuyekê bi dest nexe wê ber bi mirinê û tinebûnê ve biçe. Lewma em di Hefteya 21’ê Sibatê de Roja Zimanê Dayikê pîroz dikin. Bi taybetî giraniyê didin ser wan zimanan ku statuya wan nîne. Kurdî, Çerkesî, her wiha Hemşîncî ji van zimanan e.”
‘GELEK ARMANC HENE KU ME DANÎNE PÊŞIYA XWE’
Baykûşak ragihand ku ji bo her kesên li bajêr bi zimanê xwe yê dayikê xizmetê bibîne ew ê karên xwe dewam bikin û got, “Em hîn negihîştine cihê ku em dixwazin, lê belê ji bo vê dixebitin. Heta ku zimanên li ber tinebûnê bibin xwedî statu, divê rêveberiyên xwecihî balê bikişînin ser zimanên dayikê û li her qadê belav bikin. Gel dema ku çû şaredariyan divê bi ruhekî baş ji wir biçe.
Îro li Ewropa, li Balkanan gelek mînak hene. Li gel kêmasiya di kar û kadroyan de gelek armanc hene ku me danîne pêşiya xwe. Di vê nuqteyê de gelek kar hene ku divê bêne kirin. Gelek kar hene ku em li vî bajarî hem bi Kurmancî hem jî bi Kirmanckî bikin.”

