Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Hevya Sor a Kurdistanê, îro belavkirina alîkariyên xurekê li malbatên hewcedar ên li bajarê Hesekê da destpêkirin.
Endamên Heyva Sor a Kurd diyar kir ku dê 7 hezar paketên xurekê li malbatên hewcedar werin belavkirin. Her wiha destnîşan kirin ku ne tenê li Hesekê, dê li herêmê din ên Rojava 20-25 hezar paketên xurekê li malbatên hewcedar, jinên bî û nexweşxaneyan jî werin belavkirin.

