Sêşem, 7 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dewlet helwesta xwe ya ku pêvajoyê ji demê re dihêle dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan: Divê dewlet gavên cihê baweriyê biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besiye Ozer piştî 30 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Îkram Mihyaz ê hate qetilkirin, kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 5 mehan de 303 zarokan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 girtiyên siyasî yên ji Bokanê rûbirûyê darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Midûra Karên Nivîsê ya Azadiya Welat hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê li Sineyê Tara Hewramî bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li Wanê bi jinên astengdar re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora meha Hezîranê ya MKG’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Laura Corradi: Jineolojî li dijî pergala agahiyê ya serwer alternatîfeke xurt pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Em li dora statu û azadiya Rêber Apo hêza xwe bikin yek!
Jin

KJK: Em li dora statu û azadiya Rêber Apo hêza xwe bikin yek!

KJK'ê got, "Wezîfeya me ye ku statuya Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin. Em li dora Rêber Apo bicivin, li dora statu û azadiya wî hêza xwe ya têkoşînê bikin yek û bi ser bikevin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Gulan 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye:

“Li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoyeke berfireh û bi liv û tevger heye. Em di demeke welê de ne ku dikare çarenûsa sed salî ya jinan û gelên Rojhilata Navîn diyar bike. Li Rojhilata Navîn ku bûye qada şewatê û her bihosta wê veguheriye qadeke mayinkirî, pêwîstiya bingehîn a dewletan û gelan e ku biryarên rast bidin û gavên rast biavêjin. Di demekê de ku hêzên emperyal ên derve dixwazin Rojhilata Navîn jinûve dîzayn bikin, ji her tiştî girîngtir e ku gelên vê cografyayê û hêzên wê yên rêveberiyê di afirandina tifaqên dîrokî de biryarên dîrokî bidin. Kî sosyolojiya dîrokê rast bixwîne û tifaqên rast bikin, ew ê di vê demê de bi ser bikeve.

Ev rastî ji bo gelê Kurd derbasdar e, lê ji bo gelên Tirkiyeyê hîn bêhtir derbasdar e. Di halê hazir de Rêber Apo ji Cotmeha 2024’an û vir ve pêvajoyek daye destpêkirin ku têkiliyên Kurd-Tirkan ên li ber asta qutbûn û dijminatiyê bû bigihîne ser zemîna aştî, xwişk û biratiyê. Vê pêvajoyê sal û nîvek li pey xwe hişt, di nava sal û nîvekê de Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê gavên dîrokî avêtin. Li aliyê dewlet û desthilatdariyê jî ji bilî gotinan yekane gava ku hate avêtin Komîsyona Meclîsê bû ku li gel rexneyan hate damezrandin. Komîsyonê rapora xwe pêşkêşî meclîsê kir, lê belê di mijara qanûn û gavên hiqûqî de yên divê bêne avêtin bi mehan e gavek nehatiye avêtin. Di vê mijarê de Rêber Apo gelek formulên hêsankirin û çareseriyê pêşkêş kir, bi taybetî weke muzakerevanê sereke û îcrakarê siyasetê dikare bi rola xwe rabe, lê belê di vê astê de hevdîtin hatin rawestandin.

Sedsala derbasbûyî ya Komara Tirkiyeyê li gorî înkar û îmhakirina Kurdan derbas bû. Bênasnamehiştina Kurdan statuyek, siyasetek û şêweyekî jiyanê bi xwe re anî. Ji xwe karakterê yekperest, faşîst, antî-demokrtîk û sîstema destûra bingehîn a Komarê xwe dispêre vê yekê, çavkaniya xwe ev e. Di kêliyeke welê de ku Rêber Apo gavên ji bo bidawîkirina vê rewşê diavêt û polîtîka dimeşand, tam di dema şênberbûna çareseriyê de hevdîtinên bi Rêber Apo re hate birîn. Ev yek nêzîkatiyeke gelekî xetere ye. Tevî ku ji 27’ê Adarê û vir ve ti hevdîtin nehatiye kirin û nêrîna Rêber Apo nehatiye wergirtin jî rojeveke statuyê, koordînatoriyê li siyaseta Tirkiyeyê hatiye rûniştandin. Desthilatdariya AKP’ê bi israra dibêje ku ev pêvajo nexitimî ye, bi serketî dimeşe. Eger mirov bi rengekî rasteqîn nêzîk bibe, wê bê dîtin ku pêvajoyeke bi rê ve diçe nîne, pêvajo sekinî ye û xitimî ye. Heta ku bi sermuzakerevanê me Rêber Apo re hevdîtin neyê kirin, heta ku beşdarî rojeva li ser statu û rêveçûnê pêvajoyê nebe, gelo çawa dikare bê gotin ku pêvajo dimeşe?

Desthilatdariya AKP’ê ne dixwaze pirsgirêk û bêstatuya Kurdan a sed salê derbasbûyî çareser bike, ne jî dixwaze di konjonktura siyasî ya herêmî ya heyî de şerek biqewime. Ji ber vê jî heta jê tê hewl dide pêvajoyê li demê belav bike, mijûl bike û bi mijûlkirinê re hêza têkoşînê lawaz bike, lewma polîtîkaya tasfiyekirinê dimeşîne. Lewma tam di dema şênberkirinê de hevdîtinên bi Rêber Apo re dibire, daxuyaniyên yekalî yên dûrî ji rastiyê dide. Li aliyê din li bûyerên li herêmê dinihêre û hewl dide li gorî wê biryaran bide. Bêguman ev polîtîkayeke gelekî şaş û xetere ye. Li cografya Rojhilata Navîn ku veguheriye qada şer û mayinkirî, biryara stratejîk a li ser mijara tifaqa bi Kurdan û gavavêtinên ji dil ên di vê mijarê de hem wê li Tirkiyeyê hem jî wê li Rojhilata Navîn pêşketinên gelekî dîrokî bi xwe re bîne. Ji bo vê jî mecbûre polîtîkayeke welê bimeşîne ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bike armanc, weke muzakerevanê sereke û îcrakarê siyasetê wî nas bike. Rêbe Apo temsîlkar û rêberê gelê Kurd e, naskirina statuya wî bêguman wê bê wateya naskirina statuya gelê Kurd. Ev yek ji bo me rastiyeke ku ne ya nîqaşkirinê ye. Nepêkan e ku ji vê yekê paşve gav bê avêtin.

Pêvajo gihiştiye qonaxeke girîng, lê belê şert û mercên tecrîda giran li Rêber Apo tê ferzkirin, em vê yekê qet qebûl nakin. Ev tê wateya kûrkirin û sorkirina neçareseriyê. Ev tê wateya dewama qirkirin û bêstatubûna ku sed sal in li ser Kurdan tê ferzkirin. Û eşkere ye ku ti eleqeya vê bi aştî, xwişk-biratî û demokrasiyê re nîne. Divê demildest ev rewş were bidawîkirin, divê dest ji polîtîkayên ku pêvajoyê dixitîmîne û berê wê dide rêyên xetere were berdan. Li ser vê esasê divê demildest hevdîtinên bi Rêber Apo re bên destpêkirin, siyaset were meşandin, şert û mercên ji bo pêşxistina çareseriyê pêk bên û statuya wî li ser esasê demokrasiyê were fermîkirin û zelalkirin.

Weke KJK em polîtîkayên mijûlkirin û rizandinê yên desthilatdariyê û hêzên derveyî norman û nêzîkatiyên wan ên ku bêstatubûnê ferz dikin, qet qebûl nakin. Em car din hişyarî dikin ku israra di vê yekê de wê rê li ber neçareserî û tundiyê veke.

Di asteke diyarker de girîng e ku gelê me yê welatparêz, jin, dayik, jinên ciwan û hemû hevrê û hêzên demokratîk, sosyalîst, femînîst û ekolojîst ên alîgirên çareseriyê weke hêza çareseriyê helwesta xwe nîşan bidin. Yên ku çareserî û aştiyê pêş bixin, gel û jin in. Wezîfeya me heye ku em xeteriyên vê pêvajoyê û plana li paş perdeyê rast fêm bikin, tevlî pêvajoyê bibin û azadiya fîzîkî û statuya Rêber Apo pêk bînin. Demeke pir xeter e. Em bang li her kesî dikin ku bi rengekî hestiyar vê pêvajoyê fêm bikin û tecrîd û neçareseriya ku tê ferzkirin, parçe bikin û çalakiyên ji bo helwesta demokratîk bi rengekî bi bandor pêş bixin.

Em li dora Rêber Apo kom bibin, ji bo azadî û statuya wî hêza xwe ya têkoşînê bikin yek û bi ser bikevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dadgehê îtiraza CHP’ê red kir
Nûçeya Pişt re Belçîka amadekarî dike bi 700 mîlyon euro fuzeyan bistîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêzên gerîla li Zap, Xakurkê û Heftanînê gelek çalakî lidar xistin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêmên Zap, Xakurkê û Heftanînê li dijî artêşa Tirk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora KCDP’ê: Di sala 2024’an de herî kên 394 jin hatin qetilkirin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) ragihand ku di sala 2024’an de herî kêm…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin

Li Pirsûsê Hevserokê Navçeya DEM Partiyê û namzetên endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê divê bên parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?