Endamên Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê Pervin Buldan û Mithat Sancar, li Girtîgeha Edirneyê bi siyasetmedarên girtî Selahattin Demirtaş û Selçuk Mızraklı re hevdîtinek pêk anîn. Endamên şandeyê piştî hevdîtinê ji çapemeniyê re daxuyanî dan.
Pervin Buldan got: “Me li vir hevdîtineke ku saet di 01:30’î de dest pê kir û di 04:30’î de bi dawî bû, pêk anî. Me bi hevalên xwe Selahattin Demirtaş û Selçuk Mızraklı re hevdîtineke sê saetan kir. Silavên her du hevalan ji bo her kesî hene. Tenduristiya wan baş e, moralê wan baş e. Hewl didin pêvajoyê ji nêz ve bişopînin. Em dizanin ku di mercên girtîgehê de şopandin zehmet e. Lê belê, em dixwazin bi taybetî diyar bikin ku her du hevalên me jî demeke dirêj e bi nehiqûqiyekê re rû bi rû ne.”
Pervin Buldan wiha berdewam kir: “Selahattin Demirtaş 10 sal in di girtîgehê de ye. Tevî ku DMME’yê sê caran biryar daye jî, rewşa girtîbûnê berdewam dike. Ez dixwazim bi girîngî bêjim ku divê demildest dawî li vê nehiqûqiyê bê anîn. Tevahiya civak dizane, hemû gel dizane ku Demirtaşê hêja dê tevkariyên pir erênî û pozîtîf li pêvajoyê bike. Dewlet bi xwe jî vê yekê dizane.
Ji ber wê yekê, divê Selahattin Demirtaş û Selçuk Mızraklı di zûtirîn demê de bigihîjin azadiya xwe. Ez dixwazim diyar bikim ku hiqûq êdî gihîştiye asteke ku nayê paşxistin. Heke pêdiviya civakê û Tirkiyeyê bi vê pêvajoyê hebe, em dibînin ku avêtina gavên hiqûqî û demokratîk di zûtirîn dem de ferz e.
Dema em vê îfade dikin, helbet em behsa gavên ku di nav pêvajoya aştiyê de bên avêtin jî dikin. Belê, amadekariya qanûnekê heye. Lê belê ji bo ku ev hevalên me bên berdan, ne hewce ye ku qanûn derkevin. Jixwe biryarên hatine dayîn hene, biryarên li holê hene. Dema ev biryar bên pêkanîn, hevalên me jixwe dê bên berdan. Ez dixwazim bi girîngî bidim xuyakirin ku divê ev yek êdî neyê paşxistin û di zûtirîn demê de berdana hevalên me pêk bê.
Hevalên me silavên xwe ji her kesî re şandin. Em jî bi dîtina wan gelek kêfxweş bûn. Me rûmeteke mezin girt û me hevdîtina xwe bi vî awayî bi dawî kir.”
Mithat Sancar jî wiha axivî:
“Me hevdîtineke dirêj pêk anî, li ser geşedanan me pevguhertina nêrînan kir. Me guhdariya hevalên xwe kir. Me guhdariya Selahattin Demirtaşê ezîz û Selçuk Mızraklı yê ezîz kir. Bi girtina nirxandinên wan ên dirêj û bi diyarkirina nêrînên xwe, me guhdarî kir. Ez dixwazim ji vir ji her kesî re ragihînim ku daxwaza her duyan jî heye ku bi xwastekeke mezin tevkariyê li vê pêvajoyê bikin.
Girtina Demirtaş û Mızraklı ya di girtîgehê de niha rewşeke nehiqûqî ye. Ev nehiqûqî jî pir dirêj ajot û rewşeke pir giran a bêdadiyê diafirîne. Çareserkirina vê nehiqûqiyê ne meseleyeke şexsî ye. Hem hewcedariya dadweriyê ye hem jî hewcedariya pêvajoya ku em niha tê de ne ye. Çareserkirina vê nehiqûqiyê gavek e ku dê baweriya bi hiqûqê zêde bike. Baweriya bi hiqûqê jî piştgiriya ji bo pêvajoyê bilind dike.
Ji aliyê din ve, derfeta her du hevalên me bi taybetî ya Selahattin Demirtaşê hêja heye ku dema ev nehiqûqî ji holê rabe, bi rengekî hîn bi bandortir û aktîftir tevkariyê li pêvajoyê bikin, daxwaza wan jî heye. Ev rastiyek e. Em hemû bi vê rastiyê dizanin, her kes pê dizane. Hem ji bo baweriya bi dadweriyê, hem ji bo piştgiriya pêvajoyê û hem jî ji bo tevkariya pêşketina bilez a pêvajoyê û pejirandina wê ya civakî, azadiya hevalên me pir girîng e. Divê ev yek careke din bê destnîşankirin. Baweriya bi hiqûqê, pêvajoyê daxîne ser piştgiriyeke xurttir.
Xebatên hevalên me yên li derve di bin şertên azad de ji bo aştiyê, dê piştgiriya civakî jî zêde bike. Armanca me hemûyan anîna aştî û çareseriya demokratîk a welêt e. Hevalên me jî bi bîreweriyeke mezin li bendê ne ku di mercên azad de vê erk û berpirsiyariya xwe bînin cih. Me jî xwest em vê careke din bi we re, bi raya giştî re, bi hemû aktor û têkildaran re parve bikin.”

