Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Enqereyê têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ku daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan dikin li avahiya xwe civîna çapemeniyê lidar xist.
Endam û rêveberên DEM Partiyê yên Bajêr, endam û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) beşdarî civînê bûn. Di civînê de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê di roja 53’yemîn de ye” hate vekirin.
Hevserokê DEM Partiya Enqereyê Fatîn Kanat ê di civînê de axivî û wiha got, “Qedexeya hevdîtin, pirtûk û nameyan, hevdîtina bi parêzeran re, êşkence û zextên fizîkî, ji mafê xwe gihandina tenduristiyê bêpar hiştin, astengkirina medyaya mûxalîf û astengkirina pêvajoyên dermankirinê pêkanînên herî zêde ne. Girtiyên ku cezayê li wan hatiye birîn xelas kirine û girtiyên nexweş ên li ber mirinê bi awayekî keyfî nayên berdan. Di serî de li Girtîgeha Îmraliyê ku birêz Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, hemû girtîgehên girtiyên siyasî lê tên ragirtin polîtîkayên tecrîdê tên pêkanîn.”
‘ŞER BANDORÊ LI HEMÛ GELAN Û ABORIYÊ DIKE’
Kanat, diyar kir ku tevî şertên êşkenceya giran li 104 girtîgehan berxwedaneke mezin heye û wiha berdewam kir: “Birêz Ocalan ji bo pêşiyê li pêvajoyeke nû ya aştiyê veke xwediyê rola herî girîng e. Ji ber vê yekê daxwaza herî girîng a çalakiya greva birçîbûnê ya tê meşandin bidawîkirina tecrîda mutleq a li Girtîgeha Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e. Zêdetirî hezar rojan e destûr nayê dayîn ku Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê tên ragirtin bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin.”
Kanat, anî ziman ku şerê berdewam dike bandorê li gelên Tirkiyeyê û aboriyê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Israra di polîtîkayên şer de ji bilî tejîkirina berîka hinekan a xerckirina zêde ya ji bo şer rê li ber xizanî, xerabûna psîkolojiya civakî û gotinên nijadperest û nefretê vedike.
Kuştina leşkeran a di rojên dawî de jî em bi xemgînî temaşe dikin. Bila agir nekeve mala Tirkan, Kurdan û kesekî din ku li ser vê erdnîgariyê dijî û em dixwazin dest ji vê hilweşînê bê berdan. Ji bo êşên me yên civakî yên nû neyên zêdekirin û pêşî li şikestinên civakî were girtin, bêyî ku agahiyên mirinê bên di mijara greva birçîbûnê de, em bang li hikûmeta heyî û hemû komên siyasî dikin ku bi rêyên aştiyane tedbîrên pêwîst bigirin, daxwazên hatine bilêvkirin binirxînin û ji bo rê li ber çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd veke, bikevin nava liv û tevgerê.”
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci, jî diyar kir ku Grava Îmraliyê cihekî ku bêhiqûqî lê hatiye avakirine û got ku tecrîd ne tenê hiqûqî di heman demê de siyasî û civakî ye. Yazmaci, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî tecrîdê derketin pêdiviya hiqûqê ye. Pêdiviya birêz Ocalan bi parastina kesê ji me nîne, lê ji bo paşerojeke azad, ji bo zarokên me di nava aştiyê de bijîn, divê îşaret bi rewşa Ocalan bikin.”