Dema ku li Bajarê Evînê digerim ku di zarokatiya xwe de lê lîstik dilîst, li her kolanê kenê te yê zarokatiyê neqişî ye. Li her kolanê dengê te tê, bi lez ber bi te ve dibezim. Weke çemekî ji hêstirên bêdawî diherikîne.
Dema ku dixwazim qala te bikim zimanê min lal dibe, dengê min dilerize, çavên min weke Dîcle diherike, mîna hesreta ji bo Firatê. Dema ku dixwaze ber bi te ve bimeşe çond dicirife; lêdanên dil ên bêhnçikiyayî nikare vê bisekinîne. Piştî te bahoz di dil de radibe. Tu çû, nikarim dawî li bêdengiya xwe bînim; bêriya te dikim, lê nikarim qala te bikim. Hîn jî naxwazim bawer bikim. Piştî te min nizanîbû ku nedîtina wî kenê te yê bedew wê ewqasî zehmet be.
Yê ku dilê min bi bêdengî bir Amedê, bir Çiyayê Andokê tu bû.
Tu niha tine ye, lewma jiyan gelekî zehmet e. Kesî weke te hembêz nekir, weke te bi hevrêtiyê bi heyranî li min nenihêrî. Tu gelekî cuda bû hevalê Sîpan.
Jidestdana ewladekî ji bo dayik û bavekî çiqasî zehmet be, di nava têkoşîna azadiyê de jidestdana hevrêyê xwe jî ewqasî giran e; nayê vegotin.
Xwedîderketina li bîranînê wan bi meşandina têkoşîna wan dibe; xwedîderketina li bîranîna wan erka me ye. Vegotina wan kesayetan ku ji bo azadiyê bedena xwe kirin çeper, canê xwe veda kirin, vegotina wan hevrêyan, nivîsandina wan timî kêm dimîne, temam nabe. Lê li gel vê yekê jî dibêjim nivîsandin û vegotin erk e, lewma dilê xwe di pênûsê de diherikînim.
Li warê azadiyê, li çiyê temenekî nû, bihareke nû pêşwazî dikim. Bihara min a destpêkê bû li çiyê; bi meşa li kaş, çiya û ber bi girên bilind ve demeke hînbûnê bû. Her tim difikirîm ku rojekê li şehîd Têkoşîn rast bêm, li wê difikirîm, bi wê dimeşiyam, rêya xwe bi van xeyalan dixemilandim.
Di 19’ê Nîsana 2012’an de weke tîm ji bo karekî em çûbûn bexçe. Piştî demekê ji ber westandinê me navberek dabû. Di dema axaftinê de me dît ku hevalekî rû li ken ber bi me ve tê. Yê dihat hevalê Sîpan bû; silaveke germ da. Piştî bi salan hevala Sema didît. Bi kêfxweşiya vê hevdîtinê ji hevala Sema re digot, ‘Binihêre, ez çûm Amedê û hatim, tu hîn jî li van deveran e’.
Hevala Sema em hemû dan naskirin. Sohbet kirin. Bêguman sohbeta li ber çay a gerîla bedew bû, bi wate bû. Mijar li ser mijaran vedibû, sohbet li ser dihate kirin. Dem bi xweşiya me çûbû. Piştî bi salan du heval bi rasthatî li hev rast hatibûn; em li wan dinihêrî û em kêfxweş dibûn.
Ji ber ku hevalekî ji Amedê hatibû dilê min hîn bi lez lê dida; meraq, kêfxweşî, bendemayin û hêvî… Gelek hest di nava hev de bû. Min dixwest jê bipirsim. Di nava kelecanê de rabûm, li hemberî wî rûnişt û min jê re got: “Hevalê Sîpan tu ji Amedê hatiye, ez ê yekê ji te bipirsim; gelo tu nas dike? Tu hevala Têkoşîn nas dike? Ji Rihayê ye, di sala 2010’an de tevlî bû.”
“Têkoşîn? Hevaleke ji Rihayê hebû, hinekî qelew bû.”
“Belê, ew.”
Wê kêliyê kelecaneke mezin bi dilê min ket. Piştî xwişka xwe hatibûm çiyayên azad û agahiya destpêkê ya têkildarî wê jî ji hevalekî ku ew nas dikir, wergirt. Vê yekê gelekî kêfa min anî.
Hevalê Sîpan gelekî matmayî ma bû. Got, ‘Tu xwişka wê ye’. Em li kêleka hev rûniştin. Ji min re timî qala wê kir. Qala çalakiya destpêkê ya xwişka min a mezin kir, anî ziman ku ji ber bi Kurdî fêhm nekir, bi Tirkî diaxivî. Anî ziman ku name ji kekê min ê li zindanê, ji hevalê Cemîl Bayik re nivîsî û xwest, rojekê pê re satrançê bilîze.
Bersiv da hemû pirsên ku min meraq dikir.
Lê belê hinekî matmayî bû, nerehet bû. Min jî jê re got, “Diyar e em naşibin hev, lewma matmayî dimîne.”
Piştre min fêhm kir ku hevalan ji hevalê Sîpan re gotibû, ‘Ji wê re tiştekî nebêje, ew nizane’.
Gelekî kêfa min hatibû, bi kelecan û kêfxweş bûm. Cara yekê bû û min zanîbû ku êdî xwişka min a mezin li Amedê ye. Min ê tiştên ku hevalê Sîpan ji min re got, ji xalê xwe hevalê Şiyar re bigota.
Bi vî rengî min û hevalê Sîpan me hev nas kir. Bêyî agahiya min jê çêbibe ez biribû çiyayên şehîd Remzî, Andok, Amedê; weke ku min hevala Têkoşîn hembêz kiribû.
Destpêkê hevalê Sîpan û hemû heval bi hesasiyet nêzîk dibûn. Digotin, “Bêguman hûn ê rojekê hev bibînin, ji ber ku dûr e, rojekê hûn ê bi cîhazê biaxivin, jê re nameyê binivîsîne, qala hestên xwe bike, qala çiyê bike.”
Belê, haya min ji tiştekî tine bû. Ji bilî min her kesî zanîbû ku xwişka min a mezin şehîd bûye, min nizanî bû. Rojekê li gel min rûniştin û qala tevlîbûnên li nava têkoşînê, şehadetan, zor û zehmetiyên têkoşînê, bi giştî qala zehmetiyên milîtaniyê kirin.
Piştre jî ji min re gotin, xwişka min a mezin, hevala Têkoşîn hîn beriya ku ez berê xwe bidim çiyê di jehrbûneke jeneratorê de li gel çar hevalên xwe şehîd bûye.
Piştre hîn bûm ku her kesî bi vê şehadetê zanî bû. Yek ji van hevlaan jî ku bi vê rastiyê zanî bû hevalê Sîpan bû, gelek heval bûn. Sekna wan gelekî bandor li min kir. Bersiva li pirsên min, yek bi yek hatin ber çavên min. Helwesta hevalê Sîpan û gelek hevalan, sekna wan a xurt a li pêşberî şehadetê…
Li gel hevalê Sîpan em piştre li heman tabûrê man. Dema ku em li hev rast hatin min jê re got, “Hevalê Sîpan min nizanî bû; te çawa karîbû bi wî rengî ji min re qala xwişka min a mezin bikira?”
Hevalê Sîpan got, “Nikarim qalê bikim… Lê belê dema ku min fêhm kir ku haya te jê nîne, ev hîn bêhtir bi min giran hat. Lê dema ku min ew rewşa te ya bi meraq û kêfxweş dît, min zanîbû ku divê ji te re qala wê bikim.”
Piştî çend salan ez û hevalê Sîpan li Şengalê li hev rast hatin. Li gelek deveran pêşengî ji pêngavên şer re kir, bi taktîkên xwe yên leşkerî û fedaî li gel hevalan li dijî çeteyan şer kir û birîndar bû.
Dema ku ez dît got, ‘Tu mezin bûye hevala Têkoşîn’. Ji hevalên li kêleka xwe re qala rojên berê, qala rasthatina me ya destpê kir. Min jî jê re got, “Tu zane? Min jî weke te kir. Birayê te şehîd Întîkam jî li te pirsî. Dema ku kekê xwe meraq kir, min jî got… Tişta ku tê gotin, nikare bê vegotin dibe ku ev be.”
Ji min re got, “Şehadet rastiya me ya têkoşînê ye. Ya girîng ew e ku mirov bi qîmetê hevrê zanibe, nirxan biparêze, xwedî li mîrateya hevalên şehîd derkevin û têkoşînê mezin bikin.”
Gotin têra vegotina hevalê Şehîd Sîpan nakin.
Hevalê Sîpan li Qamişloyê li nava malbateke welatparêz mezin bû. Dema ku hevalên li nava têkoşînê nas kir beşdarî nava refên azadiyê bû. Timî ciwan ma, kelecana şoreşgerî di dilê xwe de zindî hişt. Di mijara leşkerî de fermandarekî şervan bû. Di pêşengî, fedakarî û bilindkirina nirxên hevrêtiyê de timî li pêş bû.
Careke din dixwest biçe çiyayên AMedê. Me herî dawî ji hev re gotibû, em ê li çiyê hevdu bibînin, bi wî rengî me xatir ji hev xwestibû.
Dema ku min şehadeta wî bihîst, fêhm kir ku tiştek ji kûrahî ve winda kiriye. Ew weke fermandarekî fedaî yê Apoyî li ber êrişên dijmin rabû bû. Tu ji kê bipirse wê bibêje fermandarekî nemir û pêşeng bû ku moral, wêrekî û nirxên hevrêtiyê diparast.
Di 20’ê Gulana 2024’an de li herêma Metînayê bi pêşengiya fefrmandariya herêmê li dijî dijmin bêdudil şer kir û şehîd bû.
Ez ê heta dawiyê xwedî li mîrateya wî derkevim, moral, coş û rûyê wî li ken li mejiyê xwe bineqişînim. Sîpan Sîdar (Miheddîn Hesen) wê di dilê min de her tim bibe stêrkek.

