Sêşem, 19 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li dijî Şaredariya Beşîktaşê operasyon: 5 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mercan Gul: Dewlet dixwaze dîroka Elewiyan li gorî xwe ‘jinûve’ binivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Ûysal: Mafê Hêviyê nabe ku bê taloqkirin, divê Meclîs wêrek be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Êdî dema avakirina meclîsên ziman li her derê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vasfî Hoştaş û Îlhan Keklîk ku berdana wan dihat astengkirin, hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qendîl a serberz xemla biharê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Seqizê hêrsa gel mezin dibe: Çalakvanan tesîsên kanên zêr şewitandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Azadiya Îranê civîna meclisa giştî li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selahedîn Saleyî: Mifteya çareseriyê tenê Îmrali ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Sîxurê ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya 3’yemîn a TAJÊ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongreya TAJÊ bi hilbijartina koordînasyonê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemmedî ji nexweşxaneyê hat derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kongreya TAJÊ peyama hevpar: Divê yekîtiya jinan bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ dê 3’yemîn kongreya xwe ya asayî lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Encamnameya kongreya TAJÊ: Komîn wê pergala me ya nû be
Jin

Encamnameya kongreya TAJÊ: Komîn wê pergala me ya nû be

Di encamnameya kongreya TAJÊ de hate ragihandin ku wan pêwîtî pê dît ku demokrasiyeke radîkal û rasterast a jinan ava bikin û hate destnîşankirin ku navê vê demokrasiyê jî komîn e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Gulan 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) ku 18’ê Gulana 2026’an bi beşdariya 250 delegeyî bi dirûşma “Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi jiyana komînal ve” kongreya xwe ya 3’yemîn lidar xist, bi daxuyaniyekê encamnameya kongreyê eşkere kir.

Encamname bi vê awayî ye:

“Ji bo kongreya me ya ku di demeke dîrokî û werçerxane de hate lidarxistin, ji Tevger û rêxistinên jinên Kurd û Êzidî gelek peyamên giranbiha hatin. Em van peyamên têkoşîna hevpar a ji bo azadiya jinan, bi qîmet dibînin û silav dikin. Em bawer dikin ku wê azadiya jinê bi têkoşîn û hişmendiyeke hevpar pêkan be. Wê peyama kongreya me ji bo hemû jinên azadîxwaz yekîtî, têkoşîna hevpar û tifaqên ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê be.

RÊBER APO JI BO ME JINÊN ÊZIDÎ RÛPELEKE NÛ VEKIRIYE, AZADIYA WÎ AZADIYA ME YE

Rêber Apo zêdeyî saleke tevî tecrîd û zextên zêde jî ji zîndana Îmraliyê ji bo me jinan û hemû gelên azadîxwaz pêvajoyeke nû û serdemeke nû ya têkoşînê da destpêkirin. Di her hevdîtinekî sînordar de jî ji bo azadiya jin, ji bo jin neyên qetilkirin û di welatekî azad de bijîn, peyamên girîng şand. Di van peyaman de Rêber Apo bi qasî behsa girîngiya têkoşîna bi qetilkirin û tundiya li dijî jinê re dike, ewqasî jî berpirsyariyên dîrokî dixe ser milê jinê û dixwaze ji bo aştî û civaka demokratîk jin pêşengiyê bikin. Peyamên Rêber Apo hêz û moral daye beşdarên kongreyê. Em bi vê boneyê kongreyê li Rêber Apo pîroz dikin û dibêjin, em ê bi xebat û têkoşîna xwe ya ji bo jinên Êzidî û hemû jinên li Şengalê, xwedî li baweriya wî ya daye me derbikevin û rola xwe ya pêşengiyê bi layîqî bilîzin. Ji ber Rêber Apo ji bo me jinên Êzidî rûpeleke nû vekiriye, em timî azadiya xwe di azadiya wî de dibînin, emê ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe têkoşîneke domdar bimeşînin.

NE TENÊ JI BO JINÊN ÊZIDÎ EM Ê JI BO HEMÛ JINAN BIXEBITIN, TÊBIKOŞIN

Tevgera me ya jinên Êzidî ji sala hatiye damezrandin heya niha di perwerdekirin, rêxistinkirin û parastina jinan de roleke girîng lîstiye, kariye bêyî ferq û cûdahî hemû jinan hembêz bike. Di kongreya me de hate nirxandin ku ew helwest ji berê xurttir were domandin û ji bo hemû jinên ji pêkhateyên cûda ya Şengalê jî xebat werin meşandin. Ji bo em bikaribin bi hemû jin û rêxistinên jinan a cîhanî ya azadîxwaz û demokratîk re tifaq û têkiliyan bi pêş bixin, em têkoşîna jinên Ezîdî ji hemû cîhanê re ragihînin û têkoşîna hevpar bimeşînin xebatên xwe yên dîplomasiyê xurttir bikin.

TAJÊ piştî fermanê ku hatibû damezrandin, zêdetir bi hest û fikrê wê demê sembol û ala xwe çêkiribû. Lê ji ber êdî ew serdem bi dawî bû, me pêwîst dît bi al û sembolên nû dest bi dema xwe ya nû ya têkoşînê bikin. Li ser pêşniyar û daxwazên beşdarên kongreyê ala me guherî.

EM Ê TÊKOŞÎNA CIVAKÎ YA JI BO GUHERTINA JIN Û MÊRAN BILIND BIKIN

Yek ji mijara ku herî zêde em di kongreya xwe de li ser sekinîn û me girîngî pê da, têkoşîna li dijî her cûre tundiya mêr û dewletê ya li ser jinê ye. Di civaka me de jin tên kuştin, neçarî xwekuştinê tên kirin, çanda pirjiniyê hîn jî li ser civaka me serwere, zewaca di temenê biçûk de, pirsgirêka qelenê ku jinê dike mijara kirîn û firotinê û gelek cûreyên tundiyê hene. Di kongreya me de ev mijar jî hatin nirxandin, derbarê van mijaran de hem helwestek derket hem jî biryarên pêwîst ên ji bo rêbaza têkoşînê hatin girtin. Di kongreya me de ev mijaran bi berfirehî hatin nirxandin, rexne û rexnedayîna kêm mayîna têkoşîna civakî çêbûye. Di ronahiya perspketîfên Rêber Apo de derketiye holê ku di vê serdema me ya pêş de yek rojeva me ya sereke têkoşîna bi zîhniyeta zayendperest û zilamsalar re be. Bi prensîba, ‘Azadiya Jinê azadiya civakê ye’ em ê têkoşîna xwe ya civakî ya guhertina jinan û mêran hedef digire, bilind bikin.

KARÊ JI BO RIZGARKIRINA DÎLGIRTIYAN Û DARIZANDINA BERPIRSYARÊN FERMANÊ

Yek ji armanca avakirina TAJÊ; tolhildana jinên Êzidî û ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên dîl girtiyên destê DAIŞ’ê de bû. Me bi xwe rêxistinkirin û perwerdekirinê roj bi roj tola xwe hiland û dihilînin. Lê hîn jî yên bûne sedema fermanê û destê wan di qirkirina jin û civaka me de heye hesab nedane. Yek ji rojeva me ya herî girîng jî rizgarkirina jinên dîl girtî ne. Ji bo yek jin û zarokên me di destê DAIŞ’ê de nemînin, em ê bi hemû hêza xwe têkoşîn bikin, xebat bimeşînin. Ji bo jinên ji destê DAIŞ’ê rizgarbûne bijîn jî li dijî koçberkirina van jinan û revandina wan a ji derveyî welat, her wiha ji bo hesab ji berpirsan were xwestin jî, emê her cûre rêyên têkoşînê bidin ber xwe, li welat û derveyî welat, di her qadeke qanûnî de xebatên xwe bimeşînin. Ji bo Fermana 74’an di asta Iraq’ê û navneteweyî de weke Jenosîd were naskirin em ê tekoşîn û xebatên xwe bilind bikin.

GIRÎNGIYA XWEPARASTINÊ Û HEWLDANÊN JI BO NASKIRINA YJŞ Û ASAYÎŞA JINÊ YA ÊZIDXANÊ

Jinên Êzidî di 74 fermanan de bûne qurbaniyên sereke. Di kongreya me de careke din işaret bi girîngiya hêza parastinê ya jin hatiye kirin, ji bo naskirina hêza parastin û ewlekariyê ya jin YJŞ’ê û Asayîşa Jin a Êzidxanê wê têkoşîneke hiqûqî bimeşîne. Xweparastin nabe dewrê tu kesekî din were kirin, ji bo her jinek bigihe wê astê wê xebatên zanakirin û perwerdehiyê timî bimeşe, wê her jinekî were asta ku bixwe parastina xwe bike.

RÊXISTINKIRINA KOMÎNÊN JINAN

Di kongreya me de biryar hatiye girtin ku perspektîf û şêwazê rêxistinkirina me ya herî sereke ya serdema nû, wê rêxistinkirina komînên jinan û aboriya komînal a xweser be. Parastina herî mezin a jin rêxistinbûna wê ye. Pergala me ya heya niha ku meclîs bûn, nedikarî xwe bigihîne her jinekî. Me pêwîstî dît em demokrasiyeke radîkal û rasterast a hemû jinan bigire nava xwe pêkbînin. Navê vê demokrasiyê jî komîn e. Jin dikarin xwe di komînan de îfade bikin, parve bikin û ava bikin. Komîn wê bibe cihê xwe avakirina her jinekî, parvekirina êş, kêfxweşî û afirîneriya wê. Pergala me ya komînan wê weke madî û manewî ji bo pêwîstiyên her jinekî bibe bersiva herî maqûl. Ji ber vê li şûna meclîsên jinan ên gund û komelgehan wê komînên gundan, li ser pêwîstiyên komînên aboriyê û cûda çêbibin.

TAJÊ WÊ DI RÊVEBIRINA ŞENGALÊ Û WELAT DE XWEDÎ ROLEKE SEREKE BE

Rêber Apo di vê pêvajoya ku entegrasyona demokratîk daye destpêkirin de, di siyaseta demokratîk de rola pêşengiyê dide jinan. Em jî weke jinên Êzidî van peyamên Rêber Apo ji xwe re esas digirin, di demokratik kirina siyaseta Iraqê de, di rêvebirina Şengalê û welat de, emê roleke sereke bilîzin. Bi taybet ji bo naskirina statûya Meclîsa Gel a Şengalê û parastina wê, emê di pêvajoya entegrasyona demokratîk û siyasetê de roleke pêşeng bilîzin.

Em dibêjin, wê ev kongreya me ya 3’yemîn têkoşîna me ya ji bo azadiya jin derbasê qonaxeke din bike, emê bi têkoşîna hevpar û komînên jinan li dijî pergala modernîteya kapîtalîst, li dijî zayendperestiyê têkoşîneke bênavber û dijwar ya azadiyê bimeşînin.

Em bang li hemû jinên Şengalê dikin, dibin banê tevgera me de ji bo azadiya xwe û statûya Şengalê bên ba hev. Em bi hev re bi hêzin, rêxistinbûna me çeka me ya herî xurte ku dikare me ji her cûre tundiya mêr û dewletê biparêze.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jin herî zêde li mala xwe têne kuştin: Mekanîzmayeke pêşîgirtinê nîne
Nûçeya Pişt re Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Haîtiyê tundiya çeteyan berdewam dike

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Haîtiyê gelek welatî ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Peyama Rêber Apo ya Newroza 2026’an

Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo Newroza Mezin a li Amedê şandî de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li başûrrojhilatê Asyayê felaketa lehiyê: Li çar welatan zêdeyî 620 kes mirin

Li Endonezya, Tayland, Malezya û Srî Lankayê, ji ber barana zêde lehî rabû, hezazê rû…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jin herî zêde li mala xwe têne kuştin: Mekanîzmayeke pêşîgirtinê nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Newroz Ûysal: Mafê Hêviyê nabe ku bê taloqkirin, divê Meclîs wêrek be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Seqizê hêrsa gel mezin dibe: Çalakvanan tesîsên kanên zêr şewitandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?