Hunermend Elî Mansûr ku yek ji damezrînerên Koma Agirî ya Amûdê bû di 10’ê Nîsana 2026’an de li Qamişloyê jiyana xwe ji dest da. Hunermend Elî di 40 rojiya wefata xwe de li Navenda Çanda Kurd a Koln ê Elmanyayê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Endamên Koma Berxwedan û zarokên Mensûr, Birahîm û Siyamend jî beşdarî bîranînê bûn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir.
Hunermend Hekîm Sefkan di bîranînê de axivî, bal kişand ser kesayetiya dilnizm a Elî Mansûr û got, “Wî bi dehan berhem çêkirin, gelek xwendekar perwerde kirin, lê qet xwe dernexist pêş. Zêdetirî 40 salan ji bo têkoşîna şoreşgerî têkoşiya. Mirov bi mîrateya ku li dû xwe dihêle tê bîranîn. Elî Mansûr mîrateyek hişt ku hem malbata wî û hem jî gelê Kurd dikarin pê serbilind bin.”
Hunermend Xelîl Xemgîn jî diyar kir ku çanda ku ji hêla Mansûr ve hatî afirandin hîn jî zindî ye û got, “Dema ku gel hunermendek winda dike xemgîn dibe, lê dîroka me çandek cûda derxistiye holê. Zarokên me wê bibêjin, ‘Hunermendên me hebûna me ne, wan berhem li dû xwe hiştin, wan dîrok nivîsand.’ Ew ê nebêjin Elî Mansûr mir û çû. Ev kaniya têgihîştinê ji Rêber Apo tê.”
Xemgîn bal kişand ser veguherîna çandî ya ku ji hêla têkoşîna azadiya Kurd ve hatiye afirandin û wiha berdewam kir: “Berê dihat gotin ku yên ku mirin zû têne jibîrkirin. Lê di 50 salên dawî de, ev têgihîştin guheriye. Şehîd û têkoşer di bîra gel de dijîn.”
Bengî Agirî yê ku endamê Koma Agirî ya Amûdê ku di sala 1988’an de hatiye damezrandin anî ziman ku ew û Elî Mensûr heta sala 1997’an bi hev re li ser projeyên çandî û hunerî xebitîne. Agirî diyar kir ku Mensûr beriya Pêngava 15’ê Tebaxê di nava xebatên çandî de bû û got, “Ew di nava Koma Serxwebûn, Koma Medya û Koma Mahabad de cih girt. Paşê Koma Agirî ya Amûdê hat damezrandin. Em di qadên muzîk, şano û folklorê de xebat meşandin. Me bi şev û roj bi hev re berhem difirand û bi dehan stran çêkirin.”
Agirî dema ku serpêhatiya li ser fedakariya Elî Mansûr wiha vegot: “Di sala 1992’an de, em bi hev re ji bo pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê çûn Bekayê. Di nav komê de nakokî hebûn; ji me re digotin, ‘Hûn Apoyî ne.’ Hemû komên Rojava hatibûn. Rêbertî li ser muzîkê axivî û got, ‘Van nîqaşan bidin aliyekî, pirsgirêkên gel çareser bikin, xwedî li zimanê xwe derkevin. Çandek biafirînin ku hemû dawet, şahî û sersaxiyên we bi Kurdî bin. Ji bo vê yekê bixebitin.’ Di vegerê de dewletê em girtin. Li ser Elî Mansûr nîşeyên Rêbertî hebûn. Ji bo ku ew nekevin destên wan, wî ew daqurtandin û nîşanî dewletê nedan. Hewldan û fedakariya wî pir mezin bû.”
Şanoger Dîrok Diyar jî axivî û bal kişand ser jiyana hunerî û têkoşînê ya Elî Mensûr û got, “Hevrêyan jê re digotin ‘hunermendê kedê’. Elî Mensûr ev nav heq kiribû. Zêdetirî 40 salan bi ked, huner û dilnizmiya xwe hêz da şoreşê. Her tim li sazê dixist; Baerim ku ev yek êşa wî sivik dikir.”
Di bîranînê de Amele, Şemdîn, Peywan Arjîn, Cewad Merwanî, Kawa jî axivîn. Zarokên Elî Mensûr Birahîm û Siyamend spasiya beşdaran kirin.

