Dadgeh armanc dike ku doza Şahîn Oner ê ku di 20’ê Sibata 2013’yan de li Amedê ji aliyê wesayîteke zirxî ve hat qetilkirin bi bêcezatiyê encam bike. Polîs Selahattin Korkmaz ê ku Şahîn Oner qetil kir bi sûcdariya “bi teqsîr bûye sedema mirinê” 3 sal û 4 meh ceza lê hatibê birîn ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve bi pênaseya “qezayek trafîkê ya hêsan” hat xirakirin. Dadgeha ku cezazê de dît daxwaza ji nû ve darizandinê kir û di danişîna yekem a dozê de, dîsa ji bo heman sûcî ceza xwest.
Daraz bi doza Şahîn Oner re dîsa bêcezatî û pratîka parastina hêzên ewlekariyê xwe da nîşan dan û gelek dozên ku sûcdar polîs in, heta niha an bi bêcezatiyê an jî bi cezayên ku mîna xelatkirinê bi dawî bûne. Tevî delîlên hatine bidestxistin, daxuyaniyên şahidan û giliyên sûc jî, polîsnehatine girtin, erkên xwe pêk tînin û di heman demê de daxwazên malbatan ên ji bo edaletê bêbersiv dimînin.
Dozên Hêlîn Şen, Nîhat Kazanhan, Ceylan Onkol, Mehmet Uytum, Aydin Erdem û Efe Tektekîn ên ku ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin, tenê çend mînakên vê bêcezatiyê ne û polîsên bêceza tên hiştin li cihên cûda sûc dikin. Şandeyên dadgehan bi hincetên “li gorî hiqûqê ne” an “ewlehiyê” ceza nadin kujeran û bi vî awayî qetilkirina rewa dikin.
Li gorî rapora “Binpêkirinên Mafê Jiyanê ya Zarokan a 2012’an li Herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê” ku ji aliyê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ve hatiye amadekirin, ji ber pêvajoya pevçûnên di navbera salên 1988 û 2013’an de 569 zarokan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî raporê di 15 salên dawî de di 82 bûyerên wesayîtên zirxî û wesayîtên di bin kontrola hêzên ewlehiyê de li Kurdistanê 21 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 23 zarok jî birîndar bûne.
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Yakup Guven diyar kir ku ev polîtîka tenê bi adlieyê re ne sînorkirî ne, ji berê ve bi awayekî sîtematîk tê meşandin.
Parêzerê Şahîn Oner Yakup Guven, derbarê dozê de ev nirxandin kir: “Ji destpêka pêvajoyê ve, geşedanên ku di raya giştî de guman çêkirine qewimîne. Dosyaya dozê ya derbarê qetilkirina Şahîn Oner de pergalek klasîk a bêcezatiyê tîne bîra me û nîşan dide ku em hem di qonaxên lêpirsînê û hem jî yên dozgeriyê de pê re rû bi rû ne.”
‘DI GAVÊ EWIL DE HEWL DAN DELÎLAN VEŞÊRIN’
Guven diyar kir ku daxuyaniyên fermî yên ku di qonaxên destpêkê de di hin dezgehên medyayê de hatine weşandin rastiyê nîşan nadin û wiha got:
“Dema ku Şahîn Oner ê ku di encama lêdana wesayîta zirxî ya polîsan de jiyana xwe ji dest da, hin dezgehên medyayê tavilê îdiayên ji hêla walîtiyê ve hatiye dayîn, parve kirin. Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku ciwanek li taxa Şehîtlikê di encama teqîna amûrek teqemeniyê ya di destê wî de jiyana xwe ji dest daye. Ev daxuyanî, ji destpêka pêvajoya lêpirsînê ve di raya giştî de guman û fikar çêkir û nîşan da ku ev hewldanek ji bo veşartina delîlan û sûcdaran bi bêcezatiyê xelat bikin bû.
Di destpêka lêpirsînê de dayîna daxuyaneke wiha, rayedarên lêpirsînê û pêvajoya dadwerî xist bin bandora xwe. Dema ku bi raporên derketin holê bi hev re hatin nirxandin, hat dîtin ku Şahîn Oner di encama lêdana wesayîtê de jiyana xwe ji dest daye û hat dîtin ku daxuyaniyên destpêkê û veşartina delîlan derveyî rastiyê ne.”
‘DIXWAZIN SÛCÊN BI BÊCEZATIYÊ HATIN KIRIN REWA BIKIN’
Guven anî ziman ku pergala bêcezatiyê tenê bi mekanîzmaya qanûnî re ne sînordar e û destnîşan kir ku ew avaniyek e ku siyaset, burokrasî, emniyet û darazê di nava xwe de dihewîne. Guven anî ziman ku ev avanî hem dewletê diparêze û hem jî sûcan rewa dike. Guven diyar kir ku ev yek di nav sûcdaran de têgihîştina “ew ê neyên cezakirin” xurt dike.
Guven destnîşan kir ku têkoşîna li dijî bêcezatiyê divê tenê ji hiqûqnasan re neyê hiştin û divê civaka sivîl, baro, sendîka û raya giştî daxwazên xwe bi xurtî bînin ziman. Guven anî ziman ku divê dewlet bi sûcên sîstematîk ên ku di demên berê de hatine kirin re rû bi rû were, lêborînê bixwaze, rêya tezmînatê bixebitîne û misogeriya ku binpêkirinên bi vî rengî wê dubare nebin, bide.”

