Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Beşîktaşê de operasyoneke nû dest pê kir.
Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin de, pênc kes tevî Cîgirê Şaredarê berê yê Beşîktaşê Cevdet Çalî, bi tohmeta “wergirtina bertîlan” û “şûştina pereyan” hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku di nav kesên hatine binçavkirin de karmendên şaredariyê û endamên meclîsa CHP’ê jî hene.
Li mal û ofîsên kesên hatine binçavkirin, lêgerîn hatin kirin. Di lêgerînan de gelek materyalên dîjîtal hatin desteserkirin.
Her wiha hat ragihandin ku, 90 hezar dolar û 5 hezar euro ku tê texmînkirin dahata sûc e, hatine desteserkirin.
Lêpirsîn ji hêla Şaxa Sûcên Darayî ya Emnîyeta Polîsan a Stenbolê ve tê birêvebirin.

