Li gorî rapora Nîsana 2026’an a ‘Platforma em ê kuştina jinan bisekinînin’ (KCDP) 26 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin, 23 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de hate ragihandin ku ji sedî 38 ê jinên hatin kuştin ji aliyê mêr ên pê re zewicî bûn, ji sedî 69 ê wan jinan li mala xwe yan jî li mala kiryar ve hatin kuştin. Ji sedî 62 ji wan jinan bi çekê hatin kuştin.
Parêzvana Mafên Jinan Zozan Ozgokçe mijar nirxand û anî ziman ku polîtîkayên li Tirkiyeyê yên têkildarî jinê li ser feraseta ‘jin a maqbûl’ hatiye damezrandin. Zozan Ozgokçe diyar kir ku jinên li derveyî modela jiyana ku desthilatdarî li jinan ferz dike dimînin, bi rêk û pêk rastî tundiyê tên.
Zozan Ozgokçe bi dewamî got, “Li gorî desthilatdariyê û mekanîzmayên heyî ‘jineke maqbûl’ heye. Jineke makbûl a ku tê xwestin û divê bibe, heye. Jinên ne bi wî rengî, yanî yên ku jiyaneke welê napejirînin; yên ku îtiraz dikin, serî natewînin, dixwazin bixebitin, dixwazin bixwînin, dixwazin biryarên xwe bi xwe bidin, di mijara beden, paşeroj, kariyer, perwerde, anîn zarokan de dixwaze biryarê bi xwe bide, rastî tundiyê tên.
Lê belê di nava modela malbatê de ya ku desthilatdarî dixwaze, bav reîsê malê ye. Bav çi bibêje ew dibe. Wezîfeya dayikê jî karê malê ye, xweşkirina kêfa zilam û malê ye. Her wiha çiqasî jê bê zarokan bîn dinyayê, li wan binihêre û ciwantiyeke Misilman ji bo nifşên nû mezin bike.”
‘LI DIJÎ TUNDIYÊ NAXWAZIN MEKANÎZMAYEKÊ BIAFIRÎNIN’
Zozan Ozgokçe ragihand ku ji ber vê ferasetê Peymana Stenbolê hate betalkirin, nayê xwestin ku qanûna bi hejmara 6284 bi cih bê anîn û got, “Desthilatdarî ji xwe difikire ku jinên li derveyî vê ne, rastî tundiyê tên. Ji ber vê jî naxwaze wan biparêze, naxwaze mekanîzmayeke bi vî rengî biafirîne.”
‘TUNDÎ LI NAVA MALBATÊ ZÊDE BÛ’
Ozgokçe nêzîkatiya li têgeha zayendiya civakî jî rexne kir û got, “Hemû mekanîzma û hemû qanûn di vê çarçoveyê de dixebitin. Ji me re hate gotin ku malbat yekaneya herî bingehîn a parastina kes û mirov e, em bi vî rengî hîn kirin. Hînî me kirin ku yekaneya herî biçûk a civakê ye, ya ku herî zêde divê em jê bawer bin û piştrast bin malbat e. Bi vî rengî hînî me kirin. Lê belê di salên dawî de me dît ku rastî ne bi vî rengî ye. Jin, zarokên keç, komên bi dezavantaj û LGBTI+ herî zêde li nava malbatê tundiyê dibînin.”
Zozan Ozgokçe diyar kir ku ew demeke dirêj li malên stargeha jinan û navendên piştevaniyê xebitî û anî ziman ku mekanîzmayên dewletê yên têkildarî jinan li ser bingeha piştevaniyê naxebitin û got, “Di vir de xizmeteke li ser zemîna piştevaniya bi jinan re nîne. Jin tenê li malên mêvanan têne rawestandin.”
Zozan Ozgokçe ragihand ku jin dema giliyê li mekanîzmayan dike, gelek caran berê wan jinan didin malbatên wan.
‘MEKANÎZMAYA TÊRKER NÎNE’
Her wiha anî ziman ku ji bo jin ji nava tundiyê rizgar bibe mekanîzmayên têrker nehatine afirandin û got, “Mînak, piştgiriya hiqûqî nayê dayin. Ji bo perwerdeyê, ji bo temamkirina perwerdeyê piştgirî nayê dayin. Ji ber vê jî jinên ku xwe li stargehan digirin wê derê tenê weke rawestgehekê dibînin.
Jin ji xwe dibêje, ‘li şûna ku ez ê li vir bimînim, li derve weke jineke cihê bijîm, li nava vê sîstemê cihê bême dîtin, ez biçim malê qet nebe bi rengekî baş û ewle bim; qet nebe birçî namînim. Qet nebe ez ê di binê sîwanekî de bim. Zarokên min jî wê mezin bibin’. Yanî jin neçar tê hiştin.”
Zozan Ozgokçe bal kişand ser girîngiya piştevaniya jinan û destnîşan kir ku divê ew rêxistiniya xwe xurt bikin.

