Sêşem, 21 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Kurtulmuş tûra ‘qanûna çarçoveyî’: Bi Koma Yenî Yolê re jî civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Kurtulmuş û DEM Partiyê 45 deqeyan dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şîrketeke din a petrolê karê xwe sekinand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Ji bo aştiyeke mayînde pêdivî bi rêziknameyeke berfireh heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya ‘Sêşema ji darvekirinan re na’ di hefteya 130’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Heta ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite pêvajo bi pêş ve naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Wargeha Mexmûrê 3 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Weşandina dîmenê jinên Êzidî yê dîlgirtî êrîşa şerê taybet a plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Binarê Qendîlê şivanek birîndar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Şengalê hişyariya li dijî belavkirina fitneyê li nava civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Karsazên Kurd ên hatin qetilkirin, li ser gora xwe hatin bibîranîn
Rojane

Karsazên Kurd ên hatin qetilkirin, li ser gora xwe hatin bibîranîn

Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên ku ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin kuştin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku ji bo misogerkirina aştiyeke birûmet divê sûcdar bên darizandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Goristana Avcilar a navçeya Avcilar a Stenbolê, ji bo karsaz Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên ku ji aliyê JÎTEM’ê ve hatin revandin û kuştin, di 33’yemîn salvegera mirina wan de bîranînek hat lidarxistin.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Pervîn Buldan, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, endamên Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdarî bîranînê bûn.

Keça Adnan Yildirim, Leyla Yildirim ku di bîranînê de axivî, destnîşan kir ku ew ê ji bo kesên ku hatine windakirin û kuştin heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.

Meral Daniş Beştaşê kesên ku hatine kuştin bi bîr anî û got ku bêedlatî berdewam dike û sûcdar hîn jî tên parastin. Meral Daniş Beştaşê destnîşan kir ku tevî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî edalet nehatiye bicihanîn û got: “Kujer nehatine darizandin. Li vî welatî, em hîn jî li ser windakirin û kuştinên kiryarnediyar diaxivin ji ber ku dewlet naxwaze. Ger bixwesta, tu sûc bê ceza nediman. Îro ne tenê bîranînek e. Di vê roja xemgîniyê de, keçek bedew (Zelal Buldan) ji dayik bû. Ez dixwazim spasiya we bikim ku hûn li vir in û ez rojbûna wê pîroz dikim.”

PERVÎN BULDAN: AŞTIYEKE BIRÛMET DIVÊ

Pervîn Bûldan got: “Sê tişt ji me re hiştin. Ya yekem, Zelal; ya duyem, cilên xwînî; ya sêyem, rûmet. Dadgehkirin tune bû! Tansu Çiller ku got ‘Hem yê ku gule avêt û hem jî yê ku ew wergirt,’ nehatin darizandin. Mehmet Agar ku got ‘Heke ez tûxleyê bikişînim, dewlet dê hilweşe,’ nehat darizandin. Berevajî vê, ew hatin parastin û wekî qehreman hatin îlankirin. Û wan kuştinan berdewam kirin. Em bi dewletekê re rû bi rû ne ku bi hezaran kujeran diparêze ku kiryarên wan diyar in lê hatine beraetkirin. Di Wezareta Dadê de Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryar Nedîyar hatiye damezrandin. Divê ev yekîne her kuştinê lêkolîn bike. Ev dewlet xwedî wê berpirsiyariyê ye ku kuştinên ku di demên berê de zelal bike. Ji ber vê yekê, em daxwazeke wisa ji Wezareta Dadê dikin. Em di pêvajoyeke aştiyê de ne. Bê guman, divê ev aştiyek birûmet be. Soza me ya aştiyê ji Besna Tosun re heye ku li hestiyên bavê xwe diğere û ji bo Sirri Sureyya Onder. Lê em aştiyeke birûmet dixwazin. Aştiyeke ku tê de kujer bên darizandin û Komîsyona Heqîqetê û Hevrûbûnê bê damezrandin.”

BAKIRHAN: EM KUJERAN NAS DIKIN

Tuncer Bakirhan got: “Tenê sûcê van hevalan Kurdbûna wan bû. Bi hezaran hevalên me ji ber ku Kurd bûn hatin kuştin. Em kujeran baş nas dikin. Em kesên ku di wan korîdorên tarî de fermana komkujiyan dane jî nas dikin. Bes e! 33 sal derbas bûn. Niha, ji kujeran hesab bipirsin û bila malbat aramiyê bibînin. Pêvajoya aştiyê li ser rûbirûbûna bi van komkujiyan, anîna wan ber dadgehê ye. Ger ev nebe, em bi rastî nikarin bibêjin ku me aramî ava kiriye. Niha ku Wezîrê Dadê dest bi dosyeya Gulistan Dokûyê kiriye, divê ew van dozan jî derxe holê û sûcdaran nîşan bide. Em soz didin malbatên bi hezaran qurbaniyên kuştinên nediyar ku sûcdar dê rojekê werin eşkerekirin. Û em soz didin ku em ê vê pêvajoyê bi darizandineke rastîn li ber dadgehan biqedînin. Bila mirî bi miriyên xwe re bimînin û em bibêjin em ê aştiyê bikin; ev ne aştî ye. Tiştê ku gelê Kurd ji pêvajoyê hêvî dike, eşkerekirina sûcdarên kuştinên nediyar e.”

Bîranîn piştî duayan bi dawî bû. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê operasyona Hesekê daxuyanî da
Nûçeya Pişt re Li Belçîkayê bi hezaran akademîsyen û xwendekar banga ‘boykotkirina akademîk’ ji bo Îsraîlê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DFG: Meha Hezîranê 16 rojnamevan hatin binçavkirin, 6 hatin girtin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya li ser binpêkirina mafên rojnamevanan a…

Ji aliyê Stêrk TV

YCWK’ê banga geştirkirina agirê serhildanê kir

YCWK’ê li Wanê li dijî xespkirina îradeya gel hin çalakî pêk anîn. YCKW'ê bang li…

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora Sûriyeyê ya NY’ê: Êrîşên Tirkiyeyê di çarçoveya sûcên şer de ne

Di raporeke nû ya ku ji aliyê Komîsyona Lêpirsînê ya NY’ê ve hatî weşandin de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji Kurtulmuş tûra ‘qanûna çarçoveyî’: Bi Koma Yenî Yolê re jî civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevdîtina Kurtulmuş û DEM Partiyê 45 deqeyan dom kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şîrketeke din a petrolê karê xwe sekinand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?