Dayik/Mirovên Şemiyê, bi daxwaza pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, di hefteya 1103’yemîn de li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Kesên beşdarî çalakiyê bûn, wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin û qurnefîl hilgirtin.
Metna daxuyaniyê ya vê hefteyê endama Komîsyona Li dijî Windakirinên di Binçavan de ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Zeynep Yildizê xwend. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Halîl Alpsoy û Kasim Alpsoy ku 32 sal berê li Stenbolê hatin binçavkirin hate pirsîn.
Di çalakiyê de ji bo çalakiyên dê sibe di çarçoveya Hefteya Windakiriyan de bên lidarxistin jî banga tevlibûnê hate kirin. Di çalakiyê de ji bo Kasim û Halîl Alpsoy û hemû windakiriyan daxwaza edaletê hate kirin.

