În, 20 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Adalet Kaya: Pêvajoya esasî ji niha û pê ve destpê dike, gavên cihê baweriyê şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameger Alîcan Uludag hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Mehdî Ataca 31 sal şûnde hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga ‘Komîsyona Heqîqetê’ ji Dayikên Şemiyê jI bo meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bagcilarê civîna gel: ‘Ger pêvajoya aştiyê hebe, divê tecrîd were rakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Banga ji bo parastina zimanê dayikê: Perwerdeya ziman a destpêkê ji malê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fedaiya berxwedana Cizîra Botan: Feraşîn Gabar

    Ji aliyê Stêrk TV

    kademîya Jineolojî ya Şengalê: Di civaka Êzidî de helwesta xweparastinê zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê îdiaya êrîşa bi drona a li ser wesayîtekî: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qeladizê ciwanê ku ji Rojava vegeriya hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên Îranê yên li hemberî zimanê Kurdî hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nûnera Filîstîniyan a li diasporê Leyla Şahid jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya 8’ê Adarê ya Londonê: ‘Rojava warê jinên azad e; em ê biparêzin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê deklarasyona 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Silêmaniyeyê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 8’ê Adarê: ‘Em avakirina jiyana nû pîroz dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çarenûsa 25 jinên li Îranê hatibûn binçavkirin ne diyar e 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şaredariya bi pir zimanî: Kursên bi Suryanî û Ermenî destpê kir
Kurdistan

Şaredariya bi pir zimanî: Kursên bi Suryanî û Ermenî destpê kir

Midûrê Şaxê Parastina Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tahîr Baykûşak diyar kir ku ew dixwazin karê şaredariyê yên bi pir ziman û pir rengî bikin û got, li gel kêmasiyan jî ew hewl didin projeyên danîne pêşiya xwe bi cih bînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî her sal li gelek deveran çalakî têne lidarxistin. Çalakiyên ji bo zimanê dayikê ku piştî hilbijartinên xwecihî li şaredariyan zêde bûn, îsal jî li Amedê wê ji aliyê gelek saziyan ve bêne birêxistinkirin. Şaredariyên ku gelek karên weke meş, panel, dîmen, konser û guhertina navê kolanan bi Kurdî meşandin, di mijara zimanê dayikê de ji bo avêtina gavên şênber kêm ma. Kêm kreş hatin vekirin û projeyên ku weke armanc hatin danîn bi cih nehate anîn. Li Amedê xebatên ji bo xizmeta zimanê dayikê zêde dibin.

Midûrê Şaxê Parastina Ziman Tahîr Baykûşak karên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên ji bo parastina zimanên li ber tinebûnê yan jî ne xwedî statu nirxand û diyar kir ku li gel xizmeta bi çar zimanî wan kursên bi Suryanî û Ermenî dane destpêkirin. Tahîr Baykûşak işaret bi projeyên xwe yên ji bo zimanê dayikê kir û anî ziman ku ji bo pêşvebirina feraseta xizmeta bi pir zimanî ew têdikoşin.

Baykûşak diyar kir ku karên wan ji bo pir zimanî dabûn destpêkirin bi pêvajoya qeyûm re hatin astengkirin, lê belê bi şaredariyên ku ji nû ve bi dest xistin ev feraset ji nû ve bi cih hate anîn.

‘KURSÊN BI ERMENÎ Û SURYANÎ JÎ HENE’

Baykûşak ragihand ku di nava du salên dawî de hewldaneke taybet ji bo ziman heye. Baykûşak diyar kir ku di nava du salan de li qada ziman kar kirin û bi Kurmancî, Kirmanckî, Tirkî û Îngilîzî parvekirin kirine.

Baykûşak anî ziman ku li beşên şaredariyê karên zimanê dayikê dewam dikin, hem ji bo mirovên bi temen hem jî ji bo zarokan kurs û perwerde tê dayin û got, “Li serokatiyên xwe yên daîreyan hem ji aliyê civakî hem jî ji aliyê çandî ve em kar dikin. Li gel Kurmancî û Kirmanckî di bin sîwana şaredariyê de em kursên Suryanî û Ermenî jî didin. Ev herdu ziman ji bo me gelekî girîng in; her çend nifûsa xwe li gorî berê kêm bû be jî nîşandana ziman û rengê herdu gelên li bajêr ji bo me gelekî girîng e.”

‘PIR ZIMANÎ Û PIR ÇANDÎ YA BAJÊR JI HER ALÎ VE GIRÎNG E’

Baykûşak diyar kir ku karên wan ne tenê kurs e û işaret bi projeyên ji bo zarokan kir û got, “Kreşên Zarokistanê û qadên lîstikê yên ji bo zarokan jî hene. Ji bilî van em hewl didin ku li sûkê û bazarê rengê Kurdî nîşan bidin. Ji bo navê kolan û taxan bibin Kurdî em dixebitin. Pir zimanî û pir rengîniya bajêr dike ku eleqeya ji bo zimanê dayikê zêde bibe.”

Baykûşak destnîşan kir ku ji bo zimanê dayikê hîn berfireh bibe pêwîstî bi kadroyan heye û ji bo vê jî personelên şaredariyê hatin perwerdekirin.

Baykûşak got, “Zimanê dayikê weke mirov, weke jiyanê zindî ye; eger statuyekê bi dest nexe wê ber bi mirinê û tinebûnê ve biçe. Lewma em di Hefteya 21’ê Sibatê de Roja Zimanê Dayikê pîroz dikin. Bi taybetî giraniyê didin ser wan zimanan ku statuya wan nîne. Kurdî, Çerkesî, her wiha Hemşîncî ji van zimanan e.”

‘GELEK ARMANC HENE KU ME DANÎNE PÊŞIYA XWE’

Baykûşak ragihand ku ji bo her kesên li bajêr bi zimanê xwe yê dayikê xizmetê bibîne ew ê karên xwe dewam bikin û got, “Em hîn negihîştine cihê ku em dixwazin, lê belê ji bo vê dixebitin. Heta ku zimanên li ber tinebûnê bibin xwedî statu, divê rêveberiyên xwecihî balê bikişînin ser zimanên dayikê û li her qadê belav bikin. Gel dema ku çû şaredariyan divê bi ruhekî baş ji wir biçe.

Îro li Ewropa, li Balkanan gelek mînak hene. Li gel kêmasiya di kar û kadroyan de gelek armanc hene ku me danîne pêşiya xwe. Di vê nuqteyê de gelek kar hene ku divê bêne kirin. Gelek kar hene ku em li vî bajarî hem bi Kurmancî hem jî bi Kirmanckî bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Adalet Kaya: Pêvajoya esasî ji niha û pê ve destpê dike, gavên cihê baweriyê şert e
Nûçeya Pişt re Fedaiya berxwedana Cizîra Botan: Feraşîn Gabar
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk li Hesekê welatiyek qetil kir

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker êrîşî Hesekê kir, welatiyek jiyana xwe ji dest…

Ji aliyê Stêrk TV

YPJ’ê 8’ê Adarê roja berxwedan û raperînê li tevahiya jinên têkoşer pîroz kir

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya 8’ê Adarê hemû şehîdên şoreşa azadiya jinê bibîr anî…

Ji aliyê Stêrk TV

Rûken Nexede: Baweriya me ya bi serketin û şoreşê tam e

Endama KJAR'ê Rûken Nexede anî ziman ku şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Rojhilat û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Banga ji bo parastina zimanê dayikê: Perwerdeya ziman a destpêkê ji malê destpê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fedaiya berxwedana Cizîra Botan: Feraşîn Gabar

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Adalet Kaya: Pêvajoya esasî ji niha û pê ve destpê dike, gavên cihê baweriyê şert e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

kademîya Jineolojî ya Şengalê: Di civaka Êzidî de helwesta xweparastinê zêde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?