Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku bi pêşengiya Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hate destpêkirin hem li Tirkiyeyê hem jî li qada herêmî qonaxeke girîng e. Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê (European Free Alllience /EFA) ku li Parlamenta Ewropayê ji 19 welatên cuda 40 partiyên siyasî pêkhateyên wê ne Lorena Lopez de Lacalle ya ku pêvajoyê ji nêz ve dişopîne, li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
‘PÊVAJO BO KEDA ABDULLAH OCALAN DEWAM DIKE’
Lacalle beşdariya parlamenta Tirkiyeyê û piştgiriya civaka sivîl a li pêvajoyê gelekî girîng dît û got, “Ev yek destpêkeke gelekî girîng e. Bêguman ev destpêk xwe dispêre banga aştî û civaka demokratîk ku Abdullah Ocalan di Sibata 2025’an de kir. Bi dîtina min pêşketinek heye. Lê belê di pêvajoyên aştiyê yên bi vî rengî de divê mirov bi sebir bin, ji ber ku ji bo guherîna mejî pêwîstî bi sebirê heye. Ji xwe PKK’ê jî xwe fesix kir û ev rewş ji aliyê Erdogan ve erênî hate dîtin. Her wiha li Parlamentê ji partiyên siyasî yên cuda komîsyonek hate avakirin.
Ev komîsyon ji bo bicihbûna pêvajoyên aştiyê xwedî girîngiyeke bingehîn e. Bêguman di 14 salên dawî de rewşa global gelekî hejiya. Lê belê bi dîtina min divê mirov xweşbîn bin û pêşketinên erênî bibînin; ji ber ku hem li Tirkiyeyê hem jî li deverên cuda pêşketinên erênî hene. Mînak, Iraqê Serokkomarê xwe yê nû di demeke kurt de hilbijart. Ev yek ji bo me cihê hêviyê ye. Jİ ber vê jî di pêvajoyên aştî û derbasbûna siyasî de sebir û hêvî bi dîtina min du têgehên bingehîn e.
Ez bi xwe ji Baskê me û li Herêma Baskê ji bo bidawîkirina tundiyê me pêvajoyeke yekanî ya ji bo danîna çekan dît. Bi dîtina min lîderiya Abdullah Ocalan û dîtina kêliya rast a siyasî û stratejîk a ji aliyê wî ve, vê pêvajoyê dike ku veger jê nebe. Li gorî min, ji sala 2015’an bêhtir em xwedî şensê ne. PKK ji bo serxistina vê pêvajoyê comertiyeke gelekî mezin dike. Ev pêvajo di heman demê de xwe dispêre piştgiriya civaka sivîl û gelek aktîvîstên ji partiyên siyasî. Ev jî şensê dide pêvajoyê. Divê mirov comertiya aliyê Kurd her tim destnîşan bikin. Ji ber ku dema mirov qala nifusa Kurd û bandora wan li welatên din bike, divê bûyerên di dema nêz de li Sûriyeyê qewimîn bînin ber çavên xwe.
Erdogan di dema nêz de piştgirî dida êrişên li ser Kurdên li Sûriyeyê û ev yek ji pêvajoya aştiyê re nebû alîkar. Lê belê li gel vê yekê jî ronahiya aştiyê qet venemirî û ev rewş bû sedem ku bi demkî jî be bi hikumeta derbasbûnê ya li Sûriyeyê re lihevkirinek bê kirin. Ev yek hêviyê dide me; ji ber ku ev yek tê wê wateyê ku aştî wê li pêşiya her tiştî be. Lê divê mirov kar dewam bikin.”
‘PÊWÎSTE MAFÊ HÊVIIYÊ BI CIH BÊ ANÎN’
Di dewama axaftina xwe de Lorena Lopez de Lacalle bal kişand ser “mafê hêviyê” ku Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar li ser dane û got, “Mafê hêviyê divê bi sererastkirineke qanûnî derbasî pratîkê bibe. Ev pir pir gigrîng e ji ber ku divê zemîneke hiqûqî bê avakirin ku encamên şer hemûyan bi dawî bike.
Divê bê gotin, aktorê sereke yê pêvajoyê Abdullah Ocalan e ku bi banga xwe pêvajo da destpêkirin. Ev gaveke yekalî bû, lê belê li aliyê Recep Tayyîp Erdoogan bersiva xwe dît. Ji ber vê jî pêwîste Erdogan Abdullah Ocalan weke muxatabê xwe yê rasteqîn nas bike.”
Lorena Lopez de Lacalle destnîşan kir ku di pêvajoyên bi vî rengî de piştevaniya navneteweyî pêwîstî ye û got, “Di nava partiyên navend-çep de ku temsîla wan dikim, piştgiriyeke navneteweyî heye. Lê belê ev yek ne tenê li nava çep û navendê heye. Di nava rastgiran de jî aktor hene ku haya xwe ji hêza aştiyê heye.”
‘ABDULLAH OCALAN ÇARESERIYÊ PÊŞKÊŞ DIKE’
Seroka EFA got, gelê Kurd ku li herêmên Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê dimîne qanih bûye ku aştî rêya rast e û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Li cihekî din jî be, ev pêvajoya ku bi pêvajoya Abdullah Ocalan tê meşandin hêviyê dide me. Ji ber ku her kes ji şer betilî ye. Şer ne tenê ji aliyê aborî ve mirovan têk dibe, di heman demê de dibe sedem ku hurmeta li mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî bi temamî ji holê bê rakirin. Ji ber şer gelek mirov, gelek sivîl jiyana xwe ji dest didin. Şerê ku niha têne kirin bi giranî li derveyî hiqûqa navneteweyî ne, şerê ne rewa ne. Lewma divê mirov bi rengekî eşkere helwestê nîşan bide û li ber rabe.”
‘TEZ A JIYANA BI HEV RE YA ABDULLAH OCALAN JI BO HER KESÎ HÊVÎ YE’
Lorena Lopez de Lacalle anî ziman ku jiyana bi hev re armanceke ku divê civak hemû xwe bigihînin wê û got, “Civakên serketî, mînak civakên Swîsre, Belçîka yan jî Hollanda avaniyên pirrengî ne. Di nava van civakan de ne tenê nêrînên siyasî yên cuda, her wiha gel û komên etnîkî yên cuda jî bi hev re ne. Lewma divê hurmet ji vê cihêrengiyê re bê nîşandan.”
Di vê çarçoveyê de Lacalle işaret bi tez a jiyana bi hev re ya Rêber Apo kir û got, “Ji ber vê jî Abdullah Ocalan bi temamî mafdadr e. Çavkaniya esasî ya rêveçûna demokrasiyê ew e ku di nava dewletekê de hebûna nasname û neteweyên cuda bê qebûlkirin. Li Tirkiyeyê nasnameyên neteweyî û etnîkî yên cuda hene. Heman rewş ji bo me li Herêma Baskê û li Spanyayê jî derbas dibe. Li Spanyayê ev rastî hatiye qebûlkirin û em ji bo naskirina pir neteweyî ya bi destûra bingehîn dixebitin.
Heman daxwaz ji bo Fransayê jî derbas dibe; mînak em dibêjin divê Korsîkayî di destûra bingehîn de bêne naskirin. Li gorî me, li Tirkiyeyê paşerojê divê destûreke nû ya bingehîn ebe ku cihêrengiya gelan a li nava welêt qebûl dike. Ev gelekî girîng e.
‘ABDULLAH OCALAN JI BO ME ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ YE’
Ji bo vê pêwîstî bi vîsyoneke xurt a siyasî heye. Abdullah Ocalan xwedî vê vîzyonê ye. Ji xwe Abdullah Ocalan ji bo gelek partiyên ku em temsîla wan dikin, çavkaniyeke sûdwergirtinê ye; ji ber ku gotinên wî ji aliyê gelek derdorên berfireh ve tê parvekirin.”
Lorena Lopez de Lacalle destnîşan kir ku divê mirov hînî jiyana bi hev re bibin û got, “Di demekê de ku em bi hêzên siyasî yên cuda re dixebitîn, bi taybetî ji bo serdana Jose Mujica min rêwîtiyeke taybet kiribû. Ew bi xwe wê demê Serokkomarê Urugayê bû û serkêşê tevgereke siyasî ya ji gelek neteweyan bû.
Me ev pirs jê kiribû: Hûn çawa dikarin ewqas avaniyên cuda di nava hev de bihêlin? Welatên weke Tirkiye yan jî Spanya dikare vê çawa bi ser bixîne? Wî jî ev bersiv da: ‘Weke dirûtinê ye; hûn ê demê jê re veqetînin û bi sebir bidirûn. Lê belê vekirina tiştekî baş hatiye dirûtin gelekî zehmet e’.
Yanî avakirina lihevkirinê zehmet e, lê belê dema ku li hev hate kirin, gelekî xurt dibe. Lihevkirin xala esasî ye ku divê kar li ser bê kirin. Bi dîtina min em ê vê yekê di nava nifşên xwe de bibînin.”

