Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 3’yemîn kongreya xwe ya asayî di 18’ê Gulanê de li Şengalê lidar dixe. Kongre wê bi dirûşma ‘Bi Jin Jiyan,Azadî Ber Bi Jiyana Komînal’ ve were lidarxistin.
Ji bilî Şengalê dê gelek mêvan ji Rojava, Ewropa, Başûrê Kurdistanê û Mexmûrê beşdarî Kongreyê bibin. Înîsiyatîfa jinên Ereb ku girêdayî TAJÊ ye jî wê bi delegeyên xwe yên hilbijartî beşdarî kongreyê bibe.
Her çiqas kongreyeke asayî jî be tê gotin ku wê di kongreyê de guhertinên bingehîn ên pergalê bên kirin û biryarên girîng ji bo bilindkirina têkoşîna azadiya jinan bên girtin.
Wê di kongreyê de li gorî pergala nû rêveberî ji aliyê delegeyan ve bên hilbijartin. Her wiha dê perspektîfên Rêber Apo, rapora TAJÊ ya 2 salan, hevpeyman bên xwendin.
Yekemîn Kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di meha Îlonê ya sala 2019’an de li Şengalê hatibû lidarxistin.

