Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî şandeyek hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi serokatiya Ziyad Ayiş û hejmarek berpirsên hikûmeta demkî pêşwazî kir.
Di civînê de Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Fermandarê Asayîşê Mehmûd Elî Xelîl amade bûn. Her du aliyan li ser proseya entegrasyonê, rêbazên pêşxistina aramiyê û hevkariyê li herêmê nîqaş kirin.
Ev civîn di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê ya navbera QSDˊê û hikûmeta demkî de pêk tê.

