Li navçeya Tarsûs a Mêrsînê, li taxa Kadelli Dortlerê li dijî loqanteyekê êrîşeke çekdarî pêk hat. Di encama êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.
Li gora agahiyên hatine bi dest xistin, kesê bi navê M.O. hat loqanteya xwediyê wê Sabri Pan û gule reşandin. Di encama êrîşê de xwediyê kargehê Pan û xebatkarê kargehê Ahmet Ercan Can jiyana xwe ji dest dan. Êrîşkarê ku bi maşîneyekê ji cihê bûyerê reviya, li ser sînorê taxa Kaburgedigiya Yusuf Oktayê ku ajal diçêrandin û li Yenîmahalleyê jî ajokarê TIR’ê Abdullah Koca kuştin. Êrîşkar, li ser rêgeha ku pê de diçû 8 kesên din jî birîndar kirin.
Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneya dewletê ya navçeyê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

